Nivîn, mobîlyaya ji bo xewê, veketin, vezelîn, dirêjbûn, ramedanê ye. Ji bo rehetiya mirovan e. Mirov dikare li ser paldankek, kursîpalekek an li nivînên erdê jî binivise (rakeve, razê, bixewe), li dîwan, wurz, xewgeyên (karyola) hesinî, textî jî. Herwiha di nivînên li odeyên nivînê yên bi gelek mobîlyayan dagirtî jî.

Nivînên îro

Pirranî êdî odeyên raketinê tên bikaranîn. Mobîlyayên odeyên jin û mêran, parcotan ji yên, eywan, hol, buro, kargeh, zarok û mêvanan cudatir in. Nivînên wan jî cuda ne.

Dîroka nivînê

biguhêre

Ji kengî ve mirovan nivîn bikaranîne baş nayê zanîn. Berê mirov di şikeftan de dijiyan, nivînên wê demê de ne tenê rehetî, herwiha ewletî jî girîng bû. Dema mirov radiket diviyabû jiyana wê neketa xetereyê, bo mînak ajalên dirinde ew nexwariban.

Mirovên şikeftan ji purt û mûya ajalan, pûş, qirş û giya ji xwe re nivînên çorsane çêdikirin. Li Mezopotamyayê ku parekê axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê, mirovan nivîn jî bipêşxistin. Êdî nivîn ne tenê ji bo razanê, herwiha bo veketinê, paldanê jî bûn.

Egîptiyan (misirî), grekan, romayî, medî, suryanî û farisan nivînên bilind, nivînên bi pê bikaranîne. Nivînên îro bingeha xwe ji wir digirin. Wan nivîn ji dar, kevir, metal çêdikirin. Dibêjin nivînên medî, faris û suryaniyan rengîn bûne, bi kulav û mafiran (xalî, xalîçe) dihatine xemlandin.

Di serdema navîn de, bi taybetî di nava çînên serdest de, nivînên bi perde, xêlî û dekorasyonan derdikeve. Niha jî ev mode heye, gelek bûk û zava nivînên xwe wisa dixemilînin, ango wekî dewlemend û arîstokratên serdema navîn.

Li Kurdistanê berê du cure nivîn hebûn, nivînên erdê û yên sekû, dîwan, xewgeyan. Ên erdê ji binrax (doşek, mitêl), balge (balîf), palge û lihêfên stûr pêk dihatin. Balîfên kurdî balorî, stûr, dirêj bûn ku îro viya bijîşk jî pêşniyar dikin, lewra li anatomiya hestiyên stûyê tê.

Nivînên kurdan ji hiriyê bûn, pembû kêm dihat bikaranîn. Malbatên aboriya wan baş bûn, ji pirtikên firendeyan bûn ku nerm bûn.

Cureyên sereke yên nivînê

biguhêre