Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê


Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê[1] (bi tirkî: Millî Eğitim Bakanlığı) wezareteke hikûmetê ya Komara Tirkiyeyê ye. Wezaret kar û barên dibistanên giştî û taybet ji pêşdibistanê heta lîseyê bi rê ve dibe. Li ser asta 81 parêzgeh û 957 wîlayetên Tirkiyê, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî heye, ku hem ji walîtî û hem jî meclîsên navçeyan û hem jî ji wezaretê re rapor dikin.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê
Milli Eğitim Bakanlığı
Damezrandin1920
SergehEnqere
Yên berêMaarif Nezâreti
Malperwww.meb.gov.tr

Dîrok biguhêre

Di 23ê nîsana 1920an de bi vekirina Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê di 2ê gulana 1920an da biryara avakirina Wezareta Perwerdeyê hat dayîn. Yek ji 11 wezaretan bû. Wezaretê di çar beşan de 21 karmend hebûn: dibistana seretayî, dibistana navîn, çand û amaran.[2]

Di sala 1923an de, Wezareta Perwerdehiyê ya Împeratoriya Osmanî (Maarif Vekâleti) li Stembolê hat girtin û wezaret li Enqereyê hat berfirehkirin. 11 dezgehên wê hebûn. Bi zagona 2287an ji sala 1933an ve rêxistinbûnek pêk hat.Bi demê re, navê wezaretê guherî (bi paşgira "neteweyî" an bê paşgira) û carinan jî hebûn ku ew beşek ji wezaretên din bû: ji 28 kanûn 1935 heta 21 îlona 194an ew Wezareta Perwerdehiyê bû û ji Ji 1983 heta 1989 Wezareta Perwerdehiya Netewî, Ciwanî û Werzişê bû .

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Demirtaş bang li ciwanên Kurd dike: Dersa zimanê Kurdî hilbijêrin". 2022.
  2. ^ Agahî ji berhema Ahmet SAYGI û Mehmet RÜŞEN Kamu Yönetimi - Örgütlenme (Rêveberiya Giştî - Organîzasyon) a 3ê kanûna paşîn a 2012ê hatiye girtin; Gihîştin 10 çiriya paşîn 2012