Prîamos
Prîamos, şahê dawî yên keyaniya Troyayê ye. Heman demê de wek keyê Frîgyayê jî tê hesibandin.[1] Di destana Îlyadayê ji hezkirina welatê xwe navdar bûye. Di Şerê Troyayê de şahê hemû hêzên Troyayê bû.
Prîamos | |
---|---|
Navê rastî | |
Mirin | Troya |
Sedema mirinê | Mêrkujî |
Hevwelatî | Troya |
Meqam | |
Hevjîn |
|
Partner | |
Zarok |
|
Dê û bav | |
Malbat | Dardanîdes |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di dema şerî de tê gotin 18 keça wî û 68 kurê wî hebûn. Lawên wê herî navdar Hektor, Parîs, keça wî herî navdar jî Kasandra ye.
Di nav Şerê Troyayê
biguhêreŞîna Hektorî
biguhêreDi şerê Troyayê de kurê wê ya fermandarê hêzên wê Hektor aliyê Axîleûsî hat kuştin. Prîamos û jina wê Hekabê jî vê yekê li ser surên Troyayê bi çavê xwe dîtin. Piştî mirina Hektorî bajarê Troyayê û welatê Îlîonê şîneke mezin hebû her kes qehr dibûya. Dê bav û hevjina Hektorî dixwastin qenebî bila laşê Hektorî destê wan da be lê laşê qehramana Troyayê destê akayiyan bû.[2]
Zeus xwedawendên dîn vê karê 'laş dizînê' pir acîz bûn. Axîleûsî ra diya wê Têtîsê şandin. Axîleûs gotina diya xwe razî bû , laşê Hektorî tu bidata Troyayê. Xwedawend Erîsê jî şandin ba Key Prîamos. Ji wê ra mîzgîniya 'dayîna laşê Hektorî' hat gotin.[3]
Prîamos diyariyan amade kir û kete rê. Hermês û xwişka Hektorî Polîksenê[4] jî pê ra bûn, Hermesî bi fermana Zeûsî Prîamos diparast. Xwe xef kirin û wîsa ketin nav leşkergehên akayiyan.[5]
Prîamosî çaxê Axîleûs dît çû ber çokê wî, çokê wî girt, lava û heviyan kir ku laşê kurê wî bîde te wî. Axîleûs destê Prîamosî girt û wê rakir piya. Axîleûs Prîamosî ra: Min jixwe laşê wî bidata te. Diyariyên Prîamosî qebûl kir. Bedena Hektorî da Prîamosî. Prîamos vegeriya Troyayê. [6]
Kuştina Keyê
biguhêrePrîamos heya ku bajarê ket destê akayan sax ma. Lê çaxê ketina Troyayê li rexê perestgehê[7] ji hêla kurê Axîleûs Neoptolemos ve bi awayekî dijwar hat kuştin.[8]
Çavkanî
biguhêre- ^ (131) Troades - Seneca
- ^ HOMER. ÎLYADA. Troyayê şîn.
- ^ HOMER. ÎLYADA.Axîles û Prîamosî ra fermana Xwedawenda tê.
- ^ kovara Aktûel Arkeolojî/tîrmeh-tebax (rûpel:14)
- ^ HOMER. ÎLYADA.Prîamos di leşkergehên Akayîyanda ye.
- ^ HOMER. ÎLYADA.Destana Îlîos'ê Prîamos , ba Axîles.
- ^ (140) Troades - Seneca
- ^ (328) Troades - Seneca
Ev gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |