Kasandra

Di mîtolojiya yewnanî de dotmîra Troyayê

Kasandra (yewnanî: Κασσάνδρα, Kassandra) di mîtolojiya yewnanî de dotmîra Troyayê ye. Keça Prîamos û yên Hekabêyê. Hemû çavkaniyên derheqê wê qebul diken ku ew kahînek bû. Çaxê genciniya xwe de ji aliyê xaleta xwe Xatûna Amazonan de hate perwerde kirin.

Kasandra
Image dans Infobox.
Kasandra li ber bajarê Troyayê yê dişewitî li gorî Evelyn De Morgan (1898, London)
Jidayikbûn
Dema nenasLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
TroyaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Dema nenasLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
MîkênLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Sernavê esilzade
Dotmîr (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Xwişk û bira
Zarok
Têledamos (d)
Pelops (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Dilê Apolonî kete wê. Lê belê ew ji Apolonî razî nebû. Apolon ji wê re hêzên pêşbiniyên rastî bida Kasandra jî beranberî wê hêzê daxwazên Apolonî çêkira. Apolon gotina xwe kir hêzên pêşbiniyên rastî da Kasandrayê. Lê Kasandra soza xwe cîh ne anî. Apolon ji vêyeke pir aciz bû wê lenet kir. Peşbiniyên Kasandrayê dîsa rast bûn lê êdî ti kesê ji wê bawer ne dikir.[1]Derbarê leneta wê nivîskarê latînî Hyginus di berhema xwe Fabulae de dibêje:

Kasandra, keça key û keybanûya, li perestgeha Apolon, ji pratîkê westiya, tê gotin ku di xew de çûye; Dema ku Apolon xwest wê hembêz bike, wê derfeta laşê xwe neda. Ji ber vê yekê, gava ku wê tiştên rast pêşbîniyan kir, kes jê bawer nekir.

Kasandra pêşbiniyekê ji bo Parîs û Helenêyê dîtibû. Heger Helenê bihata Troyayê ti ew bibûya sedeme ketina Troyayê. Lê pêşbîniya wê ji aliyê her kesî hat paşguhkirin. Helen hate bajarê. Piştî hatina wê jî şerê Troyayê dest pê kir.

Kasandra ketina bajarê Troyayê jî dîtibû. Çaxê Troyayî Hespê dar li ber deriên bajêrên dîtibû; Kasandra xetir ji bajariyan kir. Bajariyan guh neda îkazên kahînê. Hespê anîn nava bajar. Bajar di pê leşkerên di nav hespên de derketî hatibû dagirkirin.

Piştê werankirina bajarê Kasandra xwe xef kiribû di nav perstgeha Atênê. Lê li wir Aîasa biçûk wê dît, destdirêjiyan jê kir. Paşê êrîşa xwe ya qirêj qedand. Kasandrayê wek xulamekî da Agamemnonî.

Agamemnon xulamê xwe li xwe re bir. Kasandrayê li rêve pêşbînîyekî din dît. Pêşbîniyê da mirina Agamemnonê ji hêla jina wê Klîtemnêstrayê ve dît. Xetiriyan ji Agamemnonê jî kir. Agamemnon guh dayê lê piştê hatina mala xwe Mîken pêşbînîyê bîr kir. Klîtemnêstra, Agamemnonî ji destê dostê xwe Egîstosê ve bi pinîtî da kuştin.

Piştê mirina Agamemnonî, Klîtemnestrayê Kasandra jî nehîşt sax, wê jî kuşt.[2]

Binihêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Cassandra | Myth, Significance, & Trojan War | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 sibat 2023.
  2. ^ "The myth of Cassandra" (bi îngilîziya amerîkî). 17 tebax 2009. Roja gihiştinê 13 sibat 2023.