Siyaseta çepgir
Siyaseta çepgir, siyaseta çep an çepgiriya siyasî rêza îdeolojiyên siyasî vedibêje, ku piştgirî didin bidestxistina wekheviya civakî û wekhevîxwaziyê û lewma bi gelemperî li dijî hiyerarşiya civakî ne.[1][2][3]
Siyaseta çepgir | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Siyaseta çep bi gelemperî xema wan kesên di civakê de ye ku alîgirên wê li gorî yên din rastî cudakarî û dezavantajan tên. Ew her wiha bawer dikin ku newekheviyên ne rewa hene ku divê bên kêmkirin an ji holê rakirin. Li gorî profesorê navdar ê aborî Barry Clark, alîgirên siyaseta çepgir ""îdia dikin ku pêşkeftina mirovî geş dibe, dema ku kes bi hev re têkevin têkiliyên bi hevkarî û rêzdariyê", û pêşkeftina mirovî "tenê dikare pêş bikeve dema ku cûdahiyên zêde di statû, hêz û dewlemendiyê de ji holê rabin.”
Di çarçoveya siyasî ya çep-rast de, Çep û Rast di dema Şoreşa Fransî de hatin çêkirin, ku behsa lihevhatina rûniştinê li parlamena fransî ya bi navê États généraux: Yên ku li çepê rûniştibûn bi giştî li dijî Rejîma Ancien û monarşiya Bourbon bûn û piştgirî dan Şoreşê, avakirina komareke demokratîk û laîkkirina civakê[4], yên li milê rastê jî piştgirî didan saziyên kevneşopî yên Rejîma Ancien. Bikaranîna têgîna Çep piştî vegerandina monarşiya Fransî di 1815an de, dema ku ew li ser serbixweyan hate sepandin, bêtir girîng bû. Peyva bask yekem car di dawiya sedsala 19an de li Çep û Rast hate zêdekirin, û çepgir ji bo kesên ku di nerînên xwe yên olî an siyasî de lîberal bûn hate bikar anîn.
Çavkanî
biguhêre- ^ Smith, T. Alexander; Tatalovich, Raymond (2003). Cultures at war : moral conflicts in western democracies. Internet Archive. Peterborough, Ont. : Broadview Press. ISBN 978-1-55111-334-0.
- ^ Bobbio, Norberto; Cameron, Allan 1952- (1996). Left and right : the significance of a political distinction. Library Genesis. Chicago : University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-06245-7.
{{cite book}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Ball, Professor of Political Science Terence (14 tebax 2003). The Cambridge History of Twentieth-Century Political Thought (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-56354-3.
- ^ Knapp, Andrew (2006). The government and politics of France. Internet Archive. London ; New York, NY : Routledge. ISBN 978-0-415-35732-6.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |