Jin berevajiya mêr e, ango ji mirova re tê gotin. Ku mirov behsa mêr jî kir, hingî, wê mirovê were ser ziman. Mêr, weke ku di kurdî de tê ser ziman nêr e. Jin jî, mê ye. Jin, ku mirov ji aliyê kesatî û zayendîtiya xwe ve were ser ziman, mirov karê bêje ku xwediyê xat û pêşketina xwe ya bi demê re ya teybet ku xwediyê teybetmendiyên xwe yên taybet a. Hin mirov bawer dikin ku peyva "jin" ji peyva jiyanê tê, lê ew ne 100% rast e.

Jinine cîhanê
Sembola mê

Gotina jin

biguhêre

Gotina jin di kurdî de pir kevn e. Weke navên jinê di zimanê kurdî de "hermet", "pîrek", "jin", "xatûn" û hwd hene. Xatûn, di wateya bakirina li jinekê bi zimanekî rêzdar û bi dîtina wê weke rêzdar e. Navê pîrekê, navê jineka zewicî ye. Hermet (bermalî, kevanî) jî, ji jina malê re tê gotin. Di Avesta de jî navê jinê weke navê jinê ê roja me ye. Lê di dema hûriyan de bi navê ašti-i-nna ye[1].

Jin berdewamiya jiyanê ye. Jin xwedî taybetmendiya zan/zayînê ye. Zarok di malzaroka jinê de dest bi jiyanê dike. Bi vî awayî jin zarokê neh mehan di zikê xwe de hildigre û piştî neh mehan wê tîne dinyayê.

Roja cîhanî ya jinên kedkar roja 8ê adarê ye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ilsa Wegner, Introduction to the Hurrian Language,

Girêdanên derve

biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Jin de hene

  Wîkîferheng: jin – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir