Satîr (yewnanî: σάτυρ) di mîtolojiya Yewnanî de cureyekî xwedawendên biçûk in. Ew kesayîtkirina ruhên azad, kovî, serbestên daristanê ne. Di encamê tekildarkirina wan ji kovitiyê re şiklên wan jî belav û sik e. Kepiyên wan mezin û rast, guhên wan tuj, di nav eniyên wan de qiloç,çermê wan bipirç û xwediyê duvekî biçûk hatine teswîr kirin.

Li ser vazoyekî hin Satîran (British Museum) (bz. 490-500)

Kovî bûn, nêçîrê dikirin, reks dikirin, gelek şerabê wedixwarin. Bi bandora serxweşiyê gelek radizan.

Tenê ne mirov nîmfê jî ji wan ditirsan. Bi saya şerabê li derdora Dionîsos bûn û di gelek mîtan de ji wî ra hatibûn têkildar kirin. Jixwe rêberê satîran Sîlênos jî hem mamosteyê hem jî hevalekî Dionîsos bû.

Satîrên kal re dibêjin Sîlen û peykerê wan çêtir mîna şiklê mirovan hatine çêkirin.[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Berens, E. M; Freer, Charles Lang (1884). A hand-book of mythology : the myths and legends of ancient Greece and Rome. New York: Clark & Maynard.