Fenîke
Fenîkî gelekî semîtîk li xakên îroj Libnan û Sûrî li beravên Deryaya Navîn wek bajar dewletên serbixwe serwerî ajotî bûn.
Fenîke
| |
---|---|
Fenîke li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 34°7'0.01"Bk, 35°39'0.00"Rh | |
Parzemîn | Asya ![]() |
Dûgel | ![]() |
Paytext |
|
Dema avabûnê | 2500 (bi julianî) b.z. ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
XwecihBiguhêre
Xwecihen wan derdora wan bajarên îroyîn bûn:
EtîmolojîBiguhêre
Navê welatê fenîkiyan "Fenîke" ji navê yewnanî Phoinikes de hat afirandî bû. Ew di pirtûka Homeros de wek φοίνιξ (phoinix, yewnanî sorik) dihat dîtin û ji bo kardestên wanê kisûrên sor dihat bikaranîn. Dîsa ewna bi bazirganiyê kisûrê sor dixabitin.
Fenîkiyan bixwe xwe gorî bajarên xwe nav dikir. Wekok yekî ji Sidon xwe wek Sîdonî, yekî ji Arwad jî xwe wek Arwadî hwd nav dikir.
Kolonîyeke fenîkiyan, li şûna Tûnisa îroj Kartacayê bûn. Kartacayî dîsa ji aliyê romayiyan ve wek Poeni (Pûnî) dihat navandin.
EsîlBiguhêre
Gorî mîtolojiya yewnanî Phoinix bavê fenîkiyan bû. Ew birayê Kadmos û Europa bû.
Herodot wan ji Kenan gelekî ji nêzî kendava Faris de didît.
Gorî Tewrat, Sidon, bavê sîdoniyan, wek lawê Kenan (neviyê pêxember Nûh) tê ditîn (Afirîn 10,15). Lê Kenan lawê Xam(birayê Sam û Yafes) bû. Gorî zimanê fenîkî/îbranî xam dîsa tê mane "sor".
Gorî lêkolînên arkeolojîk jî nîjadan wan ji Nîvgirava Sîna bû.
ZimanBiguhêre
- Gotara bingehîn: Alfabeya fenîkî
Zimanê wan zimanekî semîtîkî ji zimanên semîtîkên bakur rojava (an zimanên kenanî) bû.
DîrokBiguhêre
Di sedsala 8'an b.z. de fenîkiyan serweriya xwe wunda kir û ketine bin bandora Asûran. Di sala 701 b.z. de Asûran bajarê fenîkiyan derve Tîros (Şûr) dagir kir.
Di sala 586 b.z. de ewna, derve Tîros, ketina bin serweriya Babîlan. Lê ewna 520 b.z. şunda ketina bin serweriya Persan.
Gorî Herodot wan li dor 600 b.z. de bi Keyê Misirê Necho II re peymanek kirin û ewna ji Nîvgirava Sînayê di Deryaya Navîn de derketina gereke. Ewna bi keştiyên nêzî 40 m Somalî, Ekwator, Efrîqaya Başûr re ji pê re beravêb Efrîqayê rojava re çerxe Deryaya Navîn bûn û ew sefera xwe temam kirin. Gorî wê seferê wan 30.000 km sê salan de temam kirin. Lê va sefera ji aliya Herodot ve tenê hat nivisandin û rastiya xwe bi gumanbar e.
Ji pê Îskenderê Mezin di 332 b.z. de Tîros dagir kir re û di 146 b.z. de jî Împeratoriya Romê Kartaca dagir kir re şarmendiya Fenîkeyê dawî bû.
AborîBiguhêre
ErjingBiguhêre
Fenîkeyê şarmendiya cara pêşin renga erjing bikaranî bû.
DeryavanîBiguhêre
Fenîkiyan deryavanên mezin bûn. Wan ser derya re bezirganî dikir û li nîvgirava Îber, Sîcîlya û Kîpros gelek kolonî ava kirî bûn.
NivîsBiguhêre
Alfabeya wan ji alfayên Ewropayê re bingehî kirî bû. Alfebeya Yewnanî û yên Latînî jî ji wê alfabeyê zêde bibû.
Mijarên têkildarBiguhêre
WeblinksBiguhêre
- http://phoenicia.org - Li ser Fenîkeyan
- http://www.phoenician.org/ Li ser fenîkeyan û aboriya wan