Posîdon
Posîdon (bi yewnaniya kevn: Ποσειδῶν, lat. Poseidôn) di mîtolojiya yewnanî de xwedayê avê û deryayê yê. Posîdon di heman demê de xwedayê erdhejan e.[1] Afirînerê hespan e û heman demê de sembola wî jî hesp e. Hevjina Posîdonî Amfîtrîte ye. Ew ji yek Xwedawendên Olîmpî yê û birayê keyê Xwedawendên Zeusê ye. Kurê Kronos û Reayê ye. Destê wî rima sê serî bi riha şîn hatiye teswîrkirin.[2]
Posîdon Ποσειδών | |
---|---|
Perestvan | mîtolojiya yewnanî |
Sembol | |
Tekst | Odîseya, Îlyada, Hades |
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn |
|
Zarok |
|
Xanedan | Arnê, Amfîtrîtê, Tîro, Eurîtê, Korkîra |
Wekhev | |
Neptunus, Ahti, Egîr, Njord, Yam | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Etîmolojî
biguhêreNavê wî pir kevn e. Ji ber vê yekê dibe ku hêj di nav demên kevnar de jî bikaranîna peyvên ku ji navê wî pêk anîne, winda bûne. Lewma etîmolojiya navê wî baş nayê zanîn. Lê belê hin texmîn hene. Hinek nivîskar wî "mêrên erdê" hinek din jî wek "mîrê avan" wateya navê wî ji girêdana etîmolojiyê kirine. Platon derheqê wateya navê wî de "gelek tiştan dizanî" gotiye. [3]
Mîta wî
biguhêreEw jî wek xwişk û birayên xwe ji hêla bavê xwe Kronosê hate xwarin. Heya birayê wî Zeus wî ji zikê Kronosê derxist ew di nav zikê Kronosê ma. Paşê pê Şerê tîtanan Zeus xwişk û birayên xwe rizgar kir. Desthilatdarî ket destê Xwedawendên Olîmpî, Posîdon jî bû xwediyê behr û avê.
Rima wî ya sê serî ji hêla Kîklopan hatiye çêkirin. Piştre Kîklopan wek xelatek rimê dane Posîdonê.
Hevjina wî û kurê wî ya ji hevjina wî Trîton û Posîdon bi hev re di bin behrê de di nav qesrên xwe dijîn.[4]
Posîdon piranî rik ji mirovan û xwedawendên din digirt. Ji xwe gelek mîtên wî li ser vê rikê ye. Yên herî navdar jî çîroka Odîseusê ye.
Îtîlafên navbeyna xwedawendên din û Posîdonê
biguhêre- Posîdon her tim qurre bû ji ber vê yekê neheqiyen birê xwe Zeusê qebûl nedikir. Carekê li hemberî birê xwe serî rakir. Ew ne tenê bû Hêra û Atênê ji hevalbendên wî bûn. Lê Zeus bi alîkariya Têtîs û Briareusê hêza wan şikand. Pişt re Zeusji bo ku ji wîre bibe ceza wî da xulamtiya Key Laomedonê. Key jî ferman da ku sûr ji bo bajarê xwe Troyayê çêken. Posîdon neçarma vêyekêqebûl kir. Dihat bawerkirin ku sûrên Troyayê pê destê Posîdonê hatiye çêkirin. [3]
- Carekê Posîdon ji Atênêyê bajarê Atînayê xwest. Digot ez çêtir bim ji bo bajarê lê Atênê vê yekê qebûl nekir. Posîdonê ji bo ku başbûna xwe bide qebûlkirin rima xwe zinarekî da heta perestgeha Akropolîsa Atînayê behr hat. Behr êdî dihata Atînayê jî. Atênê jî pê darekî zeytûnan hat, darê diyarî Atînayê kir. Keyê Atînayê ya yekem Kekrops darê eciband û Atênêyê bijart. Çiqên zeytûnê ji bû sembola aşîtiyê. [3]
Çavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |