Êlih
Êlih anku Êliḧ (bi tirkî: Batman) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.
Navçeya Êlihê Batman | |
![]() Bajarê Êlihê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Serbajar | Êlih |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 31 gund |
Gelhe (2008) | 324.402[1] kes |
Rûerd | 564 km2 |
Berbelavî | 575,2 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 298.342 kes |
Koordînat | 37°53′0″Bk 41°7′40″Rh / 37.88333°Bk 41.12778°Rh |
Bilindayî | 575 m |
Koda postayê | 72000 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
Nexşeya bajarê
|
Biguhêre
Navê bajêr ê kevn Êlih e. Di sala 1957an de navê bajar bûye "Batman".
DîrokBiguhêre
Kronolojiya bajêrBiguhêre
Berî Îsa (zayîn)Biguhêre
- 800 - 612 dema asûriyan
- 612 - 550 Împeratoriya medan
Piştî Îsa (zayîn)Biguhêre
- 350 Dema mekedoniyan
- 700 Dema ereban
- 927 Dema bîzansiyan
- 1107 Dema selçukiyan
- 1243 dema mogolan
- 1514 Dema osmaniyan
- 1894 Serhildana Sasonê li dijî osmaniyan
ErdnîgarBiguhêre
Cihên erdnîgarî û sînorên bajêrBiguhêre
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdiyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Bidlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.
Taybetiyên erda bajêrBiguhêre
Erda herêmê ji 75,7% ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji 24,3% e. Ji wî erdî ji 91,7% ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tenê nîsk, genim, tûtin, pembo, tirî û zebeş, pîvaz tên çandin. Gwîz, berrû, incaz, beîv, hîjîr û wez jî li wêre tên şitlandin.
AvûhewaBiguhêre
Li herêmê avhewaya reşahiyê serdest e. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û berf û payîz baranî derbas dibe.
Çiyayên herêmêBiguhêre
Sason (2.973 m), Zupser (2.044 m), Raman (1.263 m)
Deşt û zozanên herêmêBiguhêre
Deşta Batmanê (10.000 ha), Deşta Qubînê (dirêjahî 15–20 km, firehî 2–3 km ye).
Geliyê Çemê Batmanê û qismek ji geliyê Çemê Dîcle, geliyên herî mezinên li herêmê ne.
Çem û golBiguhêre
Gol li herêmê tune ne. Çemê Batmanê û Dicleyê yên herî mezin in ên ku li herêmê diherikin. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.
Cureyên heywananBiguhêre
Xwedîkirina heywanên kedî mijûliyeteke mezin e li herêmê. Li herêmê heywanên kovî, wekî rovî, kew, kîvroşk û gur jî peyde dibin.
Binerdên bajêrBiguhêre
Li Qubînê, li Çiyayê Ramanê petrol derdikeve. Wekî din li herêmê xwê, krom, asfalt û sifir jî ji bin erdê derdikeve.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerêBiguhêre
Kela Hezoyê û bajarê berê yê Heskîfê ciyên gerê yên ji bo turîstan e.
Çand û hunerBiguhêre
Ol û civakBiguhêre
Piranîya serjimarê ji misilmanan pêk tê. Li gundên li derûdora Qubînê êzîdî gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piranîya gelheyê ji kurdan pêk tê. Van salên dawî bi saya Rafînera Petrolê tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û suryanî jî civakên din ên herêmê ne.
Xwarênên herêmêBiguhêre
Keşkek, biryan, kifta bi mast û "Kitel" xwarinên herî naskirîne ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmêBiguhêre
Şelwar ji alî zilaman ve tê li xwe kirin. Bi ser de îşligek ku milê wî dirêj û nexş kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku jê re dibêjin "reşik" hene.
Jinên herêmê fîstanên hevreşim yên rengîn ku dibiriqîn li xwe dikin. Şelwarek fireh û gorên ji hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigên xwe dikin.
Li heremê kincên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tên li xwe kirin.