Zeus
Zeûs, Zeus (bi yewnaniya kevn: Ζεύς, lat. Zeús) an jî Zews mezintirîn xwedayê çîvanokî yê Yewnanistana kevnare bû. Navê wê ji peyva Dyaus tê, xwedandekî hind û arî ye û heman demê de tête wateya "esman".[1] Ew şahê hemî xwedayan û desthilatdarê çiyayê Olîmpê û xwedayê esman û birûskê bû. Di Yewnanistana kevnare da dihat bawer kirin ku bûyerên hewayê pê fermana wê diqewimiya. Qanunên tu car neguher çêdikira. Nîzama erd û esmanê, şev û rojê û yên demsala wê çêkir bû. Karubarên xwedawendên din kontrol dikir.
Zeus Ζεύς | |
---|---|
Perestvan | mîtolojiya yewnanî, dînê Yewnanistana kevnare |
Sembol |
|
Tekst | Îlyada, Odîseya, Hades |
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok |
|
Xanedan | Mêtîs, Temîs, Hêra |
Wekhev | |
Jupîter, Perûn, Îdeos, Amon, Baal, Tor, Ahûra Mezda | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di nav dewletên da çavkaniyên hêzên keyan jî wî dabû. Keyaniya û mirovan diparast. Ew xwe bavê mirovayetiyê dihesiband li gor wî qencî û xirabiyên mirovan temaşe dikir. Qenciyê bê diyarî nedihişt û xirabiyê jî bê ceza nedihişt. Ji mêvanperweriyê pir hez dikir, rik ji şahîdiyên derew digirt. [2]
Xaniya Zeusê
biguhêreYewnanî xwedawendên xwe yên bi hêz, nezîkên xwe û warekî weşartî da cih kiribûn. Ji ber vê yekê dihat bawer kirin ku mala wê mirov nedikariya bibînî. Ev cih nav bera heremên Teselya û Makedonya'yê bû. Li ser Çiyayê Olîmpêyê dijiya û bandeva çiyayê her dem bi mij bû ji ber wê ne dihata xuya kirin. Helbestvanên Yewnanî li ser mijan cihekî semavî teswîr dikirin.[3]Ser bandeva çiyayê qesra Zeus û yên Hêrayê hebû. Ev qesr ji zêr , zîv û acên dibiriqî hatibû çêkirin. Hema hinek bin vê qesrê malê xwedawendên din hebû. Projeyên van malan hunermendê îlahî Hêfestos çêkir bû.Hinek bin wan malan jî malên nîvxwedawend û yên qehramanan he bû.Li wê çiyayê gênç pîr nabin.
Çanda Yewnanî de Zeus
biguhêreDi çand û jiyana rojane de hebandin û perestina Zeus'ê gelek cihek giring digirt. Ji ber wê peykerên wê pir û taybet bûn.Pîranî bi heybet û kerhatî tê teswîr kirin. Nêrînên wê jî giran in. Porên wê dirêj ,rihên wê kurs û dirêj e. Pozên wê mezin û rast e. Di peykerên xwe de destê wê da birûsk heye.
Antîk Yewnanê da peykerên wî navdar peykersazê Atînayî Pîdîas çêkiri bû. Ew peyker perestgeha Olîmpîa'yê bû. Bi ac û zêr hati bû çêkirin , peykere kî muhteşem bû û di lîsteya Heft nuwazeyên cîhanê de jî cih girt. Navê wî peykerê Peykerê Zeus ê Olîmpiyayê ye.
Zeusê ra cara ewil kahînek li nêzîkê gola Joanîna'yê berwareya çiyayê Tomarus'ê li Dodona'ya Epîrus'ê perestî kirî bû. [2]Lekolînên heremê da jî li ser tebeqeyên zirinc da mirovan ji Zeus'ê ra hêvî û lava dikir derketin holê. Ew kahîn di Yewnanîstana kevn de kahîna herî navdar bû. Ji gelê xwe ra behsa seh kirina dengê Zeus'ê di nava pelê darên berûyê kiribû. Zeus di pelê darên berûyê ra mîrovên faniyan ra peyama dişindan, ew peyam navbeynkariya rahîbên Sellî'yê dihata eşkere kirin.
Dodona di nav perestgehên Zeusê da yên herî kevn bû. Lê perestgeha herî navdar ya Olîmpîa'yê bû. . Yewnanîstan demên kevnar de bi sedan dewleta pêk dihat hebandina Zeus'ê ji nav wan dewletan yekîtiyek ava dikir. Ji ber wê çaxên festîvalan da bi hezaran yewnanî kom dibûn wan perstgehê.[2]
Mîta Zeus
biguhêreZeus kurê Rea û Kronos e. Ji ber gotina Gaîa û Ûranos, ku gotibûn wê ji neviyên me yek di nav zindebaran de bibe key; Kronos hemû zarokên xwe yên ku têne dinyayê dixwe. Lê Rea diya Zeus nêzîkê ku wê ê wî bîne dinyayê, direve girava Krîtê an jî çiyayê Îdayê di şikeftekî de wî tîne dinyayê. Paşî Rea wî dibe li çîyayê Egaîonê di nav şikeftekî xef dike û Zeus li wî şikeftê mezin dibe. Li hemberî desthilatdariya bavê xwe serî hil dide. Di encama Şerê tîtanan ser dikeve, dibe keyê nemiran.
Piştî şerê tîtanan vê ga Tîfon dibe belayê serê Zeus. Tîfon dikare ser bikeve, hemu xwedawendên Olîmpê direvin. Lê dîsa pê alikariyên xwedawendên Olîmpê Zeus ser dikeve dibe keyê xwedawendan.
- Hevjinên wê yên nemir û bê hejmar xoşewîstên yên fanî hebû. Hevjinên wî yên nemir:
- Hevjin û Xoşewîstên wî yên fanî: