Ariyan ji bilî tîpên bizmarî elfabeyeke din a bi navê "Alfabeya Avestayî" jî hebûne. Ew alfabeya ku 53 (16 bideng û 37 bêdeng) tîpên wê hebûn ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn.

Alfabeya Avestayî
Tîpên Bideng (voqal)
Tîpên Bêdeng (qonson)

Ev alfabe di her warî de bi pêş ketibû û tu kêmasiyek tê de nedihat dîtin. Pirtûka pîroz "Avesta" bi vê xetê hatiye nivîsîn. Hemû şareza û rojhilatnas li ser vê baweriyê ne ku zimanê Avestayê ew ziman e ku Med pê axivîne. Mamoste mihemed Teqî Behar di berhema xwe ya bi navê "Rêbaznasî", rûpela 65'an de dibêje: "Alfabeya bizmarî ya medan" 42 tîp bûne ku ji wan tîpan 36 tîp ji tîpên bizmarî yên aşûriyan wergirtine û 6 tîpên din jî bi xwe danîne ser û xebitandine.

Piştî ku Hexamenişî hatine ser kar û bûne deshilat, wan jî ew alfabeya medan bi kar aniye û li ser keviran bi tîpên medî nivîsandine.

Pêwist e bê gotin ku Dewleta Medê bi destên parsiyan û Kûrişê Pars têk çû û dema ku wan dît cih û warê medan ji yên wan xweşiktir in hewl dane xwe ku wan cih û warên medan xerab û kavil bikin, her wiha nakokiyên di nav medan de bûne sedem ku ew bigihîjine armanca xwe û bi ser bikevin. Heredot ku berî mîladê di sala 450'yan de li Rojhilata Navîn û Îranê geriyaye, dibêje:

"Ez çûme Îranê û min dîtiye ku nav û bang û cih û warên medan di nav gel de kêm deng vedaye û gelê bûyerên berê di bîra gel de nemabûn? bi baweriya min reng e hemû şûn û war û kevirên nivîsî yên medan ji holê rakiribin û êdî tiştek di dest de nemabe."

Kurdî - Avestî

biguhêre

Hindik Tîpên Latînî (Kurdî) û Avestî:

Aa -  
Bb -
Cc -  
Çç -  
Dd -
Ee -
Êê -
Ff -
Gg -  
Hh -
Ii -  
Îî -  
Jj -
Kk -  
Ll -
Łł -
Mm -
Nn -
Oo -  
Pp -
Qq -
Rr -
Řř -
Ss -
Şş -
Tt -
Uu -  
Ûû -  
Vv -
Ww -
Xx -  
Ẍẍ -
Yy -
Zz -