Zagros (rêzeçiya)
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Penaber49 (gotûbêj| beşdarî) ve berî 7 saniyan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Zagros an Çiyayên Zagrosê rêzeçiyayeke Kurdistanê ye ku ji Bakurê Kurdistanê despê dike û bi dirêjiya 1600 kîlometre ber bi başur ve (Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê) heya Kendava Farsê dirêj dibe. Rêzeçiyayên Zagrosê di nav xwe de gelek çiyayan vedigirtiye ku ev rêzeçiya ji bakur ber bi başûr ve 1600 kîlometre dirêj bûye û ji rojava ber bi rojhilat ve jî 300 kîlomêtre berfireh bûye. Xala herî bilind ê Çiyayên Zagrosê Çiyayê Dena ye ku bi bilindahiya 4.409 mêtre bilind e. Xalên herî nizm ên Zagrosê heya 1.000 metreyan daketine.
Zagros Zîncîreçiyayê Zagrosê | |
---|---|
![]() Çiyayên Zagrosê | |
Bilindayî | 4.409 m |
Dirêjayî | 1.600 km |
Cih | Rojhilata Kurdistanê, Îran |
Koordînat | 32°21′50″Bk 50°5′31″Rh / 32.36389°Bk 50.09194°Rh |
Nexşeya cihan Îran
|
Ji ber ku piraniya Çiyayên Zagrosê di nav axa Kurdistanê de ye hinek caran wekê Çiyayê Kurdistanê hatiye binavkirin ku Îbn Xeldûn di pirtûka xwe ya Muqaddîme de wekê Çîyayên Kurdistanê behsa Çiyayên Zagrosê kiriye.
Bêjenasiya Zagrosê
biguhêreDi derbarê bêjenasiya peyva “Zagros” de sê çavkanî û teoriyên cuda hene:
- Li gor Zend Avesta wateya Zagros ”bilindahî” ye. Ango çiyayê bilind ku roj di pişta wî de derdikeve. Koka gotinê zuxur an zarg e. Zarg tê wateya qerqez û bilind ku bi tirki dibêjin uçurum. Zarga Fîsê ku li nêzîkî Licê ye û Zarga Fîsê ya ku li navenda Amedê li ser çemê Dîclê ye û tirkan navê Fîs Kayasi lê kiriye.[çavkanî hewce ye]
- Tê gotin ku peyvên Zengene û Zagros ji heman etîmîlojiyê tên. Wek tê zanîn Zengene eşîreke kurdan e û hîn îro jî ev eşîr li Başûr dijî.[çavkanî hewce ye]
- Her çiqas kêm be jî hinek îdea dikin ku Zagros ji Yewnanistana kevnare tê û tê wateya tofan û firtonê.[çavkanî hewce ye]
Jeolojî
biguhêreKembera qatbûn û bilindbûna Zagrosan bi giranî ji ber lihevketina herdu lewheyên tektonîkên Deşta Ewrasyayê û Deşta Erebî pêk hatiye.[1] Ev lihevketin bi giranî di Serdema Miyosenê de qewimiye (nêzîkî 25 milyon sal berê) û tevahiya zinarên ku ji Paleozoyîk (541-242 milyon sal berê) berbi Senozoyîkê ve (66 milyon sal berê - niha) li perava parzemîna li ser Plateya Ereban veşartibûn li hev kom kiriye. Lêbelê vegirtina qalika okyanûsê ya Neotetîs di dema Kratesê de (145-66 sal berê) û lihevketina kevana parzemînê ya di dema Eosenê de (56-34 milyon sal berê) her du jî bandorên mezin li ser bilindbûna li beşên bakur û rojhilatê kemberê kirine.
