Hekatê yan Hekata (bi yewnanî: Ἑκατη, Hekatê yan jî Ἑκατα, Hekata, latînî: Hecata) di mîtolojiya yewnanî û mîtolojiya romayî de xwedawenda sêrbaz, sêrbazî, şev, heyv, spêleyê ye. Ew keça Persês û Asteryayê ye. Navekî wê jî "Hekataya porbirqok" e.

Hekatê
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Zarok
Wekhev
Artemîs, Trîvia, Q4421636 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Hekata di berhema Jupîter and Semeleyê de hurgiliyek - [1] (1894-1895)

Etîmolojî biguhêre

Wateya navê wê "li dûr dixebite" ye. Dîsa peyva Hekatosê jî navekî Apolonê ye.[1] Çeka Hekatayê piranî sêrbazî û Apolonê jî tirkevan e ji ber vê yekê tê texmînkirin ku ev nav ji wan re hatiye dayîn.

Mîtolojî biguhêre

Hekata di nav hemû tîtan û xwedawendan de xwediyê cihekî serbixwe ye. Hemû kesayetên mîtolojiya xwe de pir qîmet dibîne. Nemiran pir hurmet diden ji wê re.[2] Ew bi kêfa dilê dikarî alikariyan bide her kesî.

Hekata di çaxê şerê tîtanan de yek ji hevalbendên Zeusên ku ji Tîtanan bû. Beriya şer çi di destê de hebû ew dîsa di destê wê de ma û Zeus diyariyên din jî da ji wê re.

Hekata di dema şerê devan de jî li hemberî devan şer kir, ew li ser hinek vazoyên kevnar de her du destên xwe de petal girtî û li hemberî devan hatiye teswîrkirin.

Persefonê û Hekatê biguhêre

Di dema Hadês Persefonêyê revandî bû. Persefonê zehf hawar kir. Lê di nav dinyaya binerdî bû ji ber vê yekê kes dengê wê nebîhîst ji xeynî Hekatayê. Hekata dengê wê seh kir, hate şikefta ew mayî. Agahiyan da diya wê Dêmêtêr û Hêliosê piştî deh rojên girtî Persefonê azad ma. Persefonê û Hekata bûn hevalên hev yên qenc.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "HECATE (Hekate) - Greek Goddess of Witchcraft, Magic & Ghosts". www.theoi.com. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.
  2. ^ (414) Teogonîa - Hêsîodos