Plana Marshall (bi îngilîzî:Marshall Plan), planeke bo ji nû ve avakirin û bipêşxistina Ewropayê ji aliyê general û siyasetmedarê navdar ê DYAyê George Marshall ve sala 1947î de hatiye pêşkêşkirin e.

Alîkariya Plana Marshall li Rojavayê-Berlîn

Welatên Ewropa û Tirkiye gorî vê planê dihatin komekkirin, alîkariya wan a aborî û teknîkî dihate kirin. Plan û pêşniyazên Marshall ji aliyê kongreya DYAyê ve di 3ê nîsana 1948an de tên pejirandin. Serî de 6 Milyar $ li 16 welatan tê dayîn. Tirkiye ji qeyrana aborî tê azadkirin. Piştre mîkdara alîkariyê derdixin 12 Milyar $. Di nava sê salan de Tirkiye ji parçebûn û têkçûnê xilasdibe, hilberîna çandî û endûstrî ya Ewropayê gelek mezin dibe.

Alîkariya Marshall tê wê radeyê ku bloka Sovyetê jî gorî xwe planeke alîkariyê ya navxweyî amade dike. Plana Marshall dibe yek ji elementên mezin ên Şerê Sar.