Pêvajoya lihevketinê heta niha berdewam e û ji ber ku Deşta Erebî ber bi Deşta Ewrasyayê ve tê Çiyayên Zagros û Deşta Îranê her ku diçe bilindtir dibin. Pîvandinên GPSên dawî yên li Rojhilata Kurdistanê nîşan didin ku ev lihevketin hê jî çalak e û deformasyona ku di encamê de bi rengekî neyeksan li welêt belav dibe, bi giranî li kemberên çiyayên sereke yên wekê çiyayên Alborzê û Zagrosê pêk tên. Tora GPS a ku Zagrosa Rojhilata Kurdistanê jî vegirtiye ku di nav de tevahiya Zagrosê daye nîşan ku rêjeyeke zêde yê deformasyonan li tevahiya Çîyayên Zagrosê pêk hatiye. Pîvanên GPSê ya niha nîşan didin ku rêjeya niha yê kurtbûna li başûrê rojhilatê Zagrosê ~10 mm/sal e û rêjeya daketina li bakurê rojavayê Zagrosê ~5 mm/sal e. Li bakur-başurê Kazerûnê şikesteka lêdan-şimitînê Strike-slip fault Zagrosê dike du herêmên cuda yên deformasyonê. Di heman demê de encamên GPSê hêlên cuda yên kurtbûnên li ser Kembera Zagrosê, li başûrê rojhilat kurtbûneke normal û li bakurê rojava Zagrosê jî kurtbûneke berwar nîşan dide. Hatiye payîn ku Çiyayên Zagrosê di dema serdema qeşayê ya duyem de bilind bûne.[2]
Parçeya tortî ya li başûrê rojhilata Zagrosê li ser tebeqeya xwêya zinarî deforme dibe (wekê dekolmentek duktîl bi lihevketina bingeh a kêm tevdigere) lê li Zagrosa bakur a rojava tebeqeya xwêyê tine ye an jî pir tenik e.[3] Ev her du beşên topografiyên cihêreng ên li her du aliyên ji ber lihevketina bingeh a Şikesteka Kazerûnê derketiye holê. Topografiya bilind û devera teng a deformasyonê li Zagrosa bakur tê dîtin lê li Zagrosa başûr deformasyoneke berfireh û herêmek deformasyonê ya bi topografiya nizm pêk hatiye. Zextên ku di qaşilê Dinyayê de ku ji ber lihevketinan çêdibin, bûne sedem ku kevirên xwemaliyên qatbûyî yên berê li hev biqelizin. Dema ku kevirên hişk li cihê xwe dimînin, erozyona paşerojê kevirên nerm (kevirê ku ji heriyê hevgirtî pêk tê) û kevirên sîltê (celebek kevirên gewrtirîn) ji holê radike û kevirê kisilîn (kevirê ji aliyê kalsiyûmê ve dewlemend in ku ji bermayiyên zîndewerên deryayî pêk tê) û kevirên dolomît (kevirên dişibin kevirên kilsinî yên ku kalsiyûm û magnezyûm tê de hene) di cih de dihêle. Ev erozyonên cihêreng milên Zagrosê ku bi awayeke paralel li hemberê hev dirêj dibin çêkirine.
Rûniştina keviran û dîroka tektonîkî ya zinaran ji bo çêbûn û girtina petrolê re alîkarî kiriye ku ji ber vê yekê herêma Zagrosê ji bo berhemanîna petrolê herêmeke girîng e. Kimikên xwê û cemedên xwê taybetmendiyeke hevpar a Çiyayên Zagrosan e. Ji ber ku xwêya nezelal bi gelemperî neftê di binê qatên kevirên din de digire, kimikên xwê ji bo kişfkirina neftê destnîşan kirineke girîng e. Li herêmê gîpsa ku di avê de jihevdikeve jî gelek e.[4]
Celeb û temenê keviran
biguhêreÇiya bi tevahî bi eslê xwe tortî ne û di destpêkê de ji kevirê kilsinî hatine çêkirin. Li Zagrosa Bilindkirî an jî Zagrosa Bilind, zinarên Paleozoyîk bi giranî li beşên jorîn û bilind ên lûtkeyên Çiyayên Zagrosê, li kêleka şikesteka sereke ya Zagrosê têne dîtin. Li her du aliyên vê şikestekê kevirên mezozoîk hene ku ji kevirên ji Serdema Triasî yê (252-201 milyon sal berê) û ji kevirên ji Serdema Jurasî yê (201-145 sal berê) hene ku ji her du aliyan ve bi Kevirên Krîtasê ve hatine dorpêçkirin.
Di dîrokê de Zagros
biguhêreZagros bi tenê ne zîncîreçiyayên bilind û asê ne. Li gor arkeolog û dîroknasan cara yekem çandinî û şaristanî li qontarên Zagrosê destpê kiriye û ew gel kurd bi xwe bûne. Kurd heta îro jî li ser axa xwe mane û li heman herêmê dijîn. Ji wan kurdên herî kevn heta îro arkeologan navên sê eşîran tespît kirine: eşîrên Makran, Zengene û Çigînî. Bi rastî ev hersê eşîr hîn îro jî li Kurdistanê dijîn.
Di serdema me de arkeolog û lêkolîngerên dîrokî dibêjin ku sumer ji çiyayên Zagrosê ber jêr daketine deştê û şaristaniya ku li Zagrosê hebûye, bi xwe re anîne û bi pêş xistine. Esas navê sumeran hatî ne. Hatî yanî yên ku ji çiya hatine. Piştre ji hatiyan re sumer gotine.
