Kovar
Kovar weşana nivîskî ya li gorî demeke diyarkirî ye. Kovarên hefteyî û mehane hene. Kovarên kurdî yên bi nav û deng Hawar, Gelawêj, Nûdem, Nûbûn, Peyv, Kovara W û gelekî din in.
Di warê rûpel û mezinahiyê de her çi qas pîvanek ji bo kovarê tune be jî, li gor armanc û daxwaza rêveçûnê cureyê kovaran diguherin. Kovar her çi qas bi piranî mehane derkevin jî, kovarên heftane, du mehane, sê mehane, şeş mehane û salane jî hene.
Di warê naverokê de kovarên cur bi cur hene: kovarên zanistî, kovarên çand, huner û wêjeyî, kovarên zimanzanî, kovarên civaknasî û hwd gelek in. Tevî ku gelek kovar ji bo teşvîka pêşxistina ziman, wêje, zanist û şaxekî zanistî naveroka xwe amade dikin jî, gelek kovar jî hene ku tu caran ji bo teşvîkê tu nivîsan naweşînin û dema ku nivîsa mirovekî/ê weşandin, ew kes êdî pisporê wê mijarê tê dîtin.
Rewşa niha ya kovarvaniya kurdî
biguhêreNiha nav welat û derveya welat gelek kovar derdikevin, piraniya wan li Kurdistana Başur. Li Kurdistana Başur zêdeyî 400 kovar hene. Ger Kurdistana Başur derbasî elfebeya latinî be hemû gelê Kurd dikarê ji wan kovarên hêja sûdverbigre. Ên ku li Kurdistana Bakur derdikevin kêşeya wan a aborî û bêxwendewanî heye. Hin beşên wek sînema, şano, teknolojî û hwd de kovar dernakeve.
Lîsteya kovarên kurdî
biguhêreDi DMOZ de lîsteya rojane ya malperên kovarên Kurdî
biguhêre- Kovar, http://www.dmoz.org/World/Kurd%C3%AE/N%C3%BB%C3%A7e/Kovar/ Girêdana arşîvê 2011-08-30 li ser Wayback Machine Malperên Kovarên Kurdî
Girêdanên derve
biguhêre- Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî Girêdana arşîvê 2012-12-03 li ser Wayback Machine Lîsteya kovarên Kurdî ser xêtê.