Derûnnasî yan jî psîkolojî şaxeke zanistê ye ku li ser hiş, fikir û tevgera mirovan û candarên din lêkolînan dike.[1] Qada psîkolojiyê tevgerên mirov û candaran, hem diyardeyên zanebûn û hem jî diyardeyên nezanebûnî û pêvajoyên psîkolojîk ên wekî raman, hest û motîvasyonan vedihewîne. Psîkolojî dîsîplîneke akademîkê pir berfireh e ku dikare zanistên xwezayî û zanistên civakî bi hev re lêkolîn bike. Psîkologên biyolojîk li têgihîştina taybetmendiyên nûjen ên mêjî digerin ku dîsîplînê bi zanistên rîşeyê (neuroscience) ve girê bidin. Bi psîkolojiyê zanyarên civakî û psîkolog armanc dikin ku tevgera kes û koman fem bikin.[2]

Ji kesên pispor an lêkolîner re ku bi dîsîplînê re têkildar in wekê psîkolog (hinek caran wekê derûnnas) tê binavkirin. Ji bo qada zanyariyê ya psîkologan li gorî qada pisporiya wan ji bo hinek psîkologan dikare wekî zanyarên tevgerê û ji bo hinek psîkologên din jî dikare wekê zanyarên zihnî (fêmî) werin dabeş kirin. Cûreyek din ên psîkologan pêvajoyên fîzyolojîk û norobiyolojîk ên ku di bin fonksiyon û tevgerên zanyariyê de ne lêkolînên dikin.

Psîkolog beşdarê lêkolînên li ser têgihiştin, zanîn, baldarî, hest, hişmendî, tecrûbeyên subjektîf, motîvasyon, fonksiyona mêjiyê û kesayetiyê dibin. Qada ku psîkolog pê re eleqedar dibin têkiliyên navkesane, berxwedana psîkolojîk, berxwedana malbatê (berxwedana malbatekî li hemberî bûyerên neyînî) û qadên din ên di nav psîkolojiya civakî ne. Di heman demê de hişê bêşiûr jî dihesibînin. Psîkologên lêkolînê rêbazên empîrîk bikar tînin ku têkiliyên sedem û pêwendiyê di navbera guhêrbarên psîkososyal de destnîşan bikin. Hinek ji psîkologên klînîkî û psîkologên şêwirmendiyê baweriya xwe bi şiroveyên sembolîk tînin.

Psîkolojiya bingehîn an hîmê derûnnasiyê

biguhêre

Derûnnasiya bi zanîstiyên din re kar dike

biguhêre

Destewajey serekî saykolojî (alfûbêy)

biguhêre

lê ra xiştekêk le desrewajey serekî dete nîşandan, ke derwanête buarêkî Frewan le têoryekan û bernamey xwêndinekan. Desitnîşan bo babete têorîyekan, taybete bo têoriyek yan têoriyekan.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "apa.org". www.apa.org. Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
  2. ^ Fernald, Dodge (2008). Psychology: Six Perspectives (bi îngilîzî). SAGE Publications. ISBN 978-1-4129-3867-9.

Girêdanên derve

biguhêre