Şoreşa Rojhilata Kurdistanê

(Ji Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê hat beralîkirin)

Şoreşa Rojhilata Kurdistanê destpêka têkoşîna çekdarî û ya siyasî ya kurdên Rojhilata Kurdistanê îfade dike. Piştî dagirkirina DYAyê li Iraqê, guherînên radîkal li Rojhilata Navîn çêbûn û van guherînan tesîra xwe li hemî dewletên Rojhilata Navîn kirin. Rêxistin û partiyên kurdan li Îranê bi dehsalane ku têkoşîna xwe ya çekdarî rawestandibûn. Lê li sala 2016ê de bi hindek çalakiyan daxuyandin ku li Îranê û Rojhilata Kurdistanê dê çalakiyên çekdarî jinûve destpê bikin.

Rojhilata Kurdistanê

Rojhilata Kurdistanê di halê hazir de di nav axa dewletê Îranê de ye. Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan, Îlam, Hemedan pêk tê. Her wisa parêzgeha Xorasana Bakur jî kurd in, lê ji ber sedemên cografî di nav Kurdistanê de nayê hesibandin.

Kurtedîroka Rojhilatê Kurdistanê biguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê
 
Daxuyandina Komara Kurdistanê li sala 1946ê

Rojhilatê Kurdistanê bi Peymana Qesrê Şîrîn (bi farisî ehdname zehab (عهدنامه زهاب)) a di navbera osmaniyan û Dewleta Sefewiyan de ji parçeyên din yê Kurdistanê re hate dûrxistin. Her çend di wê demê de ev sinor hebin jî, bi rêya mîrektiyên kurdî ev sinor dihate binpêkirin. Lê di dema belavbûyîna osmanîyan de ev sinor jî ji her du aliyan ve hate zeftkirin. Piştî zeftkirina van dewletan serhildanên kurdan destpê kirin. Şêx Ubeydelayê Nehrî li 1880an de li Şemdînan li dijî her du dewletên dagirker serhildan da destpêkirin. Şêx Ubeydullahê Nehrî bi vê serhildanê dixwast herêmên wek Şemdînan, Hekarî, Urmiye, Tîrgever û Mîrgever bixe bin destê xwe. Hêjayî gotinê ye ku gelek dîroknas dibêjin ku dîroka nûjen a kurdên Îranê piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî destpê dike. Ev nêrin cara yekem ji aliyê Basil Nikitin ve hate gotin.[1] Piştî vê jî hindek dîroknasên din jî li dû vê nêrînê çûn.[2] Li sala 1918an de jî Simkoyê Şikak li herêma Urmiyê serhildan da destpêkirin. Di vê serhildanê de Simkoyê Şikak gelek cihên Rojhilatê Kurdistanê rizgar kirin. Lê ev serhildan jî di sala 1930an de bi dawî bû.

Li sala 1945an tevgerên kurd li Îranê yekemîn car bi awayeke nûjen tevgerîn. Partî û rêxistinên hevdem ava kirin. Di encamê de bi pêşengiya Qazî Mihemed bi rêxistina xwe Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê, her wisa bi alikariya Sovyetan Komara Kurdistan ava kir lê ev komar zêde nejiya û di sala 1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hate ruxandin. Hînkirina zimanê kurdî hate qedexe kirin. PDK-Î wek tehdîdek hate nasîn bo dewletê.

Kêmtir ji dû salan piştî rûxana komarê, PDK-Î xebata xwe bi veşartî kir.

Li sala 1950an de li Ciwanroyê li dijî hikûmeta Îranê serhildanek rûdide.

Piştî salên 1950an li Îranê bi rêberiya siyasetmedar û serokwezîr Mihemed Miseddiq li dijî Şah Mihemed Reza û emperyalîstan helwest hate nîşan dan ku dixwastin hem erkên şahê Îranê kêm bikin hem jî îstîsmara emperyalîstan xelas bikin. Kurdên Rojhilata Kurdistanê di vî wextî de li gel Mihemed Misediq bûn. Di hilbijartinên herêmî yên li sala 1952yê PDKÎ bi awayeke azad tevlî hilbijartinan bû û di hilbijartinan de dengekê biqîmet destxist. Jixwe di kabîneta Museddiq de kurdek jî hebû.[3] Lê ev demokratîzekirin û reformekirina Muhemmed Museddiq biserneket û bi derbeyeka bi alikariya CIAyê ji aliyê şah ve li sala 1953yê ji kar hate dûrxistin. Piştî ketina serokwezîr Mihemed Misediq, artêşa Îranê berê xwe da Rojhilata Kurdistanê û kurdên deverê aşt kirin. Muhemed Reza Şah dîsa dest bi reforman kir, zimanê farisî di her aliyê jiyan û polîtîkayê de mecbûrî kir. Mecbûriyeta bikaranîna zimanê farisî îlan kir ku di hemî nivîsîn û belavokên dewletê de bê bikaranîn lê rê jî da zimanê kurdî ku di televîsyonan û radyoyan de pê weşan bikin.[4]

Piştî vegera Mela Mistefa Barzanî bo Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe li gel her aliyan xurt kir. Di xebata wî ya li dijî artêşa Îraqê de PDKÎyê alîkariya wî kir. Rêvebirên PDK-Îraq û PDK-Îran piştî Komara Kurdistanê yekemîn car bihevra xebat kirin. Lê ev hevxebat zêde dewam nekir. Li salên 1960an Mela Mistefa Barzanî li dijî rêvebiriya Îraqê bi Îranê re lihevhat û tevgerî. Ev pêngava Mela Mistefa bû sedema şikestina têkiliyên PDK-Î Û PDK-Iyê. Ev nêzîkiya PDKê bo Îranê heta sala 1975ê de dewam kir. Li sala 1975ê Îranê li gel Iraqê hevpeymana Cezayîrê destnîşankir. Piştî vê hevpeymanê têkiliyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî fraksiyona PDKê li gel Îranê li ser zemîneke bêbawerî birêveçû.

Li sala 1964ê de rewşenbîrên PDKÎyê bang kir ku li dijî rêjima Îranê şerê çekdari bikin. Di encamê de ji 50 kesan bêhtir endamên PDKÎ, ku serokeşîr, mela, karker, rençber di nav de, jiyana xwe ji dest dan. Piştî van rûdanan PDKÎyê xebatên xwe nepenî kirin.[5] Di van salan de PDKÎyê nekarî bi şerê çekdarî mafê xwe ji rejîma Îranê bistîne. Her wisa Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêberiya Mistefa Barzanî, têkiliyên xwe li gel Îranê xurt dikirin ku li dijî Îraqê şer bike. Ji ber van sedeman di nava PDKÎ de dudilî derket ku li gel Îranê şer bike an na. Li sala 1967ê grûbek ji PDKÎ veqetî û li Îranê şer dijî Îranê dan destpê kirin lê biserneketin û gelek ji wan hatin kuştin.

Li sala 1975ê di navbera Îran û Iraqê de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşan kirin. Piştî vê destnîşanê Mistefa Barzanî nekarî alikariyê ji Îranê werbigire û hevsenga di navbera Îran-PDKÎ û Iraq-PDK xerabû. Dîsa PDKÎyê di nav gel karên çekdarî hêdî hêdî dan destpê kirin.

Piştî raperîna xelkê Îranê dijî desthilata şah, li sala 1979 û rûxana rejîma şah, li Rojhilata Kurdistanê û Îranê de valahiyeke leşkerî rûda. Di vê rewşê de PDKÎ û hindek rêxistinên din yên kurdî li Mahabad û derdora wê kontrol kirin. Xûmênî dema şoreşa Îslamî çêbû sozdabû kurdan ku Kurdistan bibe xweser û daxwaz û armancên rêxistinên kurdî jî ew bûn. Lê piştî serketina Şoreşa Îslamî ew soz hatin jibîr kirin û di navbera rêxistinên kurd û pasdarên Îranê de şer derket.Di 17ê tebaxa 1979ê de Xûmênî şerê pîroz li dijî kurdan da destpê kirin; Ebdulrehman Qasimlo wek dijminê Îranê, PDKÎ jî wek partiya şeytan binavkir.[6] Di vî şerî de PDKÎ, Komele û kesê bi navê Şêx İzedîn Husênî rêbertî ji bo kurdan kirin. Di tebaxa sala 1979ê de kurdan bajarê Pawe ji destê leşkerên Îranê derxist. Dest danîn ser çekên wan. Lê li sala 1984ê rêjima Îranê hemî herêmên kurdî dîsa dagir kirin.

