Şîzofrenî

Celebek nexweşiya giyanî

Şîzofrenî, ji grekî tê. Wateya wê parçebûna kesayetiyê ye. Yek ji nexweşiyên psîkologîk ji grûba psîkozan e û karê psîkiyatriyê ye. Di ramane, tevgerê û fonksiyonên mêjî de xirabûn, parçebûn e. Di beşa psîkiyatriyê de cihekê xwe yê girîng heye û tedawiya wê pirr dijwar e.

Nimûşekî kesekî nexweşketî bi şîzofreniyê

Cara yekemîn di sala 1907an de ji aliyê psîkiyatrê navdar ê SwîsreEugen Bleuler hatiye binavkirin. Afirandina ramanan, têkiliyên di navbera fonksiyonên kesayetî û hişarê, rewşa hestan hwd parçe parçe bûye. Nexweş êdî bi zimanekê taybet diaxive. 80 % şîzofrenîk halûsînasyonan dibihîsin û dibînin. Raman û baweriyên paranoîk pirr in.

Zanîst di wê baweriyê de ne ku bingeha vê nexweşiyê di ciwaniyê de tê avêtin. Sedemên wê yê genetîk hene lê epîlepsî, alkolîzm û raxwarina madeyên wekî eroîn, haşhaş, nexweşî tûmor û darbeyên di mejiyê de girîng in. Nexweşî di mêran de zû (12-13 salî), di jinan de dereng (40 salî) xwe dide der. Lê nexweşî di demeke dirêj de digihîje û heya mirov biçe bijîşk hinekê dereng dikeve. Zanîst di wê baweriyê de ne ku hormonên jinan di vê cûdatiyê de rolekê dileyîze. Dîsa jî binexweşketina mêr û jinan wekî hev in. Ji 10-15 % û pirraniya wan jî mêr di vê nexweşiyê de xwe dikujin. Pirr kêm be jî bi zarokên wekî 8 salî de jî hatiye dîtin. Tesbîtkirina vê nexweşiyê hinek tevlîhev e. Bo mînak otîstîzm a zarokan hin caran bi şaşî dibe tirsa şîzofreniyê lê nerast e.

Ji 5-10% zarokên şîzofrenîkan bi heman nexweşiyê dikevin. Ev selefa han di cêwiyan de 45 % e. Kesên ku di dema ji dayîk bûnê de tûşî zehmetiyan bûne û di zaroktiya xwe de darbe li serê wan ketine yan qeza derbaskirine divê biçîn cem bijîşk û xwe kontrol bikin. Hinek vîrus jî roleke mezin dileyîzin (Herpes simplex Tîp II, Influenza û vîrusa Borna). Kesê li bajaran ji dayîk bûne ji yên li gundan bûne bêhtir bi vê nexweşiyê dikevin. Herwekî jiyana sosyal bandoreke mezin li destpêka nexweşiyê dike.

Sîmptomên şîzofreniyê biguhêre

Helbet şîzofrenî navê grûbeke nexweşiyan e gelek sîmptomên wan hene lê yên balkêş ev in:

  • Ji jiyana sosyal dûrketin
  • Qelsketin an parçebûna hestan
  • Guhertin di baldariyê de
  • Guhnedayîna paqijiyê
  • Di axavtinê de guhertin û xirabûnên berbiçav
  • Pirsgirêkên raketine, xewê
  • Jarketina laş

Cureyên şîzofreniyê biguhêre

Mixabin tedawiya vê nexweşiyê dijwar e. Li klînîkan bi salan tedawî dibin û gorî statîstîkan tenê 33 % şîzofrenîk bi temamî sax bûne heya niha. Di tedawiyê de bi pirranî metodên psîkiyatrî, derman û întegrasyona sosyal tê bikaranîn.