Hejar

nivîskarê kurd

Ebdurehman Şerefkendî an jî Mamoste Hejar (jdb. 1920 li Mehabad, Rojhilata Kurdistanê - m. 22ê sibatê 1990 li Kerec, Îran), nivîskar û helbestvan û wergerekî kurd bû. Hejar Mem û Zîn û Şerefname û Quranê jî wergerandine zimanê kurdî.

Hejar
Abdurrahman Sharafkandi In the early Republic of Mahabad.jpg
Wêneyê Mamoste Hejar
Navê rastî
Ebdurehman Şerefkendî
Jidayikbûn 1920
Mirin 22ê sibatê 1990 (70 Salî)
Kerec, Îran
Esil Kurd
Bernav Mamoste Hejar, Hejar
Hevwelatî Flag of Mahabad (1946–1947).png Komara Mehabadê
Pîşe Helbestvan û werger
Bandorbar Melayê CizîrîEhmedê XanîWefayî û Hecî Qadirê Koyî
biguherîneBelge

Di zaroktiyê de wî dişînin perwerdeya olî. Di 17 saliya xwe de dawî dide vê perwerdeyê lewra bavê wî dimire. Sala 1940ê dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike.[1]

Tevlî şoreşa Mahabadê û xebatên komarê dibe. Piştî hilweşîna Komara Mehabadê dibe penaber. 30 salan li welatên cuda dijî. Tevlî refên Mele Mistefa Barzanî jî dibe. Sala 1975ê vedigere Rojhilatê Kurdistanê.[2]

BerhemBiguherîne

  • Alekok
  • Wergêra Mem û Zîn bi soranî
  • Wergera Şerefnameyê bo kurdî
  • Dîwana helbestan bo Kurdistan
  • Çarînekanî Xeyam
  • Henbane Borîne (Ferhenga Kurdî-Farsî)
  • Wergêra Qur'anê bi Kurdî
  • Wergêra pirtûka bijîşkî ya Ibn Sîna ji erebî bo farsî
  • Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
  • Sifra bê biraneve (Wergera One and Zeroes without end ji Elî Şerîatî)
  • Çêştî Micêvir (Xwejînenîgarî)

ÇavkanîBiguherîne

  1. "28'emîn salvegera mirinê Hejar hat bîr înan". www.gulan-media.com. Ji orîjînalê di 23 sibat 2019 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 23 sibat 2019.
  2. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2005 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 23 tebax 2015