Tirkiye

(Ji Komara Tirkiyeyê hat beralîkirin)
Türkiye
Türkiye Cumhuriyeti
Komara Tirkiyeyê
Alaya Tirkan
(Ala)
Gotina netewî:
Egemenlik, kayıtsız şartsız Milletindir[1]
(Serdestî bêqeyd û bêşert a gel e)
Sirûda netewî: İstiklal Marşı
Sirûda Îstiqlalê
Turkey (orthographic projection).svg
Zimanên fermî Tirkî


Zimanên nefermî Abazayî, abxazî, adigeyî, erebî, albanî, avarî, azerbaycanî, bosnî, pomakî, romanî, ermanî, gurcî, hamşenî, hertevînî, kabardinî, qazaxî, qirgizî, tatariya Qirimê, zimanê kurdî, spaniya cihûyan (ladîno), lazî, osetî, ûzbêkî, pontî - yewnaniya Trabzonê, yewnanî, suryanî, tirkmanî, uygurî [çavkanî hewce ye]
Paytext Enqere
39°55′Bk 32°50′Rh / 39.917°Bk 32.833°Rh / 39.917; 32.833
Bajarê mezin Stembol
Sîstema siyasî Komar
 - Serokkomar
 - Cîgirê Serokê
Recep Tayyip Erdoğan
Fuat Oktay
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

783.562 km2
1.3
Gelhe
 - Giştî ([[2020])
 - Berbelavî

83.614.362[2] kes
102 kes/km2
Serxwebûn 29ê çiriya pêşîn a 1923
Dirav Türk Lirası (Lîraya Tirkî)
Dem UTC+2
Nîşana înternetê .tr
Koda telefonê +90
Turkey map ku.svg

Tirkiye, Turkiya an jî Komara Tirkiyeyê (navê fermî bi tirkî: Türkiye Cumhuriyeti) welatekî Ewropayî-Asyayî ye ku li nîvgizirta Anatoliyayê li başûrê rohavaya Asyayê heta nîvgizirta Balkanê li başûrê rojhilata Ewropayê dikeve ye.

Tixûbên Tirkiyeyê bi heşt welatan re hene: Bulgaristan li bakurê rojavayê, Yewnanistan li rojavayê, Gurcistan li bakurê rojhilatê, Ermenistan, Îran û Komara Azerbaycanê li rojhilatê, Iraq û Sûriye li başûrê rojhilat û başûrê wê dikevin. Ew bi Deryaya Navîn li başûrê, Deryaya Egeyî li rojavayê û Deryaya Reş li bakurê tê dorpêç kirin. Deryaya Marmara jî li navbera xakên Tirkiyeyê dikeve. Ev derya wekî sînorê parzemîna Ewropayê û Asyayê tê hesibandin û bi vî awayî Tirkiyê welatekê du-parzemînî ye.

EtîmolojîBiguherîne

Xanedaniya tirkan a ewil mavîna salên 552-744 li herêma Asyaya Navendî û Çînê bi navê xanedaniya Goktirkan (bi tirkî: Göktürk Kağanlığı) hatiye damezirandin. Navê "Türk" bi şeklê ku hiro tê bakaranîn cara yekem li ser nivîskek a di heyna Göktürkan de derbas dibe. Çîniyan di wê serdemê de navê tirkan wek Tūjué bikartînin. Dîroknas İlber Ortaylı li nivêsarekî xwe de diyar dike ku bazirgan û dîplomatên Cenevîzî û Venedîkî di sedsala 12em de Tirkiye wek Turchia û Turkmenia şayesandine. Ji bilî vê navê Tirkiye cara pêşîn di sala 1190î de di çavkaniyek nivêskî de, di weqayînameya Seferên Xaçperestan derbas dibe.[çavkanî hewce ye] Abdulhaluk Çay diyar dike ku şayesandinê Turchia kevntir e û tebîrê Turchia cara pêşîn di sedsala 6em de di çavkaniyên Bîzansê de tê rast lê hatin û dibêje "Va tebîra di sedsalên 9em û 10em de seî qada ku di mavîna çemê Volgayê heta Ewrûpaya Navendî de dimîne hatiye bikaranîn."[çavkanî hewce ye] Hew diyar dike ku va bikaranîna di herêma Qefqazyayê seî Kaẍantiya Hazar wek Tirkiyeya Rojhilat, seî dûgela macar bi aliyê Xanedaniya Arpadê hatiye damezirandin jî bi şeklê Tirkiyeya Rohava bûye û heman tebîr ji sedsala 12em pê ve seî Anadolyayê hatiye bikaranîn. Di dîrokê de di sedsalên 13em û 14em de Memlûkên Misrê jî navê Tirkiye bikaranîne: "ed-devlet üt Türkiya" (1250-1387)[çavkanî hewce ye] Di Dewleta Osmanî de heta sedsala 19'emîn de navê Tirkiye nedihat bikaranîn; Navên Devlet-i Âliyye (bixwîne: Dewlet-î Alîyye), Devlet-i Osmaniye (bixwîne: Dewlet-î Osmanîye), Memalik-i Şahane (bixwîne: Memalîk-î Şahane), Diyar-ı Rum (bixwîne: Dîyar-i Rum) hatin bikaranîn. Lê tê zanîn ku li derveyî welêt car caran li şûna Împeratoriya Osmanî navê Tirkiye hatiye bakaranîn. Xerîteyên ku di wê heynê de bi zimanên biyanî hatine çêkirin vî rewşê diyar dikin. Paşînga nav Jön Türkan şûna Osmaniye (bixwîne: Osmanîye) navên mîna Türkistan (bixwîne: Tûrkîstan), Türkeli (bixwîne: Tûrkelî), Türkili (bixwîne: Tûrkîlî) hatine pêşniyaz kirin lê ji ber ku di Asyaya Navendî de herêmekê bi navê Türkistan heye ew yek nehatiye pejirandin. Di makezagonê de (1921) navê "Türkiye" hatiye nivêsandin û bi îlankirina komarê di sala 1923î de navê dewletê wek Türkiye Cumhuriyeti (bi kurdî: Komara Tirkiyeyê) misoger bû.

DîrokBiguherîne

Wextê tirkên AnatoliyayêBiguherîne

Li Xorasanê dema siltan Sancar (1118–1157) de, lawê Melik Şah bû, selcûqiyan demeke xwe ya dina baş dît. Lê ji pê di 1141an de li Semerqand hembera Kara Kitaiyan de bin ket re çend salan şunda keyîtî hilwaşî ye. Selcûqiyên li Anatoliyayê ji pê binketîniyê di 1243an hembera Îlhanan re lawaz bûn û di 1307an de hilwaşî. Paşê bi awayê began dabeş bû û li ser bermayiyên vê dewletê Împeratoriya Osmaniyan ava bû.

Berî avabûnêBiguherîne

Komara Tirkiyeyê li ser axa bermayiyên Osmaniyan û li ser axa Kurdistanê hate damezrandin. Mîraseke mezin ya dîrokî, leşkerî, bûrokratî ji Împeratoriya Osmaniyan wergirt. Dewleta Osmaniyan piştî şerê cîhanî yê yekem ji aliyê gelek dewletên ewropayî ve hat dagirkirin. Gelek herêmên tirknişîn ketin bindestê wan dewletan.

Komara Tirkiyeyê dı 29 çiriya pêşîn 1923an de hatiye îlankirin.

Serdema yek partî (1923-1945)Biguherîne

Di vê serdemê de tenê bi navên xwe yên guhertî Partiya Komara Gel hebû, partî û rêxistinên din hatibûn qedexekirin. Her çend li sala 1930ê Firkaya Serbest hatibe ava kirin jî, di heman salê de ji aliyê partiya desthilat hate girtin. Di vê serdemê de esasen Mustafa Kemal Atatürk û hevrêyên wî li ser avakirin û modernîzekirina dewletê ve mijûl bûn.

Serokkomar Mistefa Kemal Atatürk (29 çiriya pêşîn 1923-10 çiriya paşîn 1938)Biguherîne

Hikûmeta yekem (30 çiriya pêşîn 1923-6 çiriya paşîn 1924)

Piştî hilbijartina Mustafa Kemal Atatürk bo postê serokkomariyê, hikûmeta yekem ya Tirkiyeyê jî hatiye avakirin. Ev erk ji İsmet İnönü re hate dayîn û bi partiya xwe Fırkaya Gel hikûmeta xwe ava kir.

Hikûmeta duyem (6 adar 1924-22 çiriya paşîn 1924)

Ji ber hindek sedeman hikûmeta yekem hate betalkirin û wekî hikûmeta yekem ji aliyê İsmet İnönü ve hikûmeta duyem bi rêya Firkaya Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta sêyem (22 çiriya paşîn 1924-3 adar 1925)

Ev hikûmet ji aliyê Ali Fethi Okyar ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hatiye avakirin

Hikûmeta çarem (3 adar 1925-1 çiriya paşîn 1927)

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta pêncem (1 çiriya paşîn 1927-27 îlon 1930)

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta şeşem (27 îlon 1930-4 gulan 1931)

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta heftem (4 gulan 1931-1 adar 1935)

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta heştem (1 adar 1935-25 çiriya pêşîn 1937)

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta nehem (25 çiriya pêşîn 1937-11 çiriya paşîn 1938)

Ev hikûmet ji aliyê Mahmut Celal Bayar û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel ve hatiye avakirin.

Serokkomar İsmet İnönü (11 çiriya paşîn 1938-22 gulan 1950)

Piştî mirina Mustafa Kemal Atatürk, hevrêyê wî İsmet İnönü bû serokkomarê nû yê Tirkiyeyê. Heta piştî şerê cîhanî yê yekem jî ma li ser postê xwe.

Hikûmeta dehem (11 çiriya paşîn 1938-25 kanûna paşîn 1939)

Ev hikûmet ji aliyê Mahmut Celal Bayar ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin

Hikûmeta yanzdem (25 kanûna paşîn 1939-3 nîsan 1939)

Ev hikûmet ji aliyê Refik Saydam ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin

Hikûmeta danzdem (3 nîsan 1939-8 tîrmeh 1942)

Ev hikûmet ji aliyê Refik Saydam ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin

Hikûmeta sêzdehem (8 tîrmeh 1942-9 adar 1943)

Ev hikûmet ji aliyê Şükrü Saraçoğlu ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin

Hikûmeta çardehem (9 adar 1943-7 tebaxa 1946)

Ev hikûmet ji aliyê Şükrü Saraçoğlu ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin. Hikûmeta duyemîn ya Şükrü Sraçoğlu ye.

Serokkomar İsmet İnönü (11 çiriya paşîn 1938-22 gulan 1950)Biguherîne

Hikûmeta çardehem (9 adar 1943-7 tebaxa 1946)

Ev hikûmet ji aliyê Şükrü Saraçoğlu ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin. Hikûmeta duyemîn ya Şükrü Saraçoğlu ye.

Hikûmeta panzdehem (7 tebaxa 1946-10 îlon 1947)

Ev hikûmet ji aliyê Mehmet Recep Peker ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta şanzdehem(10 îlon 1947-10 xizîran 1948)

Ev hikûmet ji aliyê Hasan Saka ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta hevdehem (10 xizîran 1948-16 kanûna paşîn 1949)

Ev hikûmet ji aliyê Hasan Saka ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin.

Hikûmeta hejdehem (16 kanûna paşîn 1949-22 gulan 1950)

Ev hikûmet ji aliyê Şemsettin Günaltay ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hatiye avakirin.

Serdema pir partiyan (1945-...)Biguherîne

Serokkomar Celal Bayar (22 gulan 1950-27 gulan 1960)Biguherîne

Hikûmeta nozdehem (22 gulan 1950-9 adar 1951)

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hatiye avakirin.

Hikûmeta 20em (9 adar 1951-17 gulan 1954)

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hatiye avakirin.

