Gerrusî

zaravayekî Kurdî ye, ku li girtûperê (derdorê) bajarê Bîcarê tê axaftin û wisa yek ji devoken Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr nas dibe

Gerrusî zaravayekî Kurdî ye, ku li girtûperê (derdorê) bajarê Bîcarê tê axaftin û wisa yek ji devoken Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr nas dibe. Gerrusî bi zaravayên soranî û Kirmaşanî û Lekî bi pirr nêzî ye.

Bernava biguhêre

Gerrusî Soranî Kirmaşanî Lekî Kurmancî
mi, min min, emin min, mi mi, min ez, min
to to, eto tû, ti tu, te
ew, o ew, o ew, o ew, o ew, we
îme ême îme îme em, me
îwe êwe, engo îwe, yûwe hûma hûn / hewe, we
ewan ewan ewan ewan ew, wan

Rêziman biguhêre

Rêzimanê Gerrusî mîna zaravayên Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr yên din e. Tenê li Gerrusî de (mîna Kirmaşanî) mirov dikare jibo çê kirina demê nikayî hem "di-" bi kar bîne hem jî ne. Belam (lêbelê) carna demê nikayî tenê bi "di-" tê çê kirin:

Gerrusî Soranî Kirmaşanî Lekî Kurmancî
mi mirim/dimrim min demrim/emrim min mirim/dimrim mi memrim ez dimirim
to keyd/dikeyd to dekey/ekeyt tû key/dikey tû mekey tu dikî / tu dikey
ew mînî/dimînî ew demênê/emênêt ew mînî/dimînîd ew memînê ew dimîne
îme wînîm/dûynîm ême debînîn/ewînîn îme diwînin/dînîm îme mewînîm em dibînin
îwe diron/doron êwe deron/eron îwe diron/doron hûma meron *hûn diherin
ewan dîyên ewan dên/tên ewan dên ewan mîyen ew tên / ew dihên

Hindek Wûşeyên Taybetmend biguhêre

Gerrusî Soranî Kirmaşanî Kurmancî
kenî kanî kanî kenî, kanî
kûwe kêw, kêf, ko kîf çiya
hûrd wird hûrd hûr
hûşk wişk hûşk hişk
xwastin wîstin, xwastin tûwastin xwastin
hûz, dê gund, dê gund, dî
deng deng deng, hena deng
sîye reş, sîya reş, sîye reş
çew, çow çaw çew çev, çav
we be we bi
wirsî birsî birsî birçî, birsî
bîn bûn, bîyîn bîn bûn, *bîn
çîn çûn, çîn çîn çûn
ayîme êste îse nûha, aniha

Helbestek bi kurdiya gerrus biguhêre

bîçare kesî ki yar neyrî
ley xûrbete dilten û nemûre
dil wer dil û dîdari to cûr e
çen sale min û dil dizanîm
tenya dili to leman we zûr e
dilrehm û xwanas û ezîzî
rasî dilegem, to hayde kûre?

.....

pûney qeşen û wexti cûwanî
wesfi to dikem we her zûwanî
we çew dimijim eşq û wefay to
qisyey dilim e xwa dizanî...

Helbestvan: B. Q. Daxî, ji pertoka wê ya "Delaqey Derya (Helbest Bi Kurdiya Gerrusî)

Werger:

hêjar ew kes kû yarê wê çine
li wî xûrbeta behêvîtî û dilsar
dilê min bi carna dîtina te xweş e
çend salan ez û dil dizanin
tenê dilê te (evîna te) ji me re bes e
tu bi pîyare û xwedênas û birêzî
lê evîna min, tu li kû derî?

....

pûdîneya bedew û demê ciwanîtî/xortî
ez ji te dibêjim bi her zimanek
ez bi çevên xwe hêstirên evîn û wefaya te dimijim
xwedê dizane vê qiseya dilê mine (pirr rast e)...[çavkanî hewce ye]

Çavkanî biguhêre