Alfabeyên kurdî

Koma îşaretên ku fêrbûna xwendin û nivîsandina bi Kurdî temîn dikin

Alfabeyên kurdî, tevahiya sîstemên alfabeyan e ku bi alfabeyên cîhereng ji aliyê kurdan ve li herêmên Kurdistanê û li welatên din ên ku kurd lê dijîn, bi zimanê kurdî hatine bikaranîn. Di nav van alfabeyan de alfabeya latînî, erebî û alfabeya kirîlî hene. Li Kurdistana Bakur û Rojavaya Kurdistanê alfabeya latînî, li Rojhilata Kurdistanê û Başûr alfabeya erebî, li Komarên Sovyetistana kevn jî alfabeya kirîlî ji aliyê kurdan ve di demên cûda de hatiye bikaranîn û di roja îro de jî alafabeya latînî ya kurdî bi awayekî berfireh tê bikar anîn. Piştî belavbûna sîstema sovyetî, hinek kurdên Sovyetistana kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya latînî kirine.

Alfabeya kurdî ya kevn e ku ji pirtûka Şewq el-Musteham fî marîfet rumuz el-alqlam, di sala 856an de ji aliyê Îbn Wehşiya, hatiye bikaranîn.

Alfabeyeke kurdî ya herî kevin ji aliyê nivîskarê navdar Îbn Wehşiye ve di pirtûka wî yê bi navê Şewq el-Musteham ku di sala 856an a p.z. de hatiye nivîsandin, hatiye belgekirin.

Zimanê kurdî herî zêde bi du alfabeyan têne nivîsandin. Yek ji van alfabeya latînî ya ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve ku di sala 1932an de bi navê alfabeya Bedirxan yan jî alfabeya Hawarê (li pey kovara Hawarê), alafabeya duyem jî alfabeya farisî-erebî bi navê alfabeya kurdî ya soranî ye.

Alfabeya latînî yan jî alafabeya Hawar di roja îro de wekî alfabeya standard a kurdî ya latînî tê bikaranîn.

Alfabeyên ji ku aliyê kurdan ve hatine bikar anîn ev in:

Herfên nû ji bo dengên enfatîk biguhêre

Celadet û Kamûran Alî Berdixan alfabeya kurdî ya bi tipên latînî, ya bi navê alfabeya Hawarê, amade kiriye. Ev alfabe alfabeyeke rihet/hêsan e [1], ji ber ku herkes bikaribe bi hêsanî hînî nivîsandina kurdî bibe. Lêbelê zimanê kurdan gelek dewlemend e [2][3][4][5][6][7], ji ber ku pirr deng/fonem hene. Lewma li gor çend zimannasan [8][9] wek Dr. Bahîzê Omerî (di gotarên wî li kovarên Peyv û Karwanê) ev tîpên nû, yên ku heta îro (2011) bi giştî nehatin pejirandin, pêşniyaz kirine:

  • "Ḉ" (çh)[10]. Mînak : ew koḉa bar dikin, ḉiya,
  • "Ḱ" (kh)[11]. Mînak : şiḱandin, weḱ, nêzîḱ, ḱar, desteḱ, ḱurdî, Ḱurdistan.
  • "Ṕ" (ph)[12]. Mînak : ṕêrnav.
  • "T́" (th)[13]. Mînak : ket́in, tişt́, kuşt́in, hat́in.
  • "Ŕ" (rh) yan jî "RR" (rr)[13]. Mînak : ji te ŕa, jêŕ, ew ŕabûbûn, ew ŕêwîne. Mînak : pirr, kirr.

Jixwe Celadet Alî Bedirxan jî di kovara Hawarê da qala van dengên ç, k, p, t[14] yên cuda dike, lê wisan dibêje ku hewce nîne ku ji bo her dengekî tîpek di alfabeyê da hebe. Ji bilî van çar dengan dîsa behsa dengên ku di alfabeya klasîk a Kurdî da derbas dibin (û di alfabeya erebî ya soranî de jî hene) herfên hê ح, 'eyn ع û xeyn غ dike. Bona van dengan jî pêşniyar dike ku işareta ¨ bikarbînin, her wiha ev wek ḧ, ë (ä, ï) û ẍ werin nivîsandin.[15]

Di alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî (alfabeya soranî) da, ji bilî dengên ḧê ح, 'eyn/ëyn ع, ẍeyn غ du deng dîsa hene ku di alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî da nîn in. Ew jî tîpên ڕ û ڵ ne ku em dikarin bi rr û ll binivîsin.

Tîpên "Ḉ, Ḱ, Ṕ, Ṙ, Ṫ", yânî dengên "çh, kh, ph, rh, th" ji hemû zimanên îranî ango hindû-îranî tenê di kurmancî û dimilî/kirmanckî de hene.

