Sarpêdon

Keya Lîkyayê efsaneyî

Di Mîtolojiya yewnanî de Sarpêdon kurê Zeus bû. Aliyê Troyayê şer kir. Di Îlyadê de ew kurê Zeus û Laodamia ye (Laodamiaya keça Bellerophon), di guhertoya standard a paşîn de ew kurê Zeus û Europê, birayê Minos û Radamanthus e. Li aliyê din di hin çavkaniyan de Sarpêdonê ku beşdarî şerê Troyayê bûye neviyê Sarpêdonî ku birayê Mînos e.[1]

Sarpêdon
TekstÎlyada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Zeus (Laodamia), Evandros Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Laodamia (Zeus), Dêîdameia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Zarok
  • Antîfatês Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Hîpnos û Tanatos laşê Sarpedon ji qada şer a Troyayê hildigirin; Lekythos dora 440 BZ.

Kult biguhêre

Li Xantosa Lîkyayê, perestgehek ji Sarpedon re hatibû çêkirin hebû. Di heman demê de, li Seleukeîa ya li Kîlîkyayê, perestgeha Apollo Sarpedonios û Artemis Sarpedonia hebû. Li gorî Tertullîan, li ser Troadê perestgehek Sarpedon û perestgehek hebû; lê belê, dibe ku Tertuliian ev yek bi şîreta li Kîlîkyayê tevlihev kiribe.[2] Hin delîl hene ku destnîşan dikin ku Sarpedon ne yewnanî ye û beriye Homerosê jî ew hebû [3]

Bînemaliya Sarpedonê biguhêre

Sê kevneşopiyên cihê hene ku lêkolîna binemaliyê Sarpedon, birayê Minos û lehengê şerê Troyayê dikin.

Di Îlyada Homeros de, du kurê Zeusê hene ji Europê, Minos û Rhadamanthus .[4][5] Li gorî Îlyadê, Sarpedon, hevalbendê Troyayê yê Lîkyayê, kurê Zeus û Laodamiaê bû, ku tu têkiliya wan a zelal bi Krîtê re tune bû.[6] Lêbelê, di kevneşopiya klasîk a standard de, Sarpedon kurê Zeus û Europayê ye, Krîtî yê, û birayê Minos e.[7] Ger Hesîod û Bakkîlîdes di pirtûka 12 ya Îlyadayê de hatine binav kirin, Europa sê kur dane Zeusê li Girîtê, ew: Minos, Sarpedon û Rhadamanthus . [8]

Beşek ji Kataloga Jinan a Hesîodos ( li ser papîrusê bi gelek qulikan veşartiye) behsa zarokên Europêyê ji aliyê Zeuse hatiye ducanî kirin dike, û tenê navê Rhadamanthus parastiye, ji bo navên Minos û Sarpedon jî cîhek têr heye lê ew beşa mayî de, qala kedkarên Sarpedon ên li Troyayê tê kirin. [8] Di esera xwe Karyayiyana Esxîlos gotiye: Sarpedon kurê sêyemîn ê Zeus û Europêyê ye, piştî Mînos û Radamanthus.[9] Di vê xebatê de, Sarpedon li Troyayê şer dike, dema ku Europê bi kelecan li bendê ye ku fêr bibe ka dê çarenûsa Sarpedon çi eşkere bike. Heman binemalî di lîstika Euripidesê Rêsus de tê dîtin.

Rastiya ku lehengekî şerê Troyayê birayê Mînos e, hin pirsgirêkên binemalî derdixe holê; ji ber ku Mînos sê nifş beriya şerê Troyayê hatiye dinyayê. Di hin çavkaniyan de, Zeus jiyanek dirêj daye kurê xwe Sarpedon. Diyariyek weha jixwe di perçeya Kataloga Hesîodos de hatiye behs kirin, û Apollodorus, dibe ku di Katalogê de berdewam bike, dibêje ku Zeus hişt ku kurê wî sê nifşan bijî. Lêbelê, hin çavkaniyên din destnîşan dikin ku Sarpedona birayê Minos, û Sarpedona ku li Troyayê şer kirin, mirovên cûda bûn. Diodorus Siculus dibêje, li gor efsaneya Krîtiyan Sarpedon, kurê Zeus û Europê û her weha birayê Mînos û Radamanthus,bû. Kurê wê bi navê Euandrus hebû, ku bi Deïdameia'ya, keça Bellerophon re zewicî û zarokê wan çêbû navê wê kirin Sarpedon. Sarpedona di Troyayê da şer kirî neviyê Sarpedona kurê Zeus e

