Serbî yan jî sirbî yek ji zimanên slavî yên başûr e ku nêzîkî 12 milyon kes li başûr-rojhilata Ewropayê pê deng dikin. Serbî li Bosniya û Herzegovîna, Montenegro û Serbistanê zimanê fermî ye. Serbî hem bi tîpên latînî û hem jî bi tîpên kirîlî tê nivîsandin.

Zimanê serbî (li vir bi îngilîzî Serbian language derdikeve)

Alfabeya serbî biguhêre

30 tîpên serbî hene. Serbî kanê bi kirîlî û latînî were nivîsandin.

Eve herfên kirîlî yên zimanê serbî ne:

  • А Б В Г Д Ђ Е Ж З И Ј К Л Љ М Н Њ О П Р С Т Ћ У Ф Х Ц Ч Џ Ш
  • а б в г д ђ е ж з и ј к л љ м н њ о п р с т ћ у ф х ц ч џ ш

Eve tîpên latînî yên serbî:

  • A B C Č Ć D Dž Đ E F G H I J K L Lj M N Nj O P R S Š T U V Z Ž
  • a b c č ć d dž đ e f g h i j k l lj m n nj o p r s š t u v z ž

Serbî û kurdî biguhêre

Serbî Kurmancî
Da Erê
Ne Na
Dobar dan Rojbaş
Zdravo Silav
Kako se zovete? Navê vi çi ye?
Kako se zoveš? Navê te çi ye?
Kako ste? Hun çawa nin?
Kako si? Tu çawa yî?
Hvala Spas, destxweş
Molim Fermo
Koliko godina imate? Hun çend salî nin?
Koliko godina imaš [..îmaş]? Tu çend salî yî?
Belo Spî
Crna [tsrna] Reş
Majka [mayka] Dayê
Tata Bav
Sestra Xwişk
Brat Bira
Gora Çiya
Reka Çem, robar
Hleb Nan
Voda Av

Çavkanî biguhêre