Hektor

Mîrzade û lehengekî mîtolojiya yewnanî

Hektor mîrzadeyê Troyayê yê efsaneyî ye. Şerê Troyayê de fermandariya hemû Anatolya û Troyayê wî kiriye. Lawê Prîamos e.

Hektor
Έκτορας Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada, Komediya Xwedayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
  • Andromaxê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Astianaks
  • Oksînios
  • Laodamas
  • Anfîneûs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanAndromaxê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Hektor beriya şerê Axîles ra kirî, hatiye dîtina malbata xwe li ser firaxekê (b.z. salên 370-360), Muzeya Palazzo, Îtalya

Hektor di şerê Troyayê de biguhêre

Di nava şer de Hektor fermandariya hêzên Troyayê dikir. Hektor pir serkeftî bû.Nedihişt neyar bikevin bajarê Troyayê. Navbera hêzên Akayiyan da ixtîlafek peyda bi bû. Key Agamemnon û fermandar Axîleûs ne baş bû ji ber vê yekê Axîleûs nedihat şerê. Hêzên Hektor Akayiyan dorpêç kir û hin keştiyên wan şewitand. Hektor Patraklosê jî kuşt.Dixwasta ku laşê Patraklos'ê erdê kaş bike û heqaret bike laşê wî. Menelaos û Aîasa Mezin nehiştin tekoşînek mezin kirin , laşê wî ji destê Hektor'ê derxistin anîn nava hêzê Akayiyan.[1]

Mirina Hektor biguhêre

Piştî mirina Patraklos'ê Axîleûs pir qehr bû. Ser laşê wî soz da ku heta Hektor'ê pê deste xwe nekujî û hetta donzdeh Troyayî jî êsîr neke şîna Patraklos'ê nake. Agamemnon ra jî aş bû dîsa beşdarî nav hêzên Akayiyan bû. Leşkerên Akayî bi beşdarbûna wî hêrs bûn û destpê şer kirin. Troyayî hetta piştê surê Troya'yê vekişîyan. Axîleûs û Hektor tenê qada şerê de man. Dûelloya wan destpê kîr. Lê cara yekem wêrektîya Hektorê winda bû û ji tirsa Axîlês revî. Hektor direvîya , Axîleûs pê dibeziya. Prîamos'ê bavê wê , Hekabê'yê diya wê her du jî li ser suran temaşayê revîna kurê xwe dikirin. Sê caran li rexê bajarê hatin û çun. Paşê Hektor sekinî , Axîleûs nehişt tîran bavêjin ji wê ra . Dîsa dest bi dûelloyê kirin. Şerê navbera wan da dijwar bû lê Axîleûs serket ,Hektor beriya mirina xwe Axîleûs'e ra got: demekî qurt û eynî ciheda tu jî bimrî.Gavekî din ber deriyên Troyayê Hektor pê destê Axîleûs hate kuştin.[2]

Hektor mir û dîsa jî destê Axîlês xilas nebû. Axîlês laşê Hektor'ê parxela xwe gireda . Laşê wê sê caran rexê bajarê gerand û bire nav hêzên xwe. Ew buyer ber çavê dê û bavên Hektorê qewimî bû. Dengen qerîn û nalîna her dû yan hetta çûbû li jina wê Andromaxê . Ew jî hate ser suran kaşkirina laşê mêrê xwe wîsa dît , ew jî qehr bû.[3]

Dizîna bedena Hektor biguhêre

Li bajarê Troyayê û welatê Îlîon'ê şîna Hektor dikirin.Dê bav û hevjina Hektor'ê dixwastin qenebî bila laşê Hektor'ê destê wan da be lê laşê qehramana Troya'yê destê Akayiyan bû.[4]

Zeus xwedawendên dîn vê karê 'laş dizînê' pir acîz bûn. Axîles'ê ra diya wê Têtîs'ê şandin. Axîleûs gotina diya xwe razî bû , laşê Hektor'ê tu bidata Troya'yê. Xwedawend Erîs'ê jî şandin ba Prîamos'ê. Ji wê ra mîzgîniya 'dayîna laşê Hektor'ê' got.[5]

Prîamos dîyariyan amade kir û kete rê. Hermês û xwişka Hektorê Polîksenê jî pê ra bûn , Hermes bi fermana Zeûs'ê Prîamos'ê diparast. Xwe xef kirin û wîsa ketin nav leşkergehên Akayîyan.[6]

 
Prîamos ji ber bedana Hektor'ê fîdyeyan dide -Gîovannî Marîa Benzonî(p.z. sedsala 19em)

Prîamos çaxê Axîleûs'ê dît çû ber çokê wî , çokê wî girt , lava û heviyan kir ku laşê kurê wî bîde te wî. Axîleûs destê Prîamos'ê girt û wê rakir pîya. Axîleûs Prîamos'ê ra: ''Min jixwe laşê wî bîdata te''.Diyarîyên Prîamos'ê qebûl kir. Bedena Hektor'ê da Prîamos'ê.Prîamos vegeriya Troya'yê.[7]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:302-303)
  2. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:303)
  3. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel:304)
  4. ^ HOMER. ÎLYADA. Troyayê şîn.
  5. ^ HOMER. ÎLYADA. Axîles û Prîamos'ê ra fermana Xwedawenda tê.
  6. ^ HOMER. ÎLYADA. Prîamos di leşkergehên Akayîyanda ye.
  7. ^ HOMER. ÎLYADA. Destana Îlîos'ê Prîamos , ba Axîles.