Di Dictys Cretensis de, Sarpedon kurê Xanthus û Laodamîa ye,[10] di aliyekî din de di Nasnameyên Klementine de ew kurê Zeus û Hippodamia ye.[11]

Birayê Minosê biguhêre

Sarpedon û birayên wî Mînos û Radamanthus ji aliyê KeyAsterion ve hatin xwedî kirin.[12] Li gorî pirtûka Îlyada 12 (li jor behsa wê hatiye kirin), dema ku Zeus Europê anî Krîtê, wî ew wek jin da Asterion.[13] Ji aliyê din ve, mîtograf Diodorus Siculus û Apollodorus ji me re dibêje ku Europa bi Asterius re zewicîn, ku kurên wî Mînos, Sarpedon û Radamanthus qebûl kirin.[14] Dema ku ew mezin dibin, Sarpedon û Mînos şer dikin, Mînos ser dikeve û Sarpedon neçar dimîne ku ji welatê xwe, Krîtê, bireve Anatolyayê û serpêhatiya wî, wî dikişîne Lîkyayê.

Herodot ji me re dibêje, Sarpedon û Mînos ji bo textê Krîtê şer kirin, û Mînos bi ser ket, Sarpedon û alîgirên wî ji Krîtê diavêje (ji wan re Termilae tê gotin). Ew reviyan deverek ku ji Milyanan(wê hingê jê re Solîmî digotin) ve hatî kontrol kirin, dest xistin. Paşê ev dever bi navê Likya hat bi navkirin ku navê wê Lîcus, kurê padîşahê Atînayê Pandion II, tê zanîn.[15] Lêbelê, guhertoya din a çîrokê ku ji hêla Apollodorus ve hatî vegotin radigihîne ku Mînos ji bo hezkirina Mîletus (an Atîmnîus, kurê Zeus û Kassîopeîa) bi Sarpedon re şer kir. Di vê çavkaniyê de jî Mînos bi ser dikeve û Sarpedon bi Miletosê re direve û vê carê tevlî birayê Europa, Kiliks dibe, ku bi Lîkiyan re şer dike. Kîlîks di şer de bi ser dikeve, û Sarpedon dibe keya Lîkyayê. Li gorî dîroknasê sedsala çaremîn a B.Z. Ephorus, Sarpedon wekî damezrînerê bajarê Kariyan Mîletus tê binav kirin .

Wekî ku li jor hatî behs kirin, di kevneşopiya standard de, ev Sarpedon serokê yekîtiya Lîkiyan bû ku di şerê Troyayê de di na hêzên Troyayê de Akayan re şer kiribû. Lêbelê, li gorî Dîodorus Sîkulus, dîsa neviyê Sarpedona kurê Zeusê bû lê navê wê jî Sarpedo bû.

Şerê Troyayê biguhêre

Sarpedon bi pismamê xwe Glaukus re beşdarî hêzên Troyayiyan bû û di şerê Troyayê de bû yek ji girîngtirîn hevalbend û qehremanên Troya[16] .

 
Mirina Sarpedon li ser kratera Eupronîos e. Jê re kratera Sarpedon jî tê gotin, dora 515 BZ.

Îlyada (Pirtûka 5, 471-492)de Sarpedon, Hektorê şermezar dike. Îdia dike ku Hektor hemû têkoşînên dijwar ên şer ji hevalbendên Troyayê ra hiştiye. Lîkiyan bi rastî jî tu sedemek tune ku bi Akayan re şer bikin, . Ew ji bo Lîkiyan jî behsa tiştekî girîng dike û dibêje ku ew vî şerî bi awayê herî baş didomînin ji ber ku ew hevalbendên rastîn ên Troyayê ne.[17] Gava ku Troyayî êrîşî dîwarê ku ji aliye Akayan ve nû hatî avakirin kirin, Sarpedon merivên xwe (ku Glaukus û Asteropaîos jî tê de hene) ber bi xetên pêşîn ve ajot, ev dibe sedem ku Ayas û Teucer bala xwe ji êrîşa Hektor bikşînin ser hêzên Sarpedon. Wî bi xwe pêşengiya têkoşînê kir û yê yekem bû ku kete kampa Akayan. Ev êrîş bû sedem ku Hektor dîwarê Akayan qul bike. Di vê êrîşê de Sarpedon ji Glaukus re axaftinekî wêrekiyê kir [18] Axaftin li ser wê yekê ye ku ew keyên herî birûmet in, ji ber vê yekê di berdêla vê rûmetê de divê ew bibin yên ku herî zêde şer dikin û xwe îspat dikin . Gava ku ew xwe amade dikin ku bikevin nav şer, ew ji Glaukus re dibêje ku ew ê bi hev re biçin rûmetê, ku heke ew biserkevin, ew ê ya wan be, û heke nekarin, rûmeta wî dê ji yê ku wan rawestîne pir bilindtir be.

