Afrodîtê

xwedawendeke dînê Yewnanistana kevnare

Afrodîtê, (bi yewnaniya kevn: Ἀφροδίτη, lat. Aphrodítē; bi latînî: Aphrodite) di mîtolojiya yewnanî antîk de xwedawenda evîn û xweşikiyê ye.

Aphroditê
Ἀφροδίτη
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstHades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Hevjîn
Zarok
  • Anteros
  • Deîmos
  • Eros
  • Fobos
  • Harmonîa
  • Hîmeros
  • Hermafrodîtos
  • Hîmeneos
  • Prîapos
  • Rodos
  • Erîks
  • Tîxê
  • Peito
  • Eneias
  • Polîkaon
  • Golgos
  • Adrêstia
  • Xarîs
  • Lîros Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanHêfestos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Venus, Astartê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Keça Ûranos e û li nêzîkî girava Kîprosê ji kefa deryayê çêbûye.[1]. Ji xwe wateya navê wê jî "ji kefê zaye" ye. Lê Homêros dibêje ku ew keça Zeus û yên Dîoneyê ye. Diya Eros e. Gelek destgirtiyên wê hene. Bo mînak Hêfestos, Arês, Adonîs hwd. Paris wê ji nava gelek xwedayan rinda rindê binavkiriye. Li ser navê wê gelek bermahiyên dîrokî hene.

Tê texmînkirin ku ew ne xwedawenda mîtolojiya yewnanî yên orjînal e. Hin taybetiyên wê nîşan dide, dibe ku ew xwedawenda Mîtolojiya fînîkî be. Ji ber ku ew ji çavkaniyên xurt de wek xwedawenda Kîprosî tê navkirin û Kîpros jî di demekê dirêj de ma di desthilatdariya Fînîkyayê. Lê beriya vê yekê jî tê texmînkirin ku ew ji efsaneyên Sumer û Babîlîyan derbasî dînê Fînîkyayîyan li wir jî derbasî dînê Yewnanistana kevnare bûye. Cara dawiyê jî di Mîtolojiya romayî de wek Venusê derket holê.

Mîta Afrodîtêyê biguhêre

Li gorî mîtolojiya yewnanî çaxê Kronos li hemberî bavê xwe Ûranos serê hil da bû. Pê mêngaxek êrîş bir gunikên bavê xwe. Gunkê wî qetand, dola wî rija li ser Deryaya Navîn, dola wî û kêfa behra bi hev re Afrodîtêyê çêkirin. Paşî xwedawend serekî li Kîtherayê da, pişt re derket li ser giravê Kîprosê. Mirov û nemir li wir dîtin wê. Dema dimeşiya sosin û giya di bin lingên wê çêdibû. Kîtherayî jî gotin ji wê ra, Kîprosî jî, Fîlomedeîa jî gotin ji ber ku ji gunikan zêde bibû.

Demekê şûn de zarokên wê Eros û Hîmeros li pê wê ketin. Nazdarî, hezkirin, hezkirina erotîzmê, efsûna erotîzmê bû para wê. Di nav xwedawendên din ew bû temsîlkarê wan tiştan.[2]

Hêfestos û Afrodîtê biguhêre

 
Afrodît soza jintiyê dide Parisê

Hêfestos di nav destgirtiyên wê de cuda bû ji ber ku ew mêrê wê dihat hesibandin.

Adonîs û Afrodîtê biguhêre

Kurekî key Mîrrayê bi navê Adonîs çêbû.Ji bo bedewbûna kurikê dilê Afrodîtê kete wî. Xwest ku wî veşêre, bila kes wî nemîne. Wî bir îmanetê Xatûna binerdî Persefonêyê kir. Xatûn kurikê li binerdê ve xweş rakir lê kur hingî mezin dibû bedewtir dibû. Persefonêyê jî nekarî xwe dilê wê jî kete Adonîsê.

Çaxê Afrodîtê hat Adonîsê ji Persefonêyê xwest, Persefonê Adonîsê ne da, şer derket di navbera her du xwedawenda. Bi saya xwedawendên din şer qediya û biryarek ji bo Adonîsê hat dayîn. Adonîs ti çar mehê salê li Persefonê, çar meha li Afrodîtêyê, çar mehên din jî ti serbest bibûya. Lê Adonîs ji bin efsûna Afrodîtêyê çar mehên xwe yên serbest jî li Afrodîtêyê bihurand.

Adonîs ji nêçîrvaniyê zehf hez dikir. Carekê ew û Afrodîtê çûn li nêzîkê bajarê Bîblosê daristanekî. Ev bajar li welatê Fenîkeyiyan bû. Niha dikeve hêla Libnanê. Li daristanê berazek êrîşê Adonîsê kir, Adonîs di destê Afrodîtê ve can da. Bêhna xwîna wî û bêhna Afrodîtê wekhev bûn. Cihê ku xwîna wî rija ser sosina gulenîsanê bêhna wê jî heman bû. Xwîna wî çû heta giha Rûbara Brahîmê (navê wî yên kevnar Rûbara Adonîsê) êdî rûbar bû sor.[3]

Arês û Afrodîtê biguhêre

Çîroka Arês û Afrodîtêyê di nav destana Odîseûsê de tê qisekirin. Odîseus di nav civatê rûniştiye û hozanan dest bi çîroka wan herduyan dike.

Afrodîtê hevjîna Hêfestosê bû, lê têkiliyên dostî ji Arêsê re dikir.

Anxîsês û Afrodîtê biguhêre

Anxîsês faniyek bû lê dilê Afrodîtêyê kete wî. Li çîyayê Îdayê. Yê hev bûn. Kurekî wan çêbû binavê Eneias. Ew kur bû rêberê Dardaneîyan.[4]

Xwedawend Afrodîtê li hin çandên din biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Teogonîa - Hêsîodos
  2. ^ Teogonîa- Hêsîodos
  3. ^ Azar, Elias N. "Adonis". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
  4. ^ (819-21)beşa 2. Îlyada-Homêros

Girêdanên derve biguhêre