Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî xelatek e ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê di gelawêja 2018an hat damezrandin.[1]

Xelata Şerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin.

Lîsteya Xelatgiran biguhêre

Sal Wêne Xelatgir Sedem
2018   Celîlê Celîl (jdb. 1936) "Ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de."[2]
2019   Şahînê Bekirê Soreklî (jdb. 1946) "Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û rojnamegeriya kurdî de."[3]
2020   Konê Reş (jdb. 1953) "Ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de."[4]
2021   Jan Dost[5] (jdb. 1965) "Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û wêjeya kurdî de û bi taybet di warê romanê kurdi de."
2022   Firat Cewerî (jdb. 1959) "Ji ber ked û xebatên wî di warê edebiyata kurdî de bi taybet di warê romanê kurdi de."[6]

Çavkanî biguhêre

  1. "Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş". diyarname.com. Roja wergirtinê: 24 kanûna pêşîn 2020.
  2. "Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye". ÇandName. Roja wergirtinê: 24 kanûna pêşîn 2020.
  3. "Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyena Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî Xelat Kir". VOA. Roja wergirtinê: 20 kanûna pêşîn 2020.
  4. "Xelata Şerefnamê ya 2020î Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Viyêna." Rojevakurd. 21 kanûna pêşîn 2020. Roja wergirtinê: 22 kanûna pêşîn 2020.
  5. "Jan Dost Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî wergirt". www.rudaw.net. 19 çiriya paşîn 2021. Roja wergirtinê: 16 çiriya paşîn 2022.
  6. "Xelata Şerefnameyê ya sala 2022yan". ÇandName. 22 çiriya paşîn 2022. Roja wergirtinê: 23 çiriya paşîn 2022.