Spîrêz
Spîrêz weşanxaneyek kurdî ye û bingehê wê li Dihokê, Başûrê Kurdistanê ye. Spîrêz pirtûkên bi kurmancî hem bi alfabeya latînî û hem jî bi ya erebî çap dike.
Berpirsê Spîrêzê nivîskar û ronakbîr Hafiz Qazî û birêveberê wê jî helbestvan û nivîskar Mueyed Teyib e. Weşanxaneya Spîrêz sala 2002'yê li alî dest bi karê xwe kiriye. Spîrêzê destûra karê xwe ji Wezareta Çandeyî ya Herêma Kurdistana Îraqê wergirtiye û bi alîkariya wê têt fînansekirin.
Berhemên Spîrêzê
biguhêreSpîrêz hem pirtûkan û hem jî kovaran diweşîne.
Spîrêzê niha sê kovaran derdixe. Kovara Kepir bo zarokan, ya Ciwan bo gencan û ya Hêlîn bo jinan.
Weşanxaneya Spîrêz ji destpêka xwe li sala 2002'yê ta niha (7/2006) zêdeyî 150 pirtûk çap kirine. Pirraniya wan bi kurmancî (behdînî) û bi alfabeya kurdî-erebî ne. Lê hin ji pirtûkên Spîrêzê yên herî hêja bi kurmanciya bi alfabeya kurdî-latînî hatine belavkirin.
Lîsteya hin pirtûkên Weşanxaneya Spîrêzê:
- Ferhenga Kamêran (ferhengek kurmancî-kurmancî bi alfabeya latînî)
- Dîwana Feqiyê Teyran bi amadekariya Se'îd Dêreşî (bi alfabeya kurdî-erebî)
- Şerefnama Şerefxanê Bedlîsî bi wergera Dr M. S. Cuma (bi alfabeya kurdî-latînî)
- El durr el semîn fî şerhî Mem we Zîn şirove û wergerandina Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi zimanê erebî. Ku ji hêla nivîskarê kurd Jan Dost ve amade bûye.
Girêdanên derve
biguhêreÇavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |