Deham Ebdulfettah

Deham Ebdulfettah (jdb. 1942 li Amûdê, Rojavayê Kurdistanê), mamoste û zimannasekî kurd e.

Deham Ebdulfettah
Deham Ebdulfettah (cropped).jpg
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1942an (79 salî)
Gundê Billê, Amûdê, Rojavayê Kurdistanê
PîşeMamostetiya Ziman û Wêjeya Erebî
Zimanê nivîsêbi kurdî, erebî (berî 1978an)
Şêweyê wejêyîLêkolîn, helbest, werger
Berhemên navdar
  • Dastana Gilgameş (2005)
  • Nav di zimanê kurdî de (2006)
  • Cînav di zimanê kurdî de (2006)
biguherîneBelge

Deham Ebdulfettah di 1942an de li Amûdê hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesîçeyê qedandiye. Pişt re li Zanîngeha Helebê, beşa ziman û wêjeya erebî bi dawî kiriye. Nêzîkî 25 salan wek mamosteyê ziman û wêjeya erebî karmendî kiriye[1].

Di 1988an de dest bi nivîsîna bi kurdî kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.

Berhemên wîBiguherîne

  • Peyvînek bi kurdekî re, (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)
  • Li ber dergehên Laleş, (helbest) bi kurdî û erebî, Şam (1990)
  • Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî, (rexne), Şam (1992)
  • Hindek aloziyên zimanê kurdî, (lêkolîn), Şam (1993)
  • Di muzîka helbestên kurdî de (têbînî û bersiv), bi erebî, Şam (1995)
  • Rênivîsa zimanê kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)
  • Dastana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Enstîtuya Kurdî ya Amedê (2006)
  • Nav di zimanê kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)
  • Cînav di zimanê kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)
  • Kar (lêker) di zimanê kurdî de, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, çapa yekem (2011); Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.
  • Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)
  • Mistek ji hêvî û arîşeyên zimanê kurdî (kurmancî), Lîs (2018)

ÇavkanîBiguherîne

  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)