Nimûş, nexş yek ji karên destan (destkarî) e ku wekî nîgar û kergê bi hin awayan tê kirin. Pirranî li ser bestiran (qumaş) ev xebat dibe.

Tîpên alfabeyê, ji salên 1800'î

Nimûşê de estetîk, sîmetrî û geometrî tê bingeh girtin. Ev hersê baldarî nebin, berhemên derkevin holê nikarin wekî karê nimûşkirinê, nimûşê bên dîtin. Alavên sereke yên nimûşkirinê derzî, ta, bestir (bo mînak etamîn) in.

Tarik (gergef, neqşe) tên rastkirin, bestir li ser wê tên raxistin û bin bendên rengane, li ser wan kerg tên nexşandin. Nimûşeke tîpîk ev e. Ji xeynî bestiran çerm an materyaleke din jî dikare bê bikaranîn.

Li Kurdistanê keçên azeb ji bo cihêzên xwe bidawî bikin, beriya dîlanê carnan bi şev û roj dixebitin. Pêjgîrên destan, serê balgehan (balîf), rûyê lihêfan, dorên temezî û laçikan, rûyê maseyan, dorikên nivînan hwd. bi dehan parçeyan cihêzên xwe amade dikin. Bi pêşketina teknîkê ve niha destkarî bi giştî li ber windabûnê ye.

Di salên 1970 û 1970'yî de makîneyên nimûşê jî derketin û ketin malan. Çînî, hindistanî, fîrîgyayî, romayî, kurd, grekî, suryanî û egîptiyan (misir) bi giştî cîhana nimûşkirinê (nexşandinê) berfireh kirine. Di serdema navîn de key û mîran cilûbergên xwe ji zêrê nexşandine.