Hikûmeta 21em (17 gulan 1954-9 kanûna pêşîn 1955)

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hatiye avakirin.

Hikûmeta 22yem (9 kanûna pêşîn 1955-25 çiriya paşîn 1957)

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hatiye avakirin.

Hikûmeta 23yem (25 çiriya paşîn 1957-27 gulan 1960)

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hatiye avakirin. Bi derbeyeke leşkerî dawî li hikûmetên Adnan Menderes hat. Jixwe piştî vê rûdanê êdî di nav artêşa Tirkiyeyê de, parêzvaniyê komarê destpê dike û ev jî çend salan carekê dibe sedema derbeyên leşkerî.

Serokkomar Cemal Gürsel (27 gulan 1960-28 adar 1966)Biguherîne

Hikûmeta 24em (30 gulan 1960-5 kanûna paşîn 1961)

Ev hikûmet ji aliyê Cemal Gürsel ve hatiye avakirin

Hikûmeta 25em (5 kanûna paşîn 1961-27 çiriya pêşîn 1961)

Ev hikûmet ji aliyê Cemal Gürsel vê hatiye avakirin

Hikûmeta 26em (20 çiriya paşîn 1961-25 xizîran 1962)

Ev hikûmet ji koalîsyona CHP û Partiya Edaletê bi serokatiya Ismet Inonu hatiye avakirin

Hikûmeta 27em (25 xizîran 1962-25 kanûna pêşîn 1963)

Ev hikûmet ji aliyê koalîsyona CHP û YTP bi serokatiya Ismet Inonu hatiye avakirin

Hikûmeta 28em (25 kanûna pêşîn 1963-20 reşemeh 1965)

Ev hikûmet ji aliyê partiya CHP û bi serokatiya Ismet Inonu vê hatiye avakirin

Hikûmeta 29em (20 reşemeh 1965-27 çiriya pêşîn 1965)

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CKMP û YTP bi serokatiya Suat Hayri Urguplu hatiye avakirin

Hikûmeta 30em (27 çiriya pêşîn 1965-3 çiriya paşîn 1969)

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hatiye avakirin

Serokkomar Cevdet Sunay (28 adar 1966-28 adar 1973)Biguherîne

Hikûmeta 30em (27 çiriya pêşîn 1965-3 çiriya paşîn 1969)

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hatiye avakirin

Hikûmeta 31em (3 çiriya paşîn 1969-6 adar 1970)

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hatiye avakirin

Hikûmeta 32yem (6 adar 1970-26 adar 1971)

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hatiye avakirin

Hikûmeta 33yem (26 adar 1971-11 kanûna pêşîn 1971)

Ev hikûmet bi serokatiya Nihat Erim ve hatiye avakirin

Hikûmeta 34em (11 kanûna pêşîn 1971-22 gulan 1972)

Ev hikûmet bi serokatiya Nihat Erim ve hatiye avakirin

Hikûmeta 35em (22 gulan 1972-15 nîsan 1973)

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CHP û MGP pêk tê û bi serokatiya Ferit Melen ve hatiye avakirin

Serokkomar Fahri Koruturk (6 nîsan 1973-6 nîsan 1980)Biguherîne

Hikûmeta 35em (22 gulan 1972-15 nîsan 1973)

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CHP û MGP pêk tê û bi serokatiya Ferit Melen ve hatiye avakirin

Hikûmeta 36em (15 nîsan 1973-26 kanûna paşîn 1974)

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CGP û MGP pêk tê û bi serokatiya Naim Talu ve hatiye avakirin

Hikûmeta 37em (26 kanûna paşîn 1974-17 çiriya paşîn 1974)

Ev hikûmet ji koalîsyona CHP û MSP pêk tê û bi serokatiya Bulent Ecevit ve hatiye avakirin

Hikûmeta 38em (17 çiriya paşîn 1974-31 adar 1975)

Ev hikûmet bi serokatiya Sadi Irmak ve hatiye avakirin

Hikûmeta 39em (31 adar 1975-21 xizîran 1977)

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CGP, MSP û MHP pêk tê û bi serokatiya Suleyman Demirel ve hatiye avakirin

Hikûmeta 40em (21 xizîran 1977-21 tîrmeh 1977)

Ev hikûmet ji partiya CHP pêk tê û bi serokatiya Bulent Ecevit ve hatiye avakirin

Hikûmeta 41em (21 tîrmeh 1977-5 kanûna paşîn 1978)

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, MSP û MHP pêk tê û bi serokatiya Suleyman Demirel ve hatiye avakirin

Hikûmeta 42yem (5 kanûna paşîn 1978-12 çiriya paşîn 1979)

Ev hikûmet ji koalîsyona CHP, CGP û DemP pêk tê û bi serokatiya Bulent Ecevit ve hatiye avakirin

Hikûmeta 43yem (12 çiriya paşîn 1979-12 îlon 1980)

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Süleyman Demirel ve hatiye avakirin

Têkiliyên derve yên Komara TirkiyeyêBiguherîne

  Gotara bingehîn: Têkiliyên derve yên Tirkiyeyê

Têkilîyên derve yên komara Tirkîyeyê bi rêya Wezareta Derve ya Tirkîyeyê tên meşandin. Têkiliyên Tirkiyeya modern bi taybetî piştî avakirina komarê li sala 1923yê hatin destpê kirin. Lê di bingehê de berdewamiya Împeratoriya Osmanî ya perçebûyî bû. Piştî Şerê cîhanî yê yekem, têkiliyên împeretoriya Osmaniyan hêdî hêdî ket bin destê avakerên Tirkiyeya modern. Ji ber ku dewletên Ewropayî împeretoriya Osmanî dagir kir, di serî de têkiliyên dewleta Tirkiyeyê û yên Ewropayî li ser bingeheke hejîyayî ye. Bi taybetî jî rola Brîtanya li ser perçebûna Osmaniyan gelek mezin e, ji ber vê têkilîyen van dewletan bi awayekî baş destpê nekir.

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û TirkiyeyêBiguherîne

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li salên 1960an bi rêya partiyên kurd û rêxistinên dewleta tirk dest pê dike. Lê berî statûbûna Başûrê Kurdistanê, têkiliyên Tirkiyeyê bi taybetî li gel dewleta Iraqê hebûn. Berî avabûna Iraqê jî li Başûrê Kurdistanê car car serhildanên kurdan çêdibûn. Tirkiyeyê ji ber hebûna pirsgirêka kurd di nav axa xwe de nedikarî di pirsgirêka kurd de alîkariya kurdan bike. Li hemî Rojhilata Navîn dijayetiya kurdan dikir. Nedixwast kurd bibin xwedî statû. Jixwe piştî Serhildana Şêx Seîdê Pîranî li Tirkiyeyê li dijî kurdan înkara kurdbûnê destpê kir.

Li sala 1963yê dewleta Iraqê û yên kurdnişîn li dijî Şoreşa Îlonê givaş li ser kurdan da destpê kirin. Di encamê de zilmeke mezin li ser kurdan peyda bû. 9ê tîrmeha 1963yê Sovyetan li dijî van dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê daxuyandinek da ku dixwest ev dewlet dest ji karûbarên Iraqê vekêşin. Rasterast nekarî lê bi rêya dewleta Mongolya mijara kurdan bir Neteweyên Yekgirtî. Ev piştî Peymana Sevrê duyem care ku mijara kurdan dibe mijareke enternasyonel [3]. Her wiha Tirkiyeyê û Îranê bihevra dixwast operesyoneke bi navê Hereketa Piling li Başûrê Kurdistanê lidar bixin. Armancê vê hereketê ew bû ku Îranê dixwast Silêmaniyê, Tirkiyeyê jî dixwast Mûsilê dagir bike [4] Lê ji ber givaşa navneteweyî bi taybetî ji ber bertekê Sovyetan ev plan nehate bicîh anîn.

Têkiliyên Îran û TirkiyeyêBiguherîne

  Gotara bingehîn: Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê
 
Reza Şah Pehlewî û Mistefa Kemal Ataturk
 
Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan û serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî

Di wextê Osmaniyan û Sefewiyan ta niha gelek têkiliyên van herdu welatan çêbûyê. Piştî Peymana Qesra Şîrîn ku di sala 1639ê ji aliyê Sefewî û Osmaniyan hatiye destnîşan kirin heta niha hidûd bi hindek guherînan wek hev ma ye. Lê têkiliyên van herdu welatan çi caran jî li dijî dewleteke biyanî wek hev nebûye. Piştî peymana Qesra Şîrîn welatê kurdan an ku Kurdistan ji aliyê van her du dewletan ve hatiye parçe kirin û ji hîngê heta niha di hidûdên van her du dewletan de pirsgirêkên mezin yên girêdayî kurdan qewimî ne.

Her çend malbatên Osmaniyan û Sefewiyan tirk bûne jî têkiliyên wan ji ber cudabûna mezheban çi caran di asteke de baş de nebû. Gelek caran li herêmê di navbera van herdu dewletan de şer û pevçûn çêdibûn. Hemû şer jî li Kurdistanê dihatin kirin. Ji ber van şeran li herdu rexan jî dûrxistin û bicîhkirina eşîrên kurd di polîtîkaya van herde dewletan de hebûye. Ev têkiliya van herdu welatan heta salên 1900an jî bi vî awayî berdewam kir. Piştî van salan ev herdu dewlet her çend sîstemên guherandibin netewe-dewlet jî hêj jî giraniya mezheban di navbera wan de heye.

Bi dûçûna dîroknas û sîyasetnasê tirk Atay Akdevelioğlu 4 sedemên girîng di navbera têkiliyên Tirkîyeyê û Îranê de dilîze;

Faktorên tesîrê li têkiliyên Komara Tirkiyeyê û Komara Îslamî ya Îranê dike:

  1. Têkiliyên Tirkiyeyê li gel DYA û Îsraîlê gelek tesîran li têkiliyên Îran û Tirkiyeyê dike. Wek tê zanîn têkiliyên Komara Îslamî piştî şoreşa îslamî ber bi xerabbûnê ve diçin. Ji ber vê jî ev diyarde yek ji girîngtirîn diyardeye di têkiliyên Îran û Tirkiyeyê de. Nêzîkbûna Tirkiyeyê bo Îsraîlê jî nerazîbûneke mezin li Îranê peyda dike. Jixwe Komara Îslamî ya Îranê dewleta Îsraîlê nasnake
  2. Polîtîkayên Îranê yên li Rojhilata Navîn jî tesîrê li têkiliyan dike. Alîkariya Îranê bo komên tundrew yên îslamî ku giştî Şîî ne, nerazîbûnê li Tirkiyeyê peyda dike.
  3. Pêşvebirina çekên komelkuj yên Îranê wekî her dewleteke dinyayê li Tirkiyeyê jî nerazîbûnê nîşan dide.
  4. Polîtîkayên Tirkiyeyê li Asyaya Navendî û Kafkasyayê tesîrê li têkiliyên herdu dewletan dike. Jixwe li van herêman û di Îranê de gelheyeke zêde tirk(azerî,tirkmen, kirxiz hwd..) hene. Îran ditirse ku Tirkiye bi rêya neteweyetî tesîrê di nav van gelên nijadtirk de bike. Jixwe li Kafkasyayê Îran ji Azerbaycanê bêhtir têkiliyên xwe li gel Ermenistanê xurt dike.

Piştî xerabûna têkiliyên Îran û DYAyê piştî şoreşa Îslamî, dagirkirina DYAyê li Iraqê jî tesîrên gelek mezin têkiliyên navneteweyî yên dewletên Rojhilata Navîn kirin. Piştî vê dagirkirinê Iraq ber bi parçebûnê ve diçe. Di Iraqa nû de Tirkiye dixwaze Iraq perçenebe û kurdên li vir nebin xwedî statû lê her çend armanca Îranê jî neperçebûna Iraqê be jî her wisa dixwaze ku Şîiyên Iraqê bixe nav tesîra xwe de û destê xwe li Iraqê bihêz bike û îdeolojiya xwe belavî Iraqê bike. Jixwe gelheya Iraqê bêhtir Şîî ne. Her wisa tirsa Îranê jî ew e ku Tirkiye li Iraqê dixwaze Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Li Iraqê pozîsyona Tirkiyeyê û Îranê her çend wek hev be jî li dijî vê rewşa ku statû standina kurdan, pozîsyon û siyasetên xwe yên girêdayî ewlehiyê guhertin. Niha di navbera Tirkiyeyê û Îranê de li nav Başûrê Kurdistanê û Iraqê de pêşbazî heye. Lê ev rewş hêj jî ji bo kurdan rewşeke ewle nîne, çûnkî ev herdu hêz jî ji hebûna DYAyê ditirsin.

Hebûna PKKê jî di navbera herdu dewletan de dibe pirsgirêkeke mezin. Tirkiye îdîa dike ku Îran alikariya PKKê dike û ji wî aliyê hidûd êrîşî Tirkiyeyê dike. Lê piştî dagirkirina DYAyê li Iraqê rewşa herêmê hat guhertin û statûya kurdan ji bo Îranê jî ji bo Tirkiyeyê jî bû pirsgirêkek mezin. Jixwe paşî ji aliyê PKKê ve rêxistina PJAKê hate ava kirin û gelek pêvçûn û şer di navbera PJAK û Îranê de qewimîn lê di sala 2011ê de ev şer û pevçûn sekinîn. 27 Temmuz 2004ê serokwezîrê Tirkiyeyê çû Îranê û li wir hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna wê hevpeymanê Îranê PKK/Kongra Gel, Tirkiyeyê jî Micahîdên Gel wek rêxistinên terorîst binavkirin û nasandin[5].

Têkiliyên Iraq û TirkiyeyêBiguherîne

  Gotara bingehîn: Têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê

Piştî çareserkirina hidûdên Îran û Tirkîyeyê, pirsgirêkên hidûdî yên Îran û Iraqê jî li 4ê tîrmeha 1937ê bi taybetî pirsgirêka Şetelereb hate çareser kirin. Her wiha hindek pirsgirêkên hidûdî di navbera Îran û Efxanistanê jî de hebûn. Ev xebatên han, rê da van welatan ku piştî pirsgirêkên hidûdî, di pirsgirêkên din de jî çareser bikin. Bi taybetî Kurdistan di navbera Îran, Tirkîye û Iraqê de hatibû parçe kirin û xetera avabûna Kurdistanê di nav dilê van her sê dewletan de hebû. Ji ber vê sebebê, van hersê dewletan û efxanistanê xwestin bi hevra hevpeymaneke din destnîşan bikin. Li 8ê tîrmeha 1937ê de di navbera van hersê dewletan de Hevpeymana Neêrişkirina Hev hate destnîşan kirin. Ji ber ku ev hevpeyman li qesra Sadabadê hatîye destnîşan kirin, jê re dibêjin Peymana Seedabadê an jî Pakta Sadabadê. Ji bilî Efxanistanê, endîşeyên dewletên din ya esas pirsgirêka kurdan bû. 10 madeyên hevpeymanê hebûn û çar ji wan rasterast behsê kontrolkirina kurdan dike [6]

Li sala 1946ê van herdu dewletan Peymana Hevkariyê ya Tirkiyeyê û Iraqê 1946 destnîşan kir.

Têkiliyên Sûrî û TirkiyeyêBiguherîne

  Gotara bingehîn: Têkiliyên Sûrî û Tirkiyeyê

Piştî şerê cîhanî yê yekem dewleta Osmanî belav bû û gelek herêmên erebziman ji aliyê dewletên rojavayî ve hatin dagir kirin. Bi dûçûna peymana Sykes Pycot û Peymana Sevrê axa welatê Osmanîyan ji alîyê dewlet û rêxistinên din ve hate parve kirin. Axa dewleta Sûrî jî di bin mandaterîya Fransayê de bû. Bi dûçûna wan peymanan jî herêma Îskenderûn an jî Xetay (parêzgeh) ketibû bin destê Fransayê û di paşeroja têkiliyên Sûrî û Tirkiyeyê jî ev bû pirsgirêka sereke. 20ê cotmeha 1921ê de di navbera Fransayê û hikûmeta Enqereyê de hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna wê hevpeymanê parêzgeha Xetayê wek xweser ma, heta ku giştpirsîyekê dikin ku tevlî kîjan dewletê bibe.

Dînên TirkiyeyêBiguherîne

Derbarê ayîna gelê Tirkiyeyê de 96,1% misilmanên (80% suni û 20% elewî) ne; 0,6% jî xiristiyan û 3,2% ateîst û agnostîk in.[7]

Gelên TirkiyeyêBiguherîne

Li Tirkiyeyê 70% tirk, 19% kurd, 2% çerkez, 2% Gurcî, 1,5% bosnî, 1,5% ereb, 1% alban, 1% laz, û gelek gelên din wek ermenî (Hamşen), bulgar (pomak), suryanî, çaçan, yewnan (pontî), tirkên cihû û roman[çavkanî hewce ye].

 
Nexşeya gelên Tirkiye.

CografyaBiguherîne

Li herêmên curbecur ên Tirkiyeyê avhewayên cuda hene, li peravan pergala hewayê bi ya ku li hundir serdest e berovajî dike. Li peravên Ege û Deryaya Navîn zivistanên hênik, baranbar û havînên germ û bi nermî hişk in. Barîna salane li wan deveran ji 580 heta 1,300 mîlîmetre (22,8 heta 51,2 in) diguhere, li gorî cîhê. Bi gelemperî, barîna baranê li rojhilat kêm e. Beravên Deryaya Reş herî zêde baran dibare û yekane herêma Tirkiyeyê ye ku di tevahiya salê de barîna zêde lê dibare. Beşa rojhilatê wê peravê salane 2,500 mîlîmetre (98,4 in) digihîje ku herî zêde barîna welat e.

 
Nexşeya cihêrengên Anatolyayê

Dîmenên cihêreng ên Tirkiyeyê berhema gelek pêvajoyên tektonîkî ne ku bi mîlyonan salan Anatolyayê şekil dane û îro jî berdewam dikin ku bi erdhejên pir caran û car caran teqînên volkanîk diyar dibe. Ji xeynî beşeke kêm ji axa xwe ya li ser sînorê Sûriyê ku berdewamiya Platforma Erebî ye, Tirkiye ji hêla jeolojîk ve beşek ji kembera Alpide ya mezin e ku ji Okyanûsa Atlantîk heya Çiyayên Hîmalaya dirêj dibe. Ev kember di Serdema Paleogene de pêk hat, ji ber ku lewheyên parzemînê yên Erebî, Afrîka û Hindistanê dest pê kir ku bi plakaya Avrasyayê re li hev ketin. Ev pêvajo îro jî li ser kar e ji ber ku Deşta Afrîkayê bi Deşta Avrasyayê re digihêje hev û Deşta Anadoluyê jî ber bi rojava û başûrrojavayê ve bi qisûrên lêdanê direve. Ev herema Xelqê ya Bakurê Anatoliya ku sînorên pîta yên îroyîn ên Avrasyayê li nêzî peravên Deryaya Reş pêk tîne û Herêma Xalê ya Rojhilatê Anadoluyê ku li başûrrojhilat beşek ji sînorê Plaka Erebistana Bakur pêk tîne. Di encamê de Tirkiye dikeve yek ji herêmên herî aktîf ên erdhejê.

GalerîBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Egemenlik[Girêdan daimî miriye]
  2. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 kanûna paşîn 2019 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 1 adar 2017
  3. Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:112
  4. Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 5
  5. Bütün Boyutları ile İran ve Türkiye İlişkileri-Arif Keskin, r:13
  6. Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:48
  7. Kopîkirina arşîvê (PDF), Ji orîjînalê di 25 adar 2009 de hat arşîvkirin (PDF), roja wergirtinê: 25 adar 2009