Pan
Pan (bi yewnaniya kevin: Πάν, Pan) di mîtolojiya yewnanî de lehengekî nîvxwedawend û kurê Hermês û yê Penelopeyê ye. Ew xwedawendê şivanan , nêçîrvanan û mergên kovî bû. Sembola wî bizin ,cihê wê Arkadya bû. Ew mexluqetek ji satîran bû : ling, çokên wî yên bizina bû, qiloçên wê hebû. Piranî Xwedawend Dionîsosê re bû. Piranî seksê rê tê tekildarkirin ji ber wê zayînê re jî dihat tekildarkirin. [1]Hevaltiyê wî ji nîmfêyan re hebû:
Pan | |
---|---|
Perestvan | dînê Yewnanistana kevnare |
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xanedan | Egê |
Wekhev | |
Faunos | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Sîrînks û Pan
biguhêreSîrînks nîmfêyekî daristanê bû ,keça yezdana rûbaran Ladonê bû, Arkadyayê dijiya. Rojek ji rojan Pan ji nêçîrê vedigeriya rasta wê hat. Dilê wî kete wê. Lê Sîrînks guhneda pesnên wî, ji tirsa reviya ,dixwest ku biçê ba xwişkên xwe li çiyayê Lycaeumê. Giha ba xwişkên xwe lê Pan bi xeletî şiklên wan hemî guhert wan kire çîx. Bayekî sivik hat kete nav çîxan melodiyeke pir xemgîn ji wan hat. Pan hêj jî evîndarê wê bû , nizaniya nav wan çîxan de kîjan Sîrînks e ji ber wê her yekî re qetek jê vekir , lihev kir. Bi wê awayê ji xwe re enstrûmanekî çêkir, tu car bê wê nedigeriya.[1]
Êxo û Pan
biguhêreÊxo ji aliyê Hêrayê hatibû cezakirin , civat û civînan da ji wê re çi bihata gotin ew wan dûbare dikir.Dilê Panê kete wê lê wê evîna her zilamekî rezîl dikir.Evîna Panê jî rezîl kir. Demekî şûnde ew dildarê Narcissusê bû. Wê li pey Narcissus çû hewzekê, li wir ew evîndarê dîsa xwe bû û bû kulîlka nêrgizê. Ekho winda bû, lê dengê wê hîn jî di şikeftan û deverên din ên mîna wan de dihat bihîstin.[1]
Pîtîs û Pan
biguhêrePan di heman demê de ji nîmfêya bi navê Pitîs jî hez dikir. Ew jî ji Panê revî Pan şiklê wê guherand wê kire dara çamê.[1]
Çavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî mîtolojiya yewnanî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |