Derûnnasiya klînîkê

Derûnnasiya klînîkê bi pirranî gava behsa derûnnasiyê an derûnnasan tê kirin, dîmenê derûnnasên klînîkê tê ber çavan. Lê derûnnasiya klînîkê tenê şaxeke derûnnasiyê ye. Bi naskirin, şîrovekirin û tedawiya nexweşiyên psîkologîk re bilî dibe. Kesên derûnnas perwerdeya derûnnasî û psîkanalîtîkê dîtine lê di warê bijîşkî, anatomî û nexweşiyên bingeh-organîk de ne pispor in. Nexweşiyên bingeh-organîk karê psîkiyatriyê ye.

Derûnnasê klînîkê pirranî di nexweşxaneyan de bi psîkiyatrîstan re dixebite û di tedawîkirina nexweşiyên giran wekî şîzofreniyê de jî cihdigire. Dîsa di klînîkên xwe yên taybet de bi tedawîkirina nexweşiyên ne bingeh-organîk re bilî dibin. Testên psîkologîk, rêbaza psîkanalîz, hîpnotîzm hwd alavan bikartînin. Derûnnas nikarin dermanan bidin.

Çavkanî biguhêre