Piştî hilbijartina serokkomar Ebdulhesen Benîsedr, bajarên Senendec, Mahabad, Seqiz û Bane rastî êrîşên hewayî yên Îranê hat. Şerê Îran û Iraqê jî destpêkir û kurdan di vî şerî wek usûlê gerîlayan dest bi şoreşê kir. Kurdistan bû meydana şer û Xûmênî gelek hêz şandin Kurdistanê. Heta sala 1983yê 250 hezar leşker şandibûn Kurdistanê. Hêjayî gotinê ye ku di şerê PDKÎ û Îranê de 2 tîmên nojdarî yên Fransayî alîkariya brîndarên kurdan kirin lê piştî dagirkirina Kurdistanê, ew jî vekişiyan bo hidûdê Iraqê.[7]

Li sala 1989ê de jî serokê PDKÎ Ebdulrehman Qasimlo di hevdîtîna wî li gel rêvebirên Îranê de hate kuştin. Li sala 1992yê de jî serokê piştî Qasimlo, Mihemed Sadiq Şerefkendî bi suîkastekê jiyana xwe ji dest da. Li sala 1993yê kampên PDKÎyê yên li Iraqê ji aliyê Îranê ve hatin bombebaran kirin.

Li sala 1997ê de Mihemed Xatemî yê namzedê reformxwazan bû serokkomar û dest bi reforman kir. Kuştinên li dijî serokên kurdan hat rawestin. Kurdekê bi navê Ebdula Remezanzade wek waliyê Kurdistanê hate tayîn kirin. Remezanzade her çend kurdekê Şîî jî be, gelek fêde da kurdên Sunî ku di dewletê de rolekê bilîzin. Di dewra duyem ya Xatemî de Ebdula Remezanzade ji walîtîtiyê hate dûrxistin. 5 parlamenterên kurd îstîfa kirin û Xatemî bi dijberiya kurdan sûcdar kirin.[8]

Kurdên ku li Îranê dijîn bi giştî ji mezheba sunî ne lê hejmareke zêde jî şîî ne. Herêmên ku kurdên şîî lê dijîn bi sîstema rêjima Îranê entegre ne. Zêde pevçûn û şer li wan herêman çênabin lê li herêmên kurdên sunî lê dijîn; hem ji ber cudamezhebiyê hem jî ji cudanetewetiyê şer û pevçûn zêde ne. Jixwe rêxistinên kurdan bi giştî li herêmên sunî xebatan dikin.

Destpêka Şoreşa 2016ê biguhêre

Di nav PDK-Î de destpêkirina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê di 2015ê de bi giştî dihat axiftin û niqaşkirin. Berdevkê Karên Derve ên PDKÎ Loqman H. Ehmedî got ku ew dixwazin Kurdên Rojhilatê li dijî rêjima Îranê biparêzin.[9]