Helbestvan û zanyarê kurd Şêx Evdirehmanê Aqtepi, di pirtûka xwe ya bi navê Dîwan, behsa van tîpan dike û dibêje kafa kurdî cuda ye ji kafa erebî û tîpên p, ç, t, k bi du u sê cûran nîşan dide.[çavkanî hewce ye]

Alfabeyên kurmancî, yekgirtú û soranî biguhêre

Latînî Yekgirtú Kirîlî Soranî IPA
tîpa tenê tîpa destpêkê tîpa naverastê tîpa dawiyê
A a A a A a ا ئا ـا [aː]
B b B b Б б ـبـ ـب [b]
C c J j Щ щ ـجـ ـج [d͡ʒ]
Ç ç C c Ч ч چ ـچـ ـچ [t͡ʃ]
D d D d Д д ــد [d]
E e E e Ә ә ﺋﮫ [ɛ]
Ê ê É é E e
(Э э)
ێ ئێـ ـێـ ـێ [eː]
F f F f Ф ф ـفـ [f]
G g G g Г г ـگـ ـگ [ɡ]
H h H h h h ـهـ ـهـ [h]
(Ḧ ḧ) H' h' h’ h’ ح حـ ـحـ ـح [[ħ|[ħ]]]
(') ' ع عـ ـعـ ـع [[ʕ|[ʕ]]]
I i I i Ь ь [[ɯ|[ɯ]]]
Î î Í í И и ﺋﯾ ـيـ [iː]
J j Jh jh Ж ж ـژ [[ʒ|[ʒ]]]
K k K k K k ـکـ [k]
L l L l Л л ـلـ ـل [l]
(ll) ll Л’ л’ ڵ ڵــ ـڵـ ـڵ [lˁ]
M m M m M m ـمـ ـم [m]
N n N n Н н ـنـ ـن [n]
O o O o O o ۆ ئۆ - ـۆ [oː]
P p P p П п پ پــ ـپـ ـپ [p]
Q q Q q Q q ـقـ ـق [q]
R r R r P p ـر [ɾ]
(rr) rr Р’ р’ ڕ ـڕ [r]
S s S s C c ـسـ ـس [s]
Ş ş Sh sh Ш ш ـشـ ـش [ʃ]
T t T t T т ـتـ ـت [t]
U u U u Ö ö ـو [œ]
Û û Ú ú У у ﻭﻭ ـوﻭ [uː]
Ù ù ۊ ـۊ [[ʉ|[ʉː]]]
V v V v B в ڤ ڤـ ـڤـ ـڤ [v]
W w W w W w ـو [w]
X x X x X x ـخـ ـخ [x]
(Ẍ ẍ) X' x' Ѓ ѓ ـغـ ـغ [[ʁ|[ʁ]]]
Y y Y y Й й يـ [j]
Z z Z z З з ـز [z]

Alfabeya latînî biguhêre

Alfabeya Hawar biguhêre

Alfabeya kurdî ya latînî bi giranî ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye çêkirin ku di destpêkê de hevkariya Tewfîq Wehbî ku di sala 1931ê de li Iraqê jiyan kiriye, xwestibû. Lê piştî ku ev çend meh bûn tu bersiv ji Wehbî nehat, wî û birayê xwe Kamuran Alî Bedirxan di sala 1932an de biryar dan ku alfabeya Hawarê bidin destpêkirin.[16] Celadet Bedirxan armanc dikir ku alfabeyeke ku du tîpan ji bo temsîlkirina yek dengî bi kar neanîne biafirîne. Ji ber ku kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe da alfabeya tirkî ya latînî, wî alfabeyek çêkir ku bi taybetî ji bo kurdên Bakurê Kurdistanê bigihêje. Hinek lêkolîneran pêşniyar kirine ku li ser alfabeya Hawarê ya Bedirxan zêdekirinên hindik bên kirin ku ew ji bikarhêneran re xweştir bibe.[17] Zêdekirin bi dengên ku di alfabeya kurdiya soranî de tên nimandin, di alfabeya Hawarê de hene. Lêkolîneran pêşniyar kirin ku ev alfabeya berfireh bibe alfabeya kurdî ya latînî. Karakterên din ên pêşniyarkirî tîpên Ł, Ň, Ř û Ü ne.

Kurdiya kurmancî yê zimanê kurdî bi alfabeya latînî ya berfireh hatiye nivîsandin ku ji 26 tîpên Alfabeya Latînî ya bingehîn ya ISO û ji 5 tîpên bi diyakrîtîk pêk tê ku bi giştî bi 31 tîpan (her yek tîpek mezin û piçûk hene) tê nivîsandin.

