Jan Dost

Nivîskarê kurd

Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e.

Jan Dost
Jan Dost
Jidayikbûn12ê adara 1965an
Kobanî, Heleb
PîşeRomannivîs, helbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
HevwelatîSûriye, Almanya
Şêweyê wejêyîRoman, helbest
Xelat
  • Xelata yekem a kurteçîrokê. Kurdistana Rojava (1993)
  • Xelata hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd- Essen- Almanya (2012)
  • Xelata "Kitêba Rojhilatî" kovara Dimeşq-London (2013)
  • Xelata Husên Arif. Festîvala Gelawêj 2014
  • Xelata Festîvala Mem û Zîn. Hewlêr. 2021
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Ew di 12ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakûlteya zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.

Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. Her wiha li Tirkiyeyê jî li ser sehneyê hatiye lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefîlmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her wiha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.

Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî û ji adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.

Berhemên wî biguhêre

Romanên bi kurdî biguhêre

Romanên bi erebî biguhêre

  • Eşîq el-Mutercim, عشيق المترجم. Roman, Dubai, 2014.
  • Dem Ela El Mizana دم على المئذنة. Roman, Qahire, Misir. 2014
  • Nawaqis Roma نواقيس روما Roman. Bêrût, Libnan. 2016
  • Otubusa Kesk باص أخضر Roman. Mîlano. Îtalya.2019
  • Korîdora Efrînê, ممر آمن, Roman, Tûnis, 2019
  • Jînenigarîya Xebat, سيرة خبات, Şam, 2020
  • Destxeta Petersburgê, مخطوط بطرسبورغ, Tûnis 2021
  • Ew li hêvîya berbangê ne. إنهم ينتظرون الفجر Roman, Bêrût. 2022
  • Ellahî, اللاهي, Roman, Bêrût. 2022

Helbest biguhêre

Werger û lêkolîn biguhêre

  • Mem û Zîn bi erebî; مم و زين çapa 1 Şam 1995. ilegal, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006, çapa 4. Şam. sibat(reşemî). 2008. çapa 5 Qahire. Misir 2014
  • Şiir we şueraa شعر و شعراء - مختارات من الشعر الكردي القديم و المعاصر kitêbek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya
  • Mehabad ber bi olimpiyada xwedê de - Stembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta
  • Bedayiulluxe بدائع اللغة ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.Sûrye. çapa ilegal
  • Elhedîqe el Nasiriyye الحديقة الناصرية في تاريخ و جغرافيا كردستان wergerandin ji farisî, bi erebî weşanxaneya Aras Hewlêr 2002
  • Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. Stembol Avesta1995
  • El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn الدر الثمين في شرح مم و زين werger û şiroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006.
  • Mem û Zîn bi kurdiya îro. Avesta. Stembol. 2008
  • Adatul-Ekrad. رسالة في عادات الأكراد وتقاليدهم. kitêba Mele Mehmûdê Bazîdî: adat û risûmatnameê Ekradiye. Abû Dabî. 2010.
  • Adat û Risûmatnameê Ekradiye. kitêba Mehmudê Bazîdî. wergerandina bi ser tîpên latînî ve û ravekirin. Weşanxaneya Nûbihar. Stembol. 2010
  • Mem û Zîn. şirove û bi kurdiya îro. Avesta Stembol 2010.
  • Ferhenga Kurdistanî. kurdî/kurdî. Nûbihar. Stembol. 2010.
  • متاهة الجن wergera romana Hesenê Metê: Labîrenta Cinan. Kalima. Ebû Zebî 2013
  • رماد النجوم Ariya (xweliya) Stêran. kurteçîrokên hilbijartî. Belavkirina Meqam, Qahire-Misir 2014
  • وطن من ضباب. Mijabad bi erebî. Qahire, Misir. Belavkirina Meqam 2014
  • Perik. Romana Selîm Berekat ji erebî. Weşanxaneya Ayrinti. Stenbol 2015
  • Şerha Dîwana Cizîrî. wergerandin. Dara. Diyarbekir. 2018
  • Xanî û Cizîrî: du stûnên wêjeya kurdî. Dara. Diyarbekir. 2018

Medya û Rojnamevanî biguhêre

Kovar û Rojname biguhêre

  • Torevan. Edîtor. Sûrî. 1986-1987
  • Welat, Welatê Me û Azadiya Welat. Nûner û nivîskar. 1992-2002
  • Avesta. Edîtor. Almanya. 2000-2002
  • Pêl. Edîtor. Almanya 2003
  • Diyarname. Qunciknivîs. 2007-2012
  • Hecelname (حجلنامه ). Edîtor. Swêd. 2003-2005

Tv`yên ku bi wan re xebitiye biguhêre

  • Medya Tv. 2001-2002. Bruksel. Nûçexwan û bernamevan
  • Zenûbya Tv. Bruksel. 2009-2010. Nûçexwan û bernamevan

Fîlm biguhêre

  • Mistek ax. ev çîroka jan Dost ji hêla derhênerê kurd Şiyar Ebdî bû kurte filmek

Şano biguhêre

  • Çîroka xewna şewitî ku xelata yekem di pêşbirka çîroka kurdî li Sûriyê sala 1993 an wergirt, li Tirkiyê û Kurdistana bakur bû şano û li ser sahneyê hatiye lîstin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/world/191120215. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)

Girêdanên derve biguhêre