Bûyera Ferînaz Xusrewanî biguhêre

Di sala 2015an de di meha gulanê de keçeke kurd a bi navê Ferînaz Xusrewanî ku li otêla Tarayê karê paqijî dikir, ji ber tirsa tecawiza karmendên îstixbarata Îranê xwe ji qata çarê avêt û mir. Piştî ku ev bûyer li Mehabadê belav bû, xelkê Mehabadê rabû ser piyan û otêla Tarayê bi tawanbariya navenda tecawiza dewleta îranê hate şewitandin. Ji ber vê bûyerê jî dewleta Îranê li seranserê Mehabadê rewşa derasayî îlan kir. Di van bûyeran de kêmanî 6 kes hatin kuştin[10] ji 28 kesan bêhtir xwepêşandar hatin brîndar kirin.[11] Piştî vê bûyerê partiyên kurdî bêhelwest neman û bersivên xurt dan rejîma Îranê. Li gor berdevkê PJAKê, wan êrîş bir li ser noqteya eskerî ya Îranê û du pasdar kuştin.[12] Berdevkê PAKê(Partî Azadî Kurdistan) Şemal Bokanî jî got ku partiya wan amadeye ku kurdên Rojhilata Kurdistanê ji rêjima faşîst a mollayan biparêze[10]. Her wisa serokê PAKê jî li ser vê bûyerê axivî got ku me li dijî rêjimê li navbera Şîno û Urmiyê çalakî pêkanî û em dixwazin ku herkes dengê xwe bilind bike.[13]

Bûyera Kelaşîn biguhêre

Piştî ku PDK-Î biryar da ku ew dê pêşmergeyên xwe bişînin Rojhilata Kurdistanê, pêşmergeyên PDK-Î ketin rê û li ser sinorê Başûr û Rojhilat belav bûn. Li herêma Kelaşîn, li derdora Xinêre pêşmergên PDK-Î û gerîlayên PKKê li hev hatin û di navbera gerîla û pêşmergeyan de pevçûn derket. Di vê bûyerê de pêşmergeyekê bi navê Qadir Kerîmî şehîd ket, 2 pêşmerge jî brîndar bûn. Her wisa 7 gerîla jî ketin destê pêşmergeyan.[14][15] Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şexsiyetên din di vê bûyerê de bûn navbeynkar û ev bûyer bi aştiyane xelas bû.[16] Piştî ev bûyer aşkera bû, dewleta Îranê herêma kelaşîn bombebaran kir.[17]

Bi dûçûna medyaya PKKê pêşmergeyên PDKÎ ketin nav herêma wan û bûyer li ser vê derket.[18] Bi dûçûna PDK-Î sedem ew bû ku PKKyê rê neda wan ku biçin Rojhilata Kurdistanê.[19]

Li gor nivîskar Hejîr Şerîfî Şerê Sar hêj li navbera kurdan dewam dike [20]

Teqîna li Koye biguhêre

Şeva 20ê kanûna pêşîn 2016ê de, di çalakiyeke di Şeva Yeldayê de du teqîn li baregeha HDKÎ çêbû. Di vê teqînê de 6 kesan ku endamên partiyê ne jiyana xwe ji dest dan.[21][22] Piştî vê teqînê brîndarekê din jî jiyana xwe ji dest da û bi vê hejmara miriyan gehişte 7an.[23]

Li ser vê teqînê 2 kes hatin girtin[24]

Serokê HDKÎ, Xalid Ezîzî li ser vê bûyerê axift û got; Em bi terorê bersiva terorê nadin.[25]

Li gor wezîrê derve yê berê yê Îraqê Hişyar Zêbarî li pişt vê bûyerê Îran heye.[26]

Hêjayî gotinê ye ku baskê HDKÎ hêj jî bi fermî neragehandiye ku ew ê li dijî Îranê şerê çekdarî bidin destpê kirin.

Bûyera Balekayetî biguhêre

25ê tebaxa 2017ê de li devera Balekayetî ya bi ser Hewlêrê, di navbera gundiyan û pêşmergeyên Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de pêvçûn derket. Di encamê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest da û yek jî brîndar bû.[27] Piştî vê bûyerê hindek kesan êrîşî baregehên partiyên rojhilatî kirin û baregehên wan hatin şewitandin[28] û 13 pêşmergeyên PDKÎ ji aliyê gundiyan ve dîl hatin girtin lê paşî ev pêşmerge hatin berdan. Li ser vê bûyerê YNKê daxuyaniyek da û got ew her du kesên hatin kuştin endamên me bûn û em vê destdirêjiya li dijî endamên xwe qebul nakin. Divê zûtirîn dem da ev kesên ev tawane kirin bên dadgehkirin.[29] Komeleyê jî daxuyaniyek da ku wan du pêşmergeyên gumanbar radestî asayîşa deverê kirîne, her wisa ji asayîşê jî xwest ku ew kesên ku avahiyên pêşmergeyên rojhilat şewitandin werin ceza kirin.[30] Gundiyan jî daxuyaniyek da ku ew dixwazin ev kesê ev tawane kirî divê bên ceza kirin.[31]

Hêjayî gotinê ye ku piştî partiyên rojhilatê baregehên xwe vala kirin ji bo ku temaseke xerab li gel gundiyan çênebe, PKKê hêzên xwe li wir bicî kirin lê paşî PKK û partiyên rojhilatî lihev hatin û PKKê baregehên pêşmergeyan vala kirin.[32]

Kuştina kolberan biguhêre

4ê îlona 2017ê de du kolberên kurd yên bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî li Bane ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin kuştin. Piştî vê bûyerê xelkê Banê xxwepêşandan dan destpêkirin. Rojek piştî vê bûyerê xelkê Banê dikanên xwe venekirin û dest bi xwepêşandanan kirin. Çalakvan çûn ser avahiyê hikûmetê û bi dûçûna hindek çavkaniyan qaymiqamê bajêr ji Banê derket. Di xwepêşandanan da nêzî 10 kes brîndar bûn û 10 kes jî ji aliyê polîsên Îranê ve hatin binçav kirin.[33] Piştî xwepêşandanên Banê, li hindek bajarên din jî xwepêşandan hatin destpê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, ku di 30 rojên bihorî de heşt kolberên kurd bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û kolberek jî ji ber ketina ji çiya, canê xwe ji dest daye.[34]

Darvekirina Huseyîn Ramîn Penahî û Êrîşa bi Mûşekan biguhêre

Rojaneyî biguhêre

  • 16ê adara 2016an li Merîwanê rêxistina çekdarî a bi navê Halokanî Zagros êriş bir ser artêşa Pasdaran û du ji endamên wan kuştin.[35][36]
  • 11ê çiriya paşîn a 2016ê YRK daxuyand ku 12 gerîlayên wan bi gazên kîmyewî ji aliyê supaya pasdaran hatin şehid kirin.[37]
  • 28ê gulana 2017ê de li Urmiyê di navbera PJAK û mihafizên hidudê yên Îranê de şer derket. Di encamê de 2 efserên pîlebilind yên Îranê hatin kuştin û 4 ji wan jî hatin brîndar kirin.[38][39]
  • 23ê hezîrana 2017an de Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê daxuyanî da ku pêşmergeyên wan li bajarê Sine ketin kemîneya dewleta Îranê de û di encamê de sê pêşmergeyên bi navê Sebah Huseyn Penahî, Hamîd Seyf Penahî û Bêhzad Nûrî şehîd ketin. Her wisa di daxuyanî de hate gotin ku çend pasdarek jî hatin kuştin.[40]
  • 6ê tebaxa 2017ê de li derdorên Pîranşar di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de şer derket. Di encama şer de 2 pêşmerge şehîd bûn[41]
  • 9ê tebaxa 2017ê PDKÎ daxuyaniyek da û got li Şino pêşmergeyan êrîşî pasdaran kir û du ji wan kuştin.[42]
  • 19ê tebaxa 2017ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê biryar da ku dest bi şerê çekdarî bikin li dijî rêjima Îranê[43]
  • 26ê çiriya pêşîn a 2017ê li şaristana Çaldiranê di navbera serbazên Îranê û çalakvanên nenas şer derket. Bi dûçûna Ajansa Nûçeyan ya Tesnîmê 2 endamên artêşa Îranê û çar çalakvan mirin[44]
  • 3ê çiriya paşîn a 2017ê bi dûçûna ajansa KurdistanMedia ku nêzîkî PDKÎ ye; li bajarê Şino Halokanî Zagros êrîş bir ser pasdarên Îranê,di encamê de 2 pasdar hatin kuştin.[45]
  • 3ê çiriya paşîn a 2017ê de Komîteya Navendî ya PKKê civînek pêkanî, di vê civînê de hat gotin ku divê gelê Rojhilatê Kurdistanê ji her tiştî re amadekariyên xwe bike[46]
  • 4ê çiriya paşîn a 2017ê li şaristana Çaldiranê li dijî serbazên Îranê çalakiyek pêkhat. Di encamê de 8 serbazên Îranê hatin kuştin. Hêj nehatiye xuya kirin ku çalakvan kî ne, lê hêjayî gotinê ye ku li vê herêmê gerîlayên PJAKê aktîf in,[47][48] Bi dûçûna ajansa Middle East Eye, têkiliya van kesan bi El-Qaîde hene[49]
  • 4ê kanûna pêşîn a 2017an de li bajarê Selmasê, endamekê artêşa Îranê ji aliyên nenas ve hate kuştin. Guman li ser pêşmergeyên bajar yên PDKÎ yê ne[50]
  • 27ê kanûna pêşîn a 2017an de li tevahiya Îranê çalakiyên bi sloganên li dijî rêjima Îranê destpê kirin. Ev çalakiyên protestoyan ta 7ê kanûna paşîn a 2018ê dewam kir. Di encamê de 22 çalakvan hatin kuştin, 450 çalakvan jî hatin binçavkirin[51]
  • Bi dûçûna navenda mafên mirovan Hengaw di 2017ê de di navbera hêzên kurdî û rêjima Îranê de 41 caran pêvçûn çêbûne, di encamê de 40 leşkerên Îranê hatine kuştin, her wisa 2 pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û 3 pêşmergên Komela Kurdistana Îranê û 11 gerîlayên PJAKê şehîd bûne.[52]
  • 3ê kanûna paşîn a 2018ê de li navçeya Konlancan ya Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, şer di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Supaya Pasdaran de qewimî û di encamê de şeş endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin.[53]
  • 9ê kanûna paşîn a 2018an de rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi wesîleya xwepêşandanên Îranê hatin ba hev. Di encamê de ji pênc rêxistinên kurdî (Hizba Demokrat a Kurdistana Îran, Hizba Demokrat a Kurdistan, Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îran, Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazmana Xebata Kurdistanê) Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê hate ava kirin.[54]
  • 27ê reşemeha 2018ê de Halokanî Zagros li Banê li dijî hêzên Îranî êrîşek kir, di encamê de bi navê Ali Ghaderi serleşkerek hatekuştin[55]
  • 5ê xizîrana 2018ê de li Serdeştê bı dûçûna pasdarên îranê 2 serkirdeyên wan hatin kuştin, lê nehate zanîn ku kîjan hêza çekdarî ev êrîş kiriye[56]
  • 8ê xizîrana 2018ê de bi dûçûna PDKÎ şer di navbera hêzên pêşmerge û pasdaran da derket. Di encamê de 9 pasdar hatin kuştin û 18 ji wan jî hatin brîndar kirin.[57][58] Bi dûçûna daxuyandina pasdaran jî di vî şerî de 7 kesên dijberê rejîmê hatin kuştin.[59] Hêjayî gotinê ye ku di heman wextî de serkirdeyên PDKÎ û Komala li DYA ne ku ji bo semîner û hevdîtinên li dijî Îranê[60]
  • 24ê xizîrana 2018ê de li Pîranşar şer derket. Di encamê de yek pêşmerge bi nvê Saman Hassanpour şehîd ket. Her wisa serkirdeyekê pasdaran jî hate kuştin[61]
  • 26ê xizîrana 2018ê de bı dûçûna PDKÎ li bejahiya bajarê Nexede, pasdarekê pîlebilind bi navê Taimor Hussein Beig bi operasyonekê hate kuştin[62]
  • 8ê tîrmeha 2018ê de bı dûçûna PDKÎ li Bokanê şer derket. Di encamê de 4 pasdar hatin kuştin.[63]
  • 11ê tîrmeha 2018ê bi dûçûna YRKê çar gerîllayên wan li gundê Dereziyanê yê Merîwanê û Çiyayê Şaