Hesperîd

Mîtolojîyê da cureyekî periyan

Hesperîd di mîtolojiya yewnanî de cureyekî nîmfêyan e. Di parastina sêvên zêr tên zanîn. Ew keçên Nîks û Atlasê bûn. Navekî wan jî periyên şevê an go tîreja zêra hîngoriyê ye.

Hesperîd
Agahiyên kesane
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Baxçeyên Hesperîdan, çêkir : Edward Burne-Jones(1869)

Gaîa ji bo daweta Zeus û yên Herayê sêvên zêr diyariyê wa kiribû. Peywira parastina wan dane 4 xwişkên Hesperîdan. Navê wan xwişkan Aigle, Erytheia, Hesperie, û Arethousa bû.[1] Heman demê de beşdarî daweta Pêleûs û yên Têtîsê , Kadmos û Hermonia, Hêlios û Klîmene bûn. [2] Warê wan Hesperîa bû. Hem dawetê re hem jî şevê re hatibûn têkildar kirin.

Parastina hin zînetên xwedawendan dîsa hesperîdan dikirin. Lehengê navdar Perseûs hewceyî wan zînetan bû. Ev zînet filalên bi du bask, çenteyekî bi sîhrî, laçika Hadêsê kesên ku yên wê wegrî nêxuya dike, pêk dihatin. Lê Perseûs cihê ku Hesperîdan dijîn nizaniya. Cihê wan tenê Graîayan dizaniyan. Perseûs bi kutekî agahiyên cihê Hesperîdan ji Graîayan stand. Hate ba Hesperîdan, zînetên ku ew xwestî ji wan stand. Perseûs pê wan peywirên xwe qedand, zînetan da Hermêsê. Hermês jî wan dîsa da Hesperîdan.[3]

Hesperîd di nav donzdeh peywirên Hêraklês jî he ye. Sêvên ku Zeûs ji bo wan biparêzê dabû wan. Hêra ji bo sêvan biparêzê marê Ladonê kiribû parastvanê darê. Li ser vê dara sêvên pîroz çar peywirê Hesperîdan hebû. Aegle dibirqand , Hesperie av dida , Erytheia kezaxtinê dikir , Hestia kulîlka kontrol dikir.[4] Atlas jî cîranê wan bû. Hêraklês hat nêzîkê wan bû pê rimekî Ladonê kuşt. Atlas û Heraklês sozek dane hev Hêraklês ji cihê wî bihûştê hilgirta ,Atlas jî ji ber vê sêva bi aniya. Atlas wezîfeya hilgirtina bihûştê emanetî da Hêraklês'ê û sêvên zêr berhev kir . Lê nehat , Hêraklês fêm kir ku hatiye xapandin. Çend sal şunde Atlas hat û niyeta xwe ya çuyînê eşkere kir dîsa. Lê vê carê Hêraklês jê hesiya. Lîstikeke pêkanî dîsa bihuştê da ser pişta Atlas'ê. Sêvên zêr jî ji Atlas'ê stand û peywira xwe temam kir. Sêv hate destê Atênêyê Atênê jî sêva dîsa da Hesperîdan.

Sêva ku îxtilafek vedike nav Yezdanên Olîmposê, paşê dibe sedema Şerê Troyayê , Erîks ji baxçeyên Hesperîdan dizî bû.[5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Pseudo-Apollodorus, Bibliotheca 2. 113 - 4
  2. ^ https://www.theoi.com/Titan/Hesperides.html.
  3. ^ Pseudo-Apollodorus, Bibliotheca 2. 46
  4. ^ "HESPERIDES - the Greek Spirits of Evening (Greek mythology)". Godchecker - Your Guide to the Gods. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "HESPERIDES - Greek Goddess-Nymphs of the Evening & Sunsets". www.theoi.com. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2023.