Apolon (bi yewnaniya kevn: Ἀπόλλων, lat. Apóllōn; bi latînî: Apollo) an Apolo yan jî Epolo, di dînê yewnan û romayî yê klasîk û mîtolojiya yewnanî û Mîtolojiya romayî de yek ji xwedawendên OlîmpÎ ye. Apolon wekî xwedawendê tîrvanî, muzîk û dans, rastî û pêşbinî, şîfa û nexweşiyan, tav û ronahî, helbestvanî û hêj bêtir tê naskirin. Ew wek yek ji xwedawendên yewnan ên herî girîng û kompleks, ew kurê Zeus û Lêto û cêwiyê xwedawendê nêçîrê Artemîsê ye.[1] Wekî ku xwedayê herî bedew û îdeal a kouros (ephebe an ciwaniya kose û werzişdar) tê dîtin, Apolon wekî hemî xwedayên herî yewnanî tê hesibandin. Pêşbîniya Delfiyê ji wî re hate terxankirin. Apolon di mîtolojiya etrûskan de ku bi mîtolojiya yewnanî ve bandorkirî ye wekî Apulu tê zanîn.

Apolon
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstAlceste, Who Mourns for Adonais?, Pilgrim of Eternity, Îlyada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Jidayikbûn
Delos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
  • Ûranîa
  • Amfîsa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Onkios
  • Esxîlos
  • Troîlos
  • Arîsteos
  • Îon
  • Kîknos
  • Mopsos
  • Orfeûs
  • Lînos
  • Lînos
  • Akrefeûs
  • Egîpan
  • Amfîtemîs
  • Amfîsos
  • Hîmeneos
  • Garamas
  • Naksos
  • Kîdon
  • Eleutêr
  • Testor
  • Oaksês
  • Îdmon
  • Yalemos
  • Fîlamon
  • Koronos
  • Partenos
  • Lîkoreûs
  • Agraeûs
  • Îamos
  • Amfiaraos
  • Îkadios
  • Lîkomêdês
  • Laodokos
  • Polîpetês
  • Tenês
  • Lînos
  • Anios
  • Sîros
  • Lapîtês
  • Zeuksîpos
  • Xeron
  • Delfos
  • Ptoos
  • Trofonios
  • Telîmisos
  • Apîs
  • Xarîklo
  • Epîdauros
  • Erîmantos
  • Eurîdîkê
  • Melaneûs
  • Fêmonoê
  • Megareûs
  • Îsmênos
  • Kîkon
  • Fîlandros
  • Fîlakîdês
  • Doros
  • Eneûs
  • Galeotês
  • Arabios
  • Kînîras
  • Mîlêtos
  • Autûxos
  • Branxos
  • Kastalios
  • Kentauros
  • Kêfîso
  • Apolonîs
  • Borîstenîs
  • Xios
  • Xrîsês
  • Korîbantes
  • Kînês
  • Kîzîkos
  • Eriopîs
  • Eurîpîdês
  • Kûrêt
  • Pîtaeûs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanÛranîa, Amfîsa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Apollo, Sun, Sol, Belenus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jêder û nav biguhêre

Tê texmin ku jêdera kulta Apolonî ji Anatolyayê de tê. Bêjenasiya navê Apolon ne diyar e. Dibe ku ev bi zimanê yewnanî bi wateya "dazanîner", "hilweşîner" an ew ê ku ji karesat diparêze. Di Îlyadayê de, Homer jê re digot Smînteûs bi yewnaniya kevn: Σμινθεύς, lat. Smintheús ("cirdkuj") û "yê ku ji dûr ve". Li ser navê Febos Apolon ("ew ê birqîn", bi latînî: Phoebus) ew jî bi xwedawendê rojê Helios re hat wekhevkirin. Navên din Boedromios, "yê ku dilezîne alîkariyê bike, bi qîrînek şer" û Loxias bûn.