Alfabeya Hawar
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31
Formên mezin (tîpên mezin jî tê gotin)
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
Formên biçûk (tîpên biçûk jî tê gotin)
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Alfabeya latînî (zazakî) biguhêre

Herweha di zaravayên zazakî [18] de ev dengên enfatîk jî hene çh, kh, ph û th û dengên rr û é. Lê ev deng li hêmû zimanên îranî tune ne, bes tenê bi kurmanjkî û dimilî hene [19][20][21]

Ev dengên cuda ku di Zazakî/Kirmanckî da hinek bi çh, kh, ph, th nîşan didin mîna dengên Kurmancî têne bilêvkirin. Ev nivîsandina bi du herfan jî hinekî bi pirsgrêke. Lewma gava ku tîpa h tê ber tîpeke din ew jibo ku dengekî hişk bide tê bikarhanîn û di sîstema Alfabeya Fonetîk da jî dengên hişk bi lêzêdekirina tîpa h têne nîşandan. Mînak: [t͡ʃʰ], [kʰ], [pʰ], [tʰ]. Lêbelê hinek vê di zazakî de jibo dengên ç, k, p, t, yên nerm bikartînin ku ev jî pirsgirêkekî jibo başfehmkirina xebitandina van tîpan dertîne holê.

Alfabeya erebî (soranî) biguhêre

 
Tabelaya xwaringeha kurdî li Îngilîstanê ku bi tîpên erebî, bi kurdî û bi tîpên latînî, bi inglîzî hatiye nivîsandin.

Alfabeya soranî bi piranî bi alfabeya farisî ya guhertî ya ku ji 33 tîpan pêk tê, ji aliyê Seîd Kaban Sedqî ve hatiye nivîsandin. Berevajî alfabeya farisî ku abced e, kurdiya navendî hema bêje alfabeyeke rast e ku tê de dengdêran wek konsonantan dihesibînin. Di kurdiya soranî de dengên kurdiya kurmancî bi temamî tine. Kurdiya soranî ya nivîskî jî xwe dispêre konteksa dengdêr û konsonantê ji bo ku fonemên u/w û î/y ji hev cuda bi kar bîne. Di wê de du konsonantên farîngeal û her weha frîqatîfeke dengbêjî ya ku di kurdî de tê bikaranîn nîşan dide. Di kurdiya soranî ya reformkirî de tîpên "i"-ya ⟨ٮ⟩-yê hene û bi jimarekirina "w"-ê bi ⟨ڡ⟩-ya bi serketî di navbera konsonanta "w" û dengdêra kurt "u" de ji hev cihê dike. Di heman demê de ew dikare bi serfirazî di navbera konsonanta "y" û dengdêra dirêj "î" de bi jimreya "î"-ya ⟨ٽ⟩-yê û dengdêra dirêj "û" bi ⟨ۉ⟩ an jî ⟨ۇ⟩-ya bi ⟨ۉ⟩ an jî ⟨ۇ⟩ bi awayekî serkeftî cuda bike ya ducarî ⟨و⟩.

Alfabeya soranî
ع ش س ژ ز ڕ ر د خ ح چ ج ت پ ب ا ئـ
17 16 15 14 13 12 11 10 9 8 7 6 5 4 3 2 1
ێ ی وو ۆ و ە ھ ن م ڵ ل گ ک ق ڤ ف غ
34 33 32 31 30 29 28 27 26 25 24 23 22 21 20 19 18

Alfabeya latînî (kirmaşanî) biguhêre

Kirmaşanî zarava sereke ya Kurdiya Başûrî ye. Kirmaşanî ji bilî çend guhertinek heman alfabeya Hawarê bi kar tîne. Di alfabeya Kirmaşanî de 33 deng hene. Sedema cudahiya navbera tîpên alfbaya Hawar û Kirmaşanî ew e ku li zarava Kirmaşanî dengên ł, ň, ř, ü weke fonem hene lê dengên ê&o nîne.[22] [1]

Tîpên girek
A B C Ç D E F G H I Î J K L Ł M N Ň P Q R Ř S Ş T U Û Ü V W X Y Z
Tîpên hûrek
a b c ç d e f g h i î j k l ł m n ň p q r ř s ş t u û ü v w x y z

Alfabeyên dîrokî biguhêre

Nivîsa kurdî ya kevn biguhêre

Elfabeya kurdî ya kevin ji aliyê nivîskarê navdar ê misilman Îbnî Wehşiye di pirtûka xwe ya bi navê Şewq el-Musteham ku di sala 856an de hatiye nivîsandin de hatiye belgekirin. Her wiha hatiye îdiakirin ku tîpên kurdî yên kevin jî mîna çend tîpên din ên ku di pirtûka Îbn Waşiye de hatine dîtin, dahênanên fantastîk in.

