Strabon
Strabon (bi yewnanî: Στράβων, lat. Strábōn; 64 an 63 b.z. - nêz. 24 p.z.) dîroknas, erdnas û fîlozofek yewnan e. Di dema xwe de bi lêkolînan ser koç kirina cihên tê nasîn û lêkolina ser kêjan gelan li kû de cîwar bûn re navdar bû. Diremînin ku bi Arîstokratên Roma re eqrebatî heye. Li îro kura yê malbatekî dewlemend de li parêzgeha Amasya ji dayik bû. Ew di cihanê de yekemê coxrafyavanê tê hesibandin.
Ew bi pirtûka xwe ya erdnîgarî yê li ser Cîhana Kevnar tê nasîn.[1]
Li Amasyayê de ji dayik bûye û li Amasyayê de miriye. Wî li ser yewnaniya klasîk xwend. Beriya zayînê di sala 44an de çûye Romayê ji bo xwendina xwe berdewam bike. Heta sala 31 b.z. li Romayê de ma. Di sala 29an b.z. de li Yewnanîstanê de geriya. Wî di sala 28an b.z. de çû Misrê. Ew li piraniya Împaratoriya Romayê geriyaye. Ew demekê dirêj li Roma û Îskenderiyeyê de maye.
Ew pirtûk heta ji hilweşîna Korînth û Kartacayê (146 BZ) heta dema mirina Qeyser an Şerê Actium vedigere . Bi tenê 19 parçe heta roja me ya îro mane. Piraniya 17 cildên wî yên Geographumena an jî Geographika (Erdnîgarî) heta roja me sax mane. Nivîskar wê berhemê ji bo gelên çandî yên cîhana yewnanî û romayî nivîsandiye.
Strabon di dema kevnar de erdnasek e ku yekem ravekirina têkiliya sedem-encamê ya volkanîzmê çêkiriye.
Çavkanî
biguhêre- ^ "Géographie de Strabon". 1880.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |