Erdelanî zaravayekî kurdiya navîn ye ku li Parêzgeh Sine û bajarê Riwanser girtûperê (derdorê) wî dêt axaftin. Gerçî ji dîmena rezimanî (gramatîk) erdelanî zaravayekî kurdiya navîn (soranî) ye, lêbelê wî bi kurdiya başûr jî pirr nêzîk e. Hê jî gelek elementên kevnar yên kurdî di erdelanî de parastîne[çavkanî hewce ye].

Bernavan biguhêre

Erdelanî Soraniya Hewlêrî Kelhûrî Kurmancî Kirmanckî Hewramî
min min, emin min, mi ez ez emin, min
to to, eto tû, to, ti tu ti, tu to, etu, tu
ew, o ew ew, o ew o/a ad
ême ême îme em ma êma,ême
êwe êwe îwe, yûwe hûn, hingo şima, şime şima, şime
ewan ewan ewan ew ê ed

Reziman biguhêre

Erdelanî Soraniya Hewlêrî Kelhûrî Kurmancî Kirmanckî Hewramî
min eçim min/emin deçim min/mi çim/diçim ez diçim ez şina emin/min lû/milû
to exweyt to/eto dexoy tû/to/ti xwey/dixwey tu dixwey ti/tu wenî/wena to/etu/tu werî/morî
ew/o ekat ew dekat ew/o keyd/dikey ew dike o/a keno/kena ad kero/mikero
ême ezanîm ême dezanîn îme zanîm/dizanîm em dizanin ma zanê/zanîme êma/ême zanim/mizanim
êwe erêjnin/erêşnin êwe derêjnin îwe/yûwe rişnin/dirişnin hûn/hingo dirijnin şima rişnenê şima/şime rişîd/merişîd
ewan ewînin ewan debînin ewan diwînin/dînin ew dibînin ê vînenê ed wînên/moynên

Formê fermanî (împeratîv) biguhêre

Erdelanî Soraniya Hewlêrî Kelhûrî Kurmancî Kirmanckî Hewramî
biço! ço! biço! biço! biçe! şo! bilû!
bê! bêre! bê! were! bew! were! bê! borê!
bike! bike! bike! bike! bike! kere!
bixwe! bixo! bixwe! bixo! bûre! bûre!
biwîne! bibîne! biwîn! bîn! bibîne! bivîne! biwîne!
bêje! bile! bîj! bêje! vaje! waçe! baçe!
biware! bibare! biwar! bar! bibare! bivare! biware!

Taybetmendiyên zaravayê erdelanî biguhêre

Erdelanî tenê zaravayê kurdî, yan betir e ku em bêjin tenê zaravayê îranî yê Bakûrê Rojava ye ku li vî de demê çûbûyî yan sifet bi paşbendika "-ig" tê çê kirin (mîna zimanên îranî yên navîn, bi taybet pehlevî û partî ku li wan de jî demê çûbûyî yan sifet bi "-eg" dihate çê kirin). Mînak:

Erdelanî Soranî Kelhûrî Kurmancî Kirmanckî Farsî Mazenderanî Pehlevî
kûştig kûştû kûştî kûştî kîşte koştê kûşti kûşteg
nusyag , nusyaw nusraw nusyaw nivîskî, nivîsandî nuşte nêvêştê şodê benivîşti bebû nîbîşteg
birdig , birdû birdû birdî birî berde bordê bûrdi bûrteg
mirdig , mirdû mirdû mirdî mirî merde mordê mûrdi mûrteg
kiryag , kiryaw kiraw kiryaw hatîye kirin kerde, ameya kerdene kerdê şodê hakordi bebû kerteg
zînig , zînw zîndû zîne zindî ganî, cande zêndê zênde zîndeg
gizig , gizi gezû gizî gezî, gezû gezi khak endaz geze -
tînig , tînû tînû tînî tînî têşan têşnê teşne tîşneg
kolani xwarig kolanî xwarû kolani xwar kolana xwar/jêr mehleya ware/cêre mehellêyê payîn bên mehelli -
kolani jûrig kolanî jûrû kolani jûr kolana jor mehleya core mehellêyê bala cûwer mehelli -

Hendek wûşeyên erdelanî biguhêre

Erdelanî Soraniya Hewlêrî Kurmancî
Xwa Xûday, Xwa Xwedê
xawen xawen xwedî
naw, -name (wek: nazname, penename) naw, nêw nav!
sol sor sor, xwey
baran baran, werişt baran
befir, wefir befir berf
en hend hin, hind, qas
gûrg gûrg gûr
seg seg kûçik
mêman mêwan mêvan
sa/100 set/100 sed/100
rêge, re rêga rê, rih
solle serma serma
pek bak xem, tirs
pirt, pird pird pir
kewg şîn şîn
sewz sewz, kesk kesk
zûwan ziman ziman
keleşêr dîk dîk
hemro hermê hermî
berz berz bilind
zama, zawa zawa zava
wevî bûk bûk

Çavkanî biguhêre