 
Mirina Sarpedon bi destê Patrokloss, Heraclea, nêzîkî 400 BZ

Mirin biguhêre

 
Sarpedon aliyê Hîpnos û Thanatos ve tê girtin,(Henry Fuseli) 1803

Dema ku Patraklos bi zirxên Axîleûs ket şer, Sarpedon li qada şer rastê wê hat. Zeus qedera Sarpedonê dizaniya.Sarpedon di destê Patraklosê can bida lê Zeus hêj biryar nedabu mûdaxeleê qederê bike ya na . Heger Hera bi bîra wî nexistibûya ku kurên xwedawendên din jî şer kirin û mirin, û kurên xwedawendên din jî qedera mirinê ne, dê wisa bikira. Heger Zeus diviyabû kurê xwe ji qedera wî xilas bikira, xwedawendekî din dikaribû heman tiştî bikira, lewra Zeus ji Sarpedon hişt ku di şerê xwe yê bi Patraklos re bimire. Di dema şerê wan de, Zeus dilopên baranê yên bi xwîn bi ser serê Troyayan de barandin û şîna mirina kurê xwe diyar kir.[19]

Dema ku Sarpedon ji birînên mirinê ket, wî gazî Glaukos kir ku laş û çekên xwe xilas bike. Patraklos rima xwe ya ku xistibû nav Sarpedon kişand û dema ku ruhê Sarpedon ji laşê wî derket, rimê bi wî re hat.[20] Li ser cesedê keyê ji bo bidestxistina laş û cilên keyê têkoşîneke dijwar çêbû. Akayan zirxên wî standin (Paşê ew zirx di lîstikên cenazeyê Patroklos de wekî xelat hate dayîn); Lê Zeus Fêbe û Apolloyê ji bo xilaskirina laşê Sarpedon'ê şand. Apollo laş girt, paqij kir û da Hîpnos (xew) û Thanatos (mirin). Wan jî ew ji bo veşartinê birin Lîkyayê.[21]

Binêre: Pirtûkên Îlyada: II, IV, XII, XVI.

Navê meteorîtek ji lehengê Trojan, 2223 Sarpedon, hatiye girtin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hard, pp. 349 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine-350 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine.
  2. ^ Renberg, p. 530 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine.
  3. ^ Janko, p. 372 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine; Rose, s.v. Sarpedon, p. 952.
  4. ^ Gantz, pp. 210, 211
  5. ^ Iliad, 14.321–322 14.
  6. ^ Hard, p. 349 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine; Gantz, pp. 211, 316; Homer, Iliad, 2.876–877, 6.191–199.
  7. ^ Gantz, p. 210; Hesiod fr. 89 Most Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine = Schol. D in Hom. Il. 12.397 = Hesiod fr. 140 Merkelbach-West = Bacchylides fr. 10 Snell-Machler.
  8. ^ a b Gantz, p. 210; Hesiod fr. 90 Most Girêdana arşîvê 2021-01-21 li ser Wayback Machine = P. Oxy. 1358 fr. 1 col. I; 6-13: P. Reinach 77 = Hesiod fr. 141 Merkelbach-West.
  9. ^ Sommerstiein, pp. 110–111 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine; Gantz, pp. 210–211; Aeschylus fr. 99 Girêdana arşîvê 2021-01-24 li ser Wayback Machine.
  10. ^ Dictys Cretensis, 2.11, p. 42.
  11. ^ Clementine Recognitions 10.21.
  12. ^ Hard, p. 337 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine.
  13. ^ Gantz, p. 210; Hesiod fr. 89 Most Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine = Schol. D in Hom. Il. 12.397 = Hesiod fr. 140 Merkelbach-West.
  14. ^ Diodorus Siculus, 4.60.2–3; Apollodorus, 3.1.1–2.
  15. ^ Hard, p. 350 Girêdana arşîvê 2021-01-22 li ser Wayback Machine; Herodotus, 1.173.2. Strabo ile karşılaştırın, 12.8.5.
  16. ^ Homer, Iliad, 2. 876
  17. ^ 5. 479-492
  18. ^ 12.310-28
  19. ^ 16. 419-461
  20. ^ 16. 477-505
  21. ^ 16. 667-684; ayrıca Virgil, Aeneid, 1. 100