Pitagorasvan û platonîstên ku bi taybetî Apolon diperistiyan, pê bawer bûn ku navê wî wateyeke felsefî ye. Ewna vê navê wekî Apolon (" ewê ne pir") şîrove kirin, ji a- ("ne", alpha privativum) û polon ("gelek"). Di nav wan de tiwancek ji yek, ya herî bilind, bêguman prensîpa zêdetir re, berevajiya pirrjimar dîtin. Li gorî vê şiroveyê, ku nûplatonîst Plotînos ji pîtagorasvan re dihesibîn e, "Apolon" navê xwedayê Yek e. Ev bêjenasiya navê Apolon bi eşkereyî di berhemên Platon de nayê govanî dan, lê ew xuya dike ku ew pê dizan bû. Di lêkolînê de tê texmînkirin ku ew beşek ji "dîtaneya nenivîsî" bû, ku tenê bi devkî hate ragihandin.

Efsane biguhêre

Hesibandin biguhêre

Apolon parêzkarê huner û muzîkê bû û serokê neh mûzeyan kir (lewma Musagetes bernavekî wî bû) û di heman demê de xwedayê kefaretê bû. Ew jî wekî Apolon Epicurios, xwedayê şifayê hate hesibandin û bi vî wayî şêniyên Figalia ji nexweşiya webayê filîtand. Lê ew di warên din ên jiyanê de jî rolek dileyîst: ew nexweşî, mirin û xirabkirinê derxist (mîna xwedê Babîl Nergal ) û şûnda di şerê Troyayê de webayê şand li wargeha Akayan. Di heman demê de ew ji xeteran filîtand (mînak, di fonksiyona Apolon Smintheus, "destavêjê mişkan" an Apolon Lukeios de wekî parêzkarê kewteyan ji guran). Wekî ku xwedayê şîfayê, pêşbînî û cîhenên pêşbiniyê bi wî re têkildar bû. Bi mirina ejdeha Puthon re, Apolon hêzên dîtbarî bi dest xwe xist û lewma jî wek Apolon Pûtios navlêkiribû û ji bo rêza wî de lîstikên Pûtos hatine pîrozkirin.

 
Perestgeha Apolonî li Delfiyê (Yewnanistan)

Ew dikaribû jêhatibûna pêşbiniyê bide ji mirbaran mîna Kasandra, keça key Priamos bide. Di Şerê Troyayê de ew li tenişta Troyayê bû û di nav şer de bi guleyên tîrê armanckirî desttêwerdan kir; ew wek tolhildêr bi tîrên xwe re şand wargeha Akayan ji ber ku wan keça kahînê Apolon girtî bûn û kirîbûn xulama xwe.

Ji bilî vegotinên ku ji bo wî kesê tîpîk in, wek pêşbirka muzeyî ya bi xwedawendê şivanan Pan, Apolon di hejmareke girîng a çîrokên ku derbarê wî de têne behskrin wekî tolhildêr an kujer xuya dibe. Ji ber vê yekê wî niobeyiyan û dêw Tîtoos kuştin, yê ku dixwest destdirêjiya dayika wî bike; ew satîr Marsuas, ji ber ku ew hate gotin ku ji xwedê re muzîka xweşiktir çêkir. Ew ferman da Orestês ku dayika xwe Klîtemnêstra bikuje da ku ji ber kuştina bavê xwe Agamemnon tol hilde. Erînues yê ku vê yekê nepejirandin, piştre bi dîn ket Orestes, lê Apolon bi serfirazî li hember wan û ruhê Klytaimnestra li pêşberî Girê Aresê li Atînayê parast.

Vegotin biguhêre

Yekem çalakiya Apolon, ku li Lîkya an li "girava livdar" Delos hat cîhanê, kuştina mar, Pûton, dijminê diya xwe Leto bû. Apolon bi tîrekê Pûton lê xist. Pûton bi giranî birîndar revî û gihîşt Orakleya dayika erdê li Delfî, ku bi navê rûmeta Delfûnê, jina Pûton hate navkirin.

Ferhengok biguhêre

  • kompleks:
  • îdeal:
  • kult:

Çavkanî biguhêre