Batman (parêzgeh)

parêzgehekê Tirkiye
(Ji Batman hat beralîkirin)

Batman (bi tirkî: Batman) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve hundirî sinorên Komara Tirkiyeyê. Serbajarê parêzgehê Êlih e. Pirraniya xelkê parêzgehê kurd in.

Parêzgeha Batmanê
Koda parêzgehê: 72
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Êlih
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008) 485.616 kes
Rûerd 4.659 km2
Berbelavî 104,2 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 6 navçe
Hejmara bajarokan 12 bajarok
Hejmara gundan 271 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 488

Li bakur parêzgeha Mûşê, li rojava parêzgeha Amedê, li rojhilatê parêzgehên Bêdîs û Sêrtê û li başûr jî Mêrdîn dikeve. Navê wê ji çemê Batmanê hatiye girtin. Paytexta parêzgehê bajarê Êlih e, ku bajarê herî mezin ê parêzgehê ye.

Gelhenasî

biguhêre

Nifûsa parêzgehê 620.278 e. %84,27ê vê nifûsê li bajaran dijîn. Li gorî vê yekê li parêzgehê her km² 139 kes hene û ev hejmar li navçeya navendî digihêje 722an. Rûbera parêzgehê 4.477 km² ye.[1] Bilindahiya navenda bajêr ji asta deryayê 570 m ye.

Li gorî daneyên TÛÎKê yên sala 2020an li gel navçeya navendî 6 navçe, 11 şaredarî, di van şaredariyan de 136 tax, û 283 gund hene.

Batmanê ku heta sala 1990an girêdayî parêzgeha Sêrtê bû, bi qanûna bi hejmara 3647an a di 16ê gulana 1990an de bû parêzgeha 72yemîn a Tirkiyê. Bi vê yekê navçeyên Beşîrî, Kozlûk û Sasonê ji Sêrtê, navçeyên Hesenkêf û Gercûşê jî ji Mêrdînê bi navendê ve hatin girêdan.

Heta sedsala 20an

biguhêre

Li Batmanê çemê Dîcleyê derbas dibe, ku xwediyê girîngiyeke stratejîk e. Li kêleka wê zeviyên bi bereket hene û her wiha girên zinar ên bi gelek şikeftan de stargehek xwezayî peyda dikin. Ji ber vê yekê, ev der li gorî delîlên arkeolojîk niştecîhek ji demên pêşdîrokî ye, ku tê texmîn kirin ji serdema neolîtîk (paleolîtîk) ve gihîştiye roja me.

Yekem delîlên belgekirî yên niştecihbûnên li parêzgehê digihêjin heta sedsala 7an BZ. Li vê herêma çolistanî "giravek" çêkirî hat çêkirin. Navê wê Elexan bû û 194 salan ji sala 546 berî zayînê heta êrîşa Îskenderê Makedonî di sala 334 BZ de xwedî statuyeke serbixwe bû. Parêzgeha Batmanê di sedsalên 4an heta sedsalên 6an de wergeriya navendeke olî û bû beşek ji Împeratoriya Bîzansê. Di sedsalên 11-12mîn de ji aliyê Împeratoriya Mezin a Selçûqiyan û Artûqiyan ve hatiye birêvebirin, ku beşeke wê li wîlayetê, li bajarê Hesenkêfê bû. Ev bajar navendeke çandî ya parêzgeha Batmanê ye û ji ber vê yekê di sala 1981ê de wek herêmeke parastina xwezayî hatiye ragihandin.[2]

Nêzîkî sedsalên 4an û ya 6an PZ parêzgeh bû navendeke Rêya Îpekê. Tê de bi pirranî Aşûriyên xiristiyan û ermenî niştecih bûn, di heman demê de hebûna girîng a yewnaniyên Pontî, cihûyên Bexdadî jî peyda bû. Di sala 1515an de ji aliyê Mehmûd Paşa Elexanî ve di ziman û rêveberiya parêzgehê de guhertinên girîng hatin kirin. Tê bawer kirin ku bi van guhertoyan navê bajêr Elah bûye Îluh û navê berê daye bajarê Batmanê.[3][4][5]

Dîroka nûjên

biguhêre

Rewşa Awarte ya OHALê

biguhêre

Ji Tîrmeha 1987’an heta Cotmeha 1997’an Eyaleta Êlihê ket nav herêma Rewşa Awarte ya OHAL’ê.[6] Gelek gund hatin valakirin, wêrankirin û şêniyên wan bi darê zorê hatin koçber kirin.

