Nîvgirava Sîna
Nîvgirava Sîna an Sîna (bi erebiya misirî: سينا, Sîna, bi îbranî: סיני, Si-nai) nîvgirava navbera Derya Navîn û Derya Sor de li sînorên Misir de dimê ye. Rûerda wê nêzî 60.000 km².
Nîvgirava Sîna | |
---|---|
29°30′00″Bk 33°50′00″Rh / 29.5°Bk 33.8333°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Misir |
Rûerd | |
Nifûs | 597.000 (2013) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Erdnîgarî
biguhêreEw li rojava bi Kanala Suezê li bakur-rojhelat bi sînora Îsraêl û Misir sînorkirî ye. Ew li başûr-rojhava Asya dikeve.
Nîvgirava Sîna bi gelemperî çiayayî ye. Li wan Çiyayê Katerîna çiyayê herî bilindî Misirê ye.
Dîrok
biguhêreDemên pêşin de li Nîvgirava Sîna monituyan bi cih bû bûn.
Di demên nêzik de, di navbera 1260 û 1518an de memlûkan Misir kontrol kir. Ji pê împeratorê Osmanan Selîm Cenga Mercîdabik û Rîdanîye de bin xistin re ew dera keta kergara Osmanan. Ji pê wê de heta sedsala 20an ew dera wek Paşatiya Misir di kergara Împeratoriya Osmanî de ma. Di 1906an de derbaza Împeratoriya Brîtanî bû.
Di 1948an de Misirê li ser Sîna re êrîşa dewleta nû saz kirî Îsraêlê kir. Di Dema Şerê Ereban û îsraêlê de Îsraêl keta bakur rojavaya nîvgirava Sîna. Lê bi çap kirina Amerîka û Brîtanya re li Sîna şunda vekişî bû. Ji pê Peymana Armîstîka 1949 (Armistice Agreement) di 1949 re wek Şirîta Xezeyê bi sînora Îsraêl û Misir be şunda derbaza Misir bû.
Di 1956an di Qeyrana Suezê de Îsraêlê bi alikariya dijwarên Fransa û Înglistan ve çend rojan de Sîna dagir kir. Çend mehan şunda Îsraêlê bi çap kirina Rûsya Amerîka leşkerên xwe şunda vekişandin.
Di 1967an de Şerê Şeş Rojan de Îsraêl şunda kontrola nîvgiravê dest xwe xist û Kanala Suezê girtin.
Bi dawî di 1979an de pê peymana navbera Misir û Îsraêlê re Sîna şunda hundira zakên Misirê bû.
Bibîne
biguhêreÇavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- The History of the Ancient Near East
- Geographia: Sîna
- Wêneyên Çola Sîna Girêdana arşîvê 2012-03-07 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |