Kurdiya jêrîn

(Ji Kurdiya başûr hat beralîkirin)

Kurdiya jêrîn yek ji zaravên zimanê kurdî ye.

Kurdiya jêrîn
Kurdî xwarig, kurdî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Herêm  Kurdistan
Axiverên zimanê zikmakî 4 milyon heya 6 milyon be Kelhurî, Lekî û Hewramî diaxiwin
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 sdh
SOUTHERN KURDISH.JPG

Nexşeya Zaraveyên Kurdiya jêrîn

Derbarê kurdiya jêrînBiguhêre

Kurdiya jêrîn/başûrî yek ji tayên zimanê kurdî ye ku pitir nêzî kurdiya navîn an soranî ye. Ji ber ku kurdiya jêrîn ketiye navbera farsî, lurî, soranî û hewramî taybetmendiyên xwe hene. Herweha li gor ol û ayîn jî pitir kurdên yarsan û şî'e bi devokên jêrîn diaxvin. Îro pitir ji çar milyon kes bi kurdiya jêrîn diaxvin.

Devokên kurdiya jêrînBiguhêre

  • Kirmaşanî : Devoka sereke ya kurdiya jêrîn ku pitir li nav bajar û parêzgeha Kirmaşanê tê bi kar anîn.
  • Kelhurî : Pitir li bajarên Gîlan û Şabadê û Eywan tê bi kar anîn.
  • Mayani :pitir li bajarên Kangawer û Sahna ù Bêston û Asad abad tê bi kar anîn.
  • Lekî : Pitir li bajarên Leknişîna Kirmaşan û Luřistanê mîna Hersîn û Elişter tê bi kar anîn.
  • Feylî : Pitir li Bexda, derdora Xaneqîn û Bedre tê bi kar anîn.
  • Şêxbizinî : Kurdên ku çen sed sal berî niha ji derdorên Kirmaşan û Silêmanî hatine veguhastin bo anatolî û tirkî û pitir li Heymane dijîn.

Belavbûyîna kurdiya jêrînBiguhêre

Kurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.

Kurdiya Kirmaşanî ligel zaravayên kurdî yên dinBiguhêre

Kirmaşanî Soranî Kurmancî Zazakî Hewramî
Min Min Ez, Min Ez Amin, Min
Tu To Tu, te Ti, To To, Etû, Tû
Min kem Min dekem Ez dikim Ez kenu Amin/Min mekerû
Min çim Min deçim Ez diçim Ez Şonu Min milû
Fere, zyad Zor Pir, Gelek, Zaf Zaf Zor/fira
Wit Got/Wit Got Vat Wat/vat
Îreňe, Îse Êsta Niha, Vêsta, Nika Nika îse
Hat- Hat- Hat- ame- ame-
Deň Bang, Deng Deng Veng Deng
Gewre, Qeü Gewre Gewre, Gir, Mezin Pîl Gore
Wa Ba Ba Va Va/Wa
Waran Baran Baran Varan Baran
Xeraw, Gen Xirap Xirab/genî Xirab Xirab

Bide berBiguhêre

TêkildarBiguhêre