Pêşxistina zeviyên neftê bû sedema veguhestina kesên tirk bo parêzgeha Batmanê, tevî ku ew parêzgeha Batmanê piranî Kurd lê dijîn. Ev jî taktîkeke siyasî ya dewleta Tirk bû ku dixwest asîmîlasyonê teşwîq bike. Vê yekê nakokiyên etnîkî yên ku di salên 1990'î de zêde bûn, derxist holê.

Hizbullaha Tirkiyeyê û kuştinên nediyar

biguhêre

Di navbera salên 1992 û 1993an de li herêma bajarê Êlihê ji aliyê çekdarên nenas ve zêdeyî 180 sivîl hatin qetilkirin, ku wek kuştinên nediyar derbasî dîrokê bûn.[7] Ew parêzgeh bû keleha rêxistina terorîst Hizbullaha Tirkiyeyê û hat ragihandin ku rêxistinê li Êlihê kampek avakiriye ji bo perwerdehiya leşkerî û siyasî.[8]

Serkeftina îradeya kurd

biguhêre

Li Êlihê di hilbijartinên herêmî yên 31ê adara 2024an de namzeta DEM Partiyê Gulîstan Sonûk bi ser ket. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Serkan Ramanliyê namzetê HUDA PARê yê ku wekî partiya siyasî ya Hîzbullahê tê nasîn, li dijî jinan daxuyaniyên bi nakok dabû. Lewma serketina jinekê ji bo şaredariya bajêr bi şahiyan hat pêşwazîkirin. Li Êlihê ku Gulîstan Sönük ji sedî 65’ê dengan girt, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.[9]

Şaredara Êlihê Gulîstan Sonûk ji Reutersê re axivî û got:

"HÛDA PARê ji ber ku ez jin in min weke hevrik nedît. Ya herî dawî jî ew bû ku li hemberî jineke ciwan winda bikin."[10]

Erdnîgarî

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Untitled Page". www.e-icisleri.gov.tr. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  2. ^ "UNESCO: Türkiye Hasankeyf'i aday göstermedi – DW – 03.02.2016". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  3. ^ "GAP | Batman". web.archive.org. 10 adar 2011. Ji orîjînalê di 10 adar 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  4. ^ "İluh'tan Batman'a". Milliyet (bi tirkî). 13 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  5. ^ "Kopîkirina arşîvê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Dogan and Others v. Turkey". Refworld (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  7. ^ Rugman, Jonathan; Hutchings, Roger (13 adar 2001). Ataturk's Children: Turkey and the Kurds (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-0-8264-5490-4.
  8. ^ "European Court of Human Rights < Regional Cases < Human Rights Cases (Original Texts) < Human Rights Cases and Materials < The human rights education project < Sérvefir < Vefsvæði humanrights.is". web.archive.org. 2 gulan 2008. Ji orîjînalê di 2 gulan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  9. ^ "Gülistan Sönük: Batman'ın DEM Parti'li yeni belediye başkanı seçimi nasıl kazandı?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 8 nîsan 2024. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  10. ^ Duvar, Gazete (4 nîsan 2024). "Reuters, Gülistan Sönük ile konuştu: 'HÜDA PAR, kadın olduğum için beni rakip olarak görmedi'". https://www.gazeteduvar.com.tr/reuters-gulistan-sonuk-ile-konustu-huda-par-kadin-oldugum-icin-beni-rakip-olarak-gormedi-haber-1681624 (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 gulan 2024. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)

Bîblîografî

biguhêre
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.