Bajarên yekem ên ku îro hatine dîtin li nêzîkî Zagrosan bajarên wek Ansan, Sûsa, Şandiyar û Cermo ne.
Îro hema hema hemû arkeolog û dîroknas hemfikir in ku 9.000 sal berî zayînî ango 11.000 sal berî niha li qontarên Zagrosê mirovan dest bi xwedîkirina ajelan kirine. Cara yekem li wir bizin, mîh û mange û beraz kedî û xwedî kirine. Xanî û mal lêkirine. Genim, çewder û fesûliye çandine. Berî zayînî di navbera salên 5.400-5.300 li nêzîkî qontarên çiyayên Zagrosan bi awayekî sîstematîk rez xwedî kirine û ji tirî mey çêkirine. Navê tiriyê Vitis silvestris bûye ku îro jî bi latînî navê wê Vitis vinifera ye. Herweha bîra jî li wir hatiye çêkirin.
Ksenofon di "Vegera dehhezaran" de (beri zayînî 401-400) behsa serpêhatiya xwe û çiyayên Zagrosê dike ku çawa asê ne û di wan çiyayên asê de qala şerê artêşa xwe û kardoxiyan dike. 75 sal piştî vegera Ksenofan, vê carê Îskenderê Mezin dixwazê di ser Zagrosê re here Îranê. Lê ji ber ku di ”Vegera dehhezaran" de bûyerên ku li çiyayên Zagrosê hatibû serê artêşa Ksenofan hemû xwendibû û di derheqê Zagrosê de êdî xwedî zanyarî bû, di jêrê Zagrosê re derbasî Îranê dibe.
Zagros di jiyana şerê çekdarî ya kurdan de ciyekî xwe yê girîng û pîroz heye. Di serdema me de, bi salan pêşmergeyên Başûr û Rojhilat di dema tengasiyê de hildikişiyan Zagrosê, li wir bi cih dibûn û xwe diparastin. Di van 15-20 salên dawî de gerîlayên PKKê li serên zîncîreçiyayên Zagrosê biryargehên xwe yên mezin û navendî danîn û niha jî li çiyayên Zagorsê ne. Artêşa tirk bi balafir, helîkopter û teknîka nûjen a şer nikare li Zagrosê bi ser bikeve. Operasyonên artêşê bê encam dimînin.
Zagros ne bi tenê hêlîna pêşmerge û gerîlayên kurd e, herweha hêlîna teyrê Sîmir e jî.
Zagros ji aliyê siruştê ve him bihuşt û him jî dojeha nedîtî ye! Zivistanan ba, bager û pûk e. Tu jîndarek nikare xwe li ber pêtî, serma, fîgan û fîzana Zagrosê bigre. Hirç bi hirçîtiya xwe bi mehan newêre ji qula xwe derkeve. Di demsalên bihar û havînan de mirov dikare çar demsalan li gel hev bibîne. Dar û ber, nebat û kulîlkên çiyayên Zagrosê bi dîmen û bîhna xwe paradîsa rasteqîn e. Di mîtolojiyê de, li Zagrosan giyayekî pîroz heye ku mirov bixwe, namire.
Çavkanî
biguhêre- ^ Scheffel, Richard L.; Allen, Oliver E.; Reader's Digest Association, edîtor (1980). Reader's Digest natural wonders of the world. Pleasantville, N.Y: Reader's Digest Association. ISBN 978-0-89577-087-5.
- ^ "The Geological Society of London - Zagros Mountains, Iran". www.geolsoc.org.uk. Roja gihiştinê 16 adar 2025.
- ^ Jamalreyhani, Mohammadreza; Pousse-Beltran, Léa; Büyükakpınar, Pınar; Cesca, Simone; Nissen, Edwin; Ghods, Abdolreza; López-Comino, José Ángel; Rezapour, Mehdi; Najafi, Mahdi (2021). "The 2019–2020 Khalili (Iran) Earthquake Sequence—Anthropogenic Seismicity in the Zagros Simply Folded Belt?". Journal of Geophysical Research: Solid Earth (bi îngilîzî). 126 (12): e2021JB022797. doi:10.1029/2021JB022797. ISSN 2169-9356. PMC 9285018. PMID 35846502.
{{cite journal}}
: CS1 maint: PMC format (lînk) - ^ "News | NSF - National Science Foundation". www.nsf.gov (bi îngilîzî). 14 adar 2025. Roja gihiştinê 16 adar 2025.
- Amed Tîgrîs Ji kîjan pirtûkê?