Alfabe koma sembolên standard (tîp) yên di zimanekî de ji bo nivîsandinê tên bikaranîn e. Peyva alfabe ji zimanê grekên berê tê. Alfabe ji navên herdu tîpên grekî yên pêşin, Alfa û Beta, çêbûye. Paşê jî ereban alfabeya xwe çêkirin û navên wan tîpên siftê Elif û Be bûn. Wê lewma şûna Alfabe, berê digotin Elifba.

Di alfabeyê da, pir hindik, her dengek bi sembolekê tê nivîsandin. Di dîrokê re û heta niha hin systemên din, mina logografî û sîlabarî jî ji bo nivîsandinê hatin bi kar anîn. Alfabe ji wan sisteman yek e. Gorî bi kar anînê dengdêrên zimên alfabe di sê koman da topdibin.

  • Alfabeya rastî: Dengdêr mina dengdaran tên nîvisandin, (mn. kurdî).
  • Abûgîda: Dengdêr ji guhartinên dengdaran çêdibin, (mn. hindî).
  • Ebced: Dengdêr bi tenî xwe tunene, (mn. erebî).

Li cîhanê gelek cureyên alfabeyên mîna alfabeya latînî, alfabeya erebî, alfabeya kîrîl (sîrîlîk), û hwd hene.

Ji bo alfabeyên ku kurd bi kar tînin binihêre: alfabeyên kurdî