Alafabeya kîrîlî biguhêre

Sîstema sêyem e ku ji bo (kurmancîaxivê) kurdên Yekîtîya Sovyeta berê, bi taybetî li Ermenîstanê, tê bikaranîn, alfabeya kîrîlî ye ku ji 40 tîpan pêk tê, hatiye bikaranîn. Tîpên Alfabeya kirîlî ku di sala 1946an de ji aliyê nivîskarê kurd Heciyê Cindî ve hatiye amadekirin li jêr in:

А а Б б В в Г г Г’ г’ Д д Е е Ә ә Ә’ ә’ Ж ж
З з И и Й й К к К’ к’ Л л М м Н н О о Ӧ ӧ
П п П’ п’ Р р Р’ р’ С с Т т Т’ т’ У у Ф ф Х х
Һ һ Һ’ һ’ Ч ч Ч’ ч’ Ш ш Щ щ Ь ь Э э Ԛ ԛ Ԝ ԝ

Nivîsên bi hemû dengên kurdî biguhêre

  • Lêvegera rêzimana Kurdî"[23], nivîskar "Arşek BARAVÎ.
  • Pêrnavên Kurdî, Kurdish studies[4].
  • Li ser pirsa alfabê[3][24].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 23 hezîran 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 sibat 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ a b http://www.amidakurd.net/qunciknivis/d%C3%AEsa_li_ser_pirsa_alfab%C3%AA
  4. ^ a b http://www.scribd.com/doc/71798599/pernav
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ http://www.shewirazimanekurdi.com/images/stories/ELIF.pdf[Girêdan daimî miriye]
  7. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  8. ^ [çavkanî hewce ye]http://www.ellahmezar.ir/wp-content/uploads/2012/09/zare-zerin-www.EllahMezar.ir_.pdf Girêdana arşîvê 2013-09-01 li ser Wayback Machine (li ser rûpela 29)
  9. ^ http://www.welateme.info/doc/Pirs-49.doc (Rozad Elî got **Lê mîna ku em dizanin, ji bilî tîpa r çar tîpên Kurdî yên çêwîdeng ên din jî hene, ew jî du dengan didin, ew jî ev in: (ç, p, t, k). Û dema ku tîpa r dubare bibe, gerek em her çar tîpên din jî ji bîr nekin, ew jî bi wê pîvanê werin birin û di bêjeyan de werin dûbarekirin** di besa "Çend Têbîn li Derbarê Hin Mijarên Rêzmanî" de; li ser rûpela 15em, li "Kovara PIRS")
  10. ^ http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 23-24)
  11. ^ http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 24)
  12. ^ http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 24-25)
  13. ^ a b http://books.google.fr/books?id=qXqmfIBJaAoC&printsec=frontcover&dq=joyce+blau&hl=fr&ei=B4TGTojSLcXh4QTm-bA7&sa=X&oi=book_result&ct=result&resnum=1&ved=0CDQQ6AEwAA#v=onepage&q&f=false (li ser pirtûka "manuel de la langue kurde", rûpel 25)
  14. ^ http://www.persee.fr/web/revues/home/prescript/article/cmr_0008-0160_1960_num_1_3_1441# (li ser rûpela 9'ê)
  15. ^ Hawar, hejmar 1, rûpel 3, Elfabêya Kurdî
  16. ^ Tejel, Jordi (2007). Le mouvement kurde de Turquie en exil : continuités et discontinuités du nationalisme kurde sous le mandat français en Syrie et au Liban (1925-1946). Bern: Peter Lang. ISBN 978-3-03911-209-8. OCLC 266073591.
  17. ^ Bahadur, Muhamadreza. "Kirmaşanî Alphabet and Pronunciation Guide". {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  18. ^ http://members.tripod.com/~zaza_kirmanc/dil/okumayazma.htm#2-1
  19. ^ http://www.omniglot.com/writing/persian.htm (bi farsî enfatîk nîne)
  20. ^ http://www.omniglot.com/writing/dari.htm (bi darî enfatikên kurdî tune ye)
  21. ^ http://www.omniglot.com/writing/dari.htm ( bi peshtûnî dengê enfatîk nin e)
  22. ^ Kirmaşanî Kurdish Phrasebook
  23. ^ http://www.ellahmezar.ir/wp-content/uploads/2012/09/zare-zerin-www.EllahMezar.ir_.pdf Girêdana arşîvê 2013-09-01 li ser Wayback Machine (rêzimana Kurdî li ser malpera fermî ya "Kurmancên bakurê Xorasanê)
  24. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 sibat 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve biguhêre