Îbn Sîna

fîlozofê fars
(Ji Ibn Sîna hate beralîkirin)

Îbn Sîna an jî Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna (bi latînî: Avicenna, bi farisî û erebî: ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا‎ Abū Alī al-Husayn ibn Abdullāh ibn Sīnā) fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîkê de xebatên girîng kiriye. Wî hewl daye ku felsefeya Arîstoteles di çarçoveya misilmantiyê de şîrove bike.[1]

Îbn Sîna
Persian Scholar pavilion in Viena UN (Avicenna).jpg
Peykerê Îbn Sîna
Navê rastî Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna

ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا‎

Bernavk Îbnî Sîna
Rojbûn 980
Xorasan
Mirin 21 hezîranê 1037
 Îran / Hamedan
Esil  Faris
Serdem Serdema Zêrîn a Îslamê
Pîşe felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û mûzîk
Bandorbar Arîstoteles, Hîpokrat, Bîrûnî, Kîndî
Bandorker Şihabedînê Suhrewerdî, Omer Xeyam, Nesîredînê Tûsî, Albertus Magnus
biguherîneBelge

Li Ewropayê bi navê Avicenna (Avîsena) tê naskirin.

Îbn Sîna di tirmiha 980an de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorasanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037an de li Hamedanê çûye ber dilovaniya xwedê. Bavê wî ji bajarê Belxê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Buxarayê.

Îbn Sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar Natîlî û Îsmaîl dersên mentiq, matematîk û astrolojiyê girtine. Wî di 7 saliya xwe de, pirtûka misilman an Quranê ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.

BerhemBiguherîne

Pirtûkên Îbn Sîna yên dinê jî li ser metafizîk, matematîk û astronomiyê ne.[2]

GalerîBiguherîne

ÇavakanîBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne