Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, bi kurtî PJAK, li Rojhilata Kurdistanê (Îranê) çalak e. PJAK di sala 2004'an kongreya xwe ya yekem pêk anî. Heveerokên PJAK'ê Emîr Kerîmî û Peyman Viyan ne.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Partî Jiyanî Azadî Kurdistan | |
---|---|
Kurte | PJAK |
Hevserok | Emîr Kerîmî Peyman Viyan |
Damezrandin | 4 Nîsan 2004 |
Sergeh | Çiyayên Qendîlê |
Rojname | Alternatîv Welatî Azad |
Sazandina ramanê | Navenda lêkolînên stratejîk a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê |
Baskê ciwanan | Komelgeya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) |
Rêxistina civakî | Komalgeyê Demokratîk û Azadê Rojhilatê Kûrdistanê (Kodar) Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) |
Hêza parastinê | Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Hêzên Parastina Jinan (HPJ) |
Îdeolojî | Demokrasiya rasterast Mafê çarenûsê Konfederalîzma Demokratîk Sosyalîzma Liberteryen Sosyalîzma demokratîk Dij-kapîtalîzm Komunalîzmê Jineolojî Femînîzma sosyalîst Ekolojiya Civakî |
Helwesta siyasî | Çepgir |
Reng | Sor Zer Kesk |
Televîzyon | Aryen TV |
Malpera nûçeyan | Ajansa Nûçeyan a Firatê |
Malper | |
www.pjak.eu/ |
PJAK di Kongreya xwe ya yekem de xwe weke rêkxistinekê ku rêbaza Şaristaniya demokratîk bingeh digre plana xwe darişt. Piştî zêdetirî salek û nîv di kongreya duyem de bi pejirandina Sîstema Konfedralîzma Demokratîk ku ji aliyê Ebdulla Ocalan ve hatibû pêşkeşkirin derbazî pêvajo û asteke nû bû di xebatên xwe de. Ev Kongre di payîza 2005'an de li çiyayên Qendîl li başûrê Kurdistan hat li dar xistin.
Kampên leşkerî yên PJAKê li Çiyayên Qendîlê ne. Her çend PJAK xwe ji PKK cûda bihesibîne jî têkiliyeke xurt heye. PJAK li gor bernameya xwe qada têkoşînê Rojhilatê Kurdistanê bijartiyê. Lê DYA PJAKê wek PKKê wek organîzasyoneke terorîst binav dike. Dibe ku tesîra têkiliyên Tirkiye û DYA yê bibe sedema vê binavkirinê.
Hêjayî gotinê ye ku PJAK yek ji endamên KCKye
Newroz TV (rojhilat) kenala televîzyonê ye ya nêzîkî vê tevgerê bû.
Di sala 2005’an de yekemîn koma endamên PJAK’ê wekî(osman caferî, şîva karger, hebîb tehmasbî, Yusif hatemî u....) ji partiyê veqetiyan û Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (YDKurdistan) ava kirin.
Binêre
biguhêreGirêdanên derve
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |