Çiyayên Qendîlê
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(gulan 2024) |
Çiyayên Qendîlê devereke çiyayî yê li rojhilat û li başûrê Kurdistanê ye. Çiyayê Qendîlê berdewamiyekî ji Zincîreçiyayê Zagrosê ye. Çiya xwedî awayekî asê ye ku gihiştin û çûn hatina li deverê Qendîlê bi dijwarî pêk tê. Lûtkeya herî bilind bi ser Çiyayê Hecî Îbrahîm e ku bilindahiya lûtkeyê digihîje 3000 mêtreyê.
Çiyayên Qendîlê | |
---|---|
Çiyayên Qendîlê | |
Bilindayî | 3.587 m |
Cih | Başûrê Kurdistan, parêzgeha Hewlêrê/Rojhilatê Kurdistan, parêzgeha Ûrmiye |
Zincîreçiya | Zagros |
Koordînat | 36°32′15″Bk 45°0′6″Rh / 36.53750°Bk 45.00167°Rh |
Nexşeya cihan Îraq
|
Çiyayên Qendîlê û PKKê
biguhêreDevera Qendîlê penageh û biryargeha PKKê vedigre ku li gorî texmînan nêzîkî 5000 şervanên PKK û PJAKê li Çiyayê Qendîlê cihwar bûne. Tê texmînkirin ku devereke bi berfirehiya 50 km² di bin kontrola şervanan PKKê û PJAKê de ye.[1]
Êrîşên leşkerî yên Tirkiyê bi ser Çiyayên Qendîlê ve
biguhêreÇiya demekê dirêj e ku ji aliyê hêzên dewleta tirk ve rastî êrîşan tê ku bi salan e gelek şer di navbera hêzên PKKê û hêzên dewleta tirk de li Çiyayê Qendîlê pêk hatiye.
Binêre
biguhêre- Çiyayê Hecî Îbrahîm (bilindtirîn lûtke)
Çavkanî
biguhêre- ^ Gunter, Michael M. (4 çiriya paşîn 2010). Historical Dictionary of the Kurds (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-7507-4.
Ev gotara têkildarî çiya an rêzeçiyayan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |