Anatomî zanista ku laşê mirov û lawiran lêkolîn dike.

Anatomiya serê mirov

Bêjenasî û dîroka anatomiyê

biguhêre

Bêjeya anatomiyê ji zimanê yewnanî ji gotin "anatemnein"e tê û wateya wê perçekirin e. Anatomî jî dibe ilme percekirine.[1] Lê îro mirov ji beja anatomiye, ilma tevhevkirina perceyen bedene ji bo avakirina organizmayeki bi fonksiyon fêhm dike. Anatomî ilmeki gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser anatomiye xebitîne. Li Mezopotamya yê mirovan mih serjedikirin û gor şikle kezeba reş, nexweşiyan teşhîs dikirin. Dîsa li mitolojiya Yewnan da tê gotin ku, Xwedaye mezin Zeus, ji bo cezakirine, lawe xwe Prometeus davêje ser ciyaye Qaf û li ser zinareki da girê dide. Eylo her roj tê û parcekî ji kezaba wî ya reş jê dike û dixwe. Lê kezeba wî heta roja dine careke din xwe ji nû ve dike, mezin dibe. Yanî ta ji we çaxê ji mirovên him şikle organên him jî hindek fîzyolojiya wan, wekî mezinbûna kezeba reş, nas dikirin. Ji bo vê yekê ji mirova dikare li Mezopotamyayê berê bi hezarên salan nişdarîye çavên û yê kisika mize çebikin. Wek tê zanîn ew nişdarîana di dîroka mirovahiyê da yên ewilî bûn.

Pêşangeh

biguhêre

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre