Perseûs

Di mîtolojiya yewnanî de leheng û damezrênerê Mîken'ê

Perseûs di mîtolojiya yewnanî de nîvxwedawendek e. Bavê wî Zeûs, diya wî keça keyê Argosê Danaê ye.

Perseûs
Περσεύς Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çekharpe, Medûsa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstMetamorphoses Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Hevjîn
Zarok
  • Gorgofonê
  • Persês
  • Alkeos
  • Êlektrîon
  • Helios
  • Mêstor
  • Autoxtê
  • Kînûros
  • Stenelos
  • Erîtra
  • Erîtras Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanAndromeda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Q3476559 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bavê Danaeyê Akrîsios, keça xwe ji zindanekî de heps kir bû. Lê Zeus wek dilopek baranê bi zêrîn nav banê da kete hindûr. Bûne xoşewîstên hev û Perseûs wisa hate dinê. Akrîsios fermana kuştina keça xwe û yên Perseûs da. Zeûs nehişt ew bên kuştin. Jin û kurê wî bi awayekî ewlehî hatin girava Serîfosê. Keyê giravê Polîdektes bû mêrê Danaeyê, zirbavê Perseûs. Wî perwerde kir rêya qehremantiyê nîşa wî da. Bi hev ra biryar diden ku kuştina Medûsayê ti Perseûsê navdar bike.[1]

Kuştina Medûsayê biguhêre

Ji bo kuştina Medûsa'yê hin kemasiyên Perseûsê hebûn. Ev kêmasî: filalên bi du bask, çenteyekî bi sîhrî, laçika Hadêsê kesên ku yên wê wegrî nêxuya dike, pêk dihatin. Ev kêmasî bi temamî aliyê Periyan dihatin parastin. Lê cihê periyan dijîn tenê Graîa dizaniyan. Bi rênçberiya Hermês û Atênayê Perseûs dest bi rê kir. Di pişta rewîtiyekî dirêj da xwe gihandin sînorê Okeanosê ba Graîayan. Graîayên cihên periyan ji wan re negotin. Perseûs yek çavê wan û yek diranên wan jê vekir. Fîdyeya agahiyên periyan bûn ev. Agahiyen cihê periyan gotin Perseûsê, Perseûs jî çav û diranên wan dîsa dane wan. Pê vê agahiye Perseûs çu ba periyan û her sê kemasiyên xwe peyda kir.Hermes jî ji wî ra mangaxek diyarî kir.

Piştê revîtiyeke din Perseûs xwe gihande cihê Medûsa û Gorgonan din dijîn.Ev Gorgon sê xwişkan pêk dihatin û çavê Gorgonan yekî biketa ew dibûya kevir. Lê Gorgon hemû radizan. Alîkariya Atênê'yê Perseûs Medûsa'yê nav van da dît û serê wê jê kir û danî nav çenteyên xwe. Di nav bedenen bê serî Pêgasosê hespên bi bask û bavê Geryona devên bi bask Kîrîsaor derket. Her du xwişkên Medûsa'yê yanî Gorgonên din hişyar bûn. Dixwestin ku Perseûs bikujin. Lê Perseûs laçika nexûyabûnê xwe kir û pê filalên dû bask ji wir firî û revî.

Perseûs li ser çolên Lîbyayê firî. Xwîna Medûsa'yê rija ser çolên Lîbya'yê û bûne marên rengûreng.

Perseûs heya keyaniya Atlasê firî û ji Atlasê xwest ku bibe mêvanî wî. Lê baxçeya kî Atlasê hebû ku darên wî zêr dida. Atlas ji kujerê Medûsa'yê tirsa, mêvantiya wê qebûl nekir. Perseûs jî aciz bu, ji çenteya xwe serî Medûsa'yê derxîst û pê wê Atlasê kire çiyayekî zinarî.Paşê dîsa vegeriya rewîtiyê.[2]

Perseûs û Andromêda biguhêre

Perseûs li ser welatê Etiyopyayê diboriya. Keyê wê welatê Cepheûs bû. Welat di bin leyekî da hatibû weran kirin. Perseûs nezîkê welatê bû, li wir keçikekî ji zinarê hatibû girêdan dît. Ew keça keyê bû, navê wî Andromêda bû. Posîdon leyê û canewaran şandibû wî welatê. Remilvan jî ji ber xilasbûna welat qurbankirina keça wî Andromedayê pêşniyazê keyê kiribûn.Key jî wê qebûl kiribû. Key û Keybanû li ser zinarekî bi dilekî xemgîn benda canewaran bû. Perseûs vê manzarayê da xwe danî ba Key Cepheûs. Kuştina canewarê teklîf kir û hemberî wê teklîfê jî şerta wî, keça wê ji wê xwest. Key teklîf û şertên wî qebûl kir. Perseûs çu nava behrê û nava pêlên deryayê serê canewarê dît . Serê wê dişîba serên semasiyan . Perseûs tayekî avête dûvê canewarê lê kêr nehat, kete xwarê. Serê Medûsayê careke din ji çenteyê derxist û canewarê jî kire kevir. Andromêda ji mirinê filitî.

 
li ser vazoyekî Perseûs û Andromeda

Dest bi dawetê kirin. Nav şahiya dawetê da dergîstiya Andromêda'yê Pîneûs û hevalên wî ser dawetê girtin.Tekoşînek navbera Perseûs û wan destpê kir. Hindik mabû Perseûs têkbiçûya lê dîsa dest avête serê Medûsa'yê dîsa ser ket.[3]

Vegera Perseûsê û Damezrandina Şaristaniya Mîkenê biguhêre

Piştî wan bûyeran Perseûs û hevjina wê Andromêda vedigerin Serîfosê. Danaê vê yekê pir kêfxweş dibe. Perseûs bapîrê xwe ra agahiyên niyeta vegera xwe yên Argosê dişîne. Bapîre wî keyê Argosê Akrîsîûs ji wî ditirse, direve ba keyê keyaniya Larîssayê. Key Teutemîas hevalê wî ye. Lê qehreman Perseûs dixwasta ku bapîrê wî dîsa vegere Argosê. Perseûs ji bo gazî kirina bapîrê xwe diçe Larîssayê.Larîssa'yê tiştekî ecêp diqewimî, Perseûs bi bêhemdî pê dîskekî bapîrê xwe dikuje.

Perseûs ne dixwast ku bibe keyê Argosê. Ne dixwast ciye qurbaniyên xwe de rûne. Perseûs melheze kir kû eger bibûya keya keyaniya Argosê ti bibûya nijdevan an talanker. Ji ber wê Perseûs keyê keyaniya Tîrînsê Megapentesê ra keyaniyan guherandin. Megapentes bû keya Argosê. Perseûs jî bajarên Mîken û Medeayê avakir.[4] Paşê ev bajar bûne çavkaniyên çanda Yewnanî.

Perseûs serê Medûsa'yê ji Atênêyê re diyarî kir. Atênê wê seriyê danî nav mertala xwe.

Bi binemaliya Perseûs û Andromedayê pir qehremanên mîtolojîk derketin. Keça wan Alkmênê diya Hêraklêsê navdar(di mitolojiya yewnanî û yên romayî).[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:218)
  2. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:219-220)
  3. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:220-221)
  4. ^ a b Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:221-222)