Mistek ax, çîrokeke Jan Dost e, ku mijara jana xerîbiyê tîne zimên. Ew di pirtûka (Antolojiya çîrokên kurdî) de, ya ku nivîskarê kurd Firat Cewerî amade kiribû û çapkiribû, cih digire.

Ev çîroka buhara sala 2007an ji hêla derhênerekî Kurd Şiyar Kobanî ve bû kurtefilmeke ji bîst û sê deqeyan. rola sereke ya vê kurtefilmê, lîstikvan Selamo dilîze.