Zimannasî

çiqilekî zanistê

Zimannasî yan lenguîstîk (carina zimanzanî û kêm car zimanvanî; bi înglîzî linguistics), zanista ku li zimanê mirovî vedikole.

Dikare bê dabeşkirin sê beşan: têşiya zimanî, wateya zimanî û wate di pêgehê de. Kevntirîn çalakiyên pênasîner yên zimannasiyê vedigerin Pāṇini 500 B.M ku sanskrîtî analîz kir di Ashtadhyayi. Yek ji binşaxên zimannasiyê lêkolîna li pêkhatiyên zimanî an jî rêzimanî dike. Ev jî li ser pergala rêbazên ku bikahênerên zimanî bi kar dihînin di zimanî de. Li morfolojîyê (formasyon û avakirina peyvan), hevoksazî (çêkirin û avakirina hevok û frazan ji van peyvan) û fonolojî(pergala dengan). Dengsazî bêtir girêdayî beşên zimannasiyê yê ku li taybetmendiyên rasteqîn yên dengê axaftinê û dengên ne axaftinê û şêweya ku tên derxistin û têgihiştin.

Vekolîna li wateya zimanî girêdayî çawa ziman pêkhatiyê bivac û çavkaniyê cîhana rasteqîn vediguhezîne, diguherîne û dike ew wateya ku nediyariyan çareser û îdare bike, ye. Ev katagorî vekolîna li watezanîyê (çawa wate tên fêmkirin ji gotin û konseptan) û pragmatikî (peyv çawa ji naverokê tê fêmkirin) zimannasî pêgeh/naveroka her zimanî dinere ku bi hokerên civakî, dîrokî, û siyasî bandor lê kirine an na. Ev jî li pereseniya zimannasiyê vedikole, ku ew jî bersiva pirsyarên wek kok û veguhestina zimanan peyda dike; zimannasiya dîrokî li guherînên zimanî; zanista zimanê civakî, ku li pêwendiya di navbera varyasyonên zimanî û pêkhatiyên civakî de dinere; zanistia zimanê derûnî ku li ravekirin û karê zimanî di hişî de vedikole norolîngustîk li prosesa zimanî di mêjî de dikole zimanwergertin; bê çawa zarok û mezin zimanan fêr dibin û analîza gotûbêjên ku pêkhatiyên nivîs û axaftinan dihundirîne, dike.

Hin perwerdeyin dî jî bi zimanî ve girêdayî ne an jî pêwendiyên wan pê re heye. Semiolojî, wek mînak: vekolîna giştî li sembol û nişanan e, di zimanî de û li derveyî zimanî. teorîvanên nivîsên wêjeyî li bikhanîna zimanî di wêjeyê de, dikolin.

Zimannasî li gel vê sûdê ji dengvedanîyê, antropoljî, biyolojî, zanista kompûterê, anatomiya mirovî, înformatik, norolojî, felsefe, derûnnasî, civaknasiyê û derdzêyanîya ziman-axaftinê digire û agahiyan dide wan.

Ji kesên mijûlî zimannasiyê re zimannas tê gotin.

Beşên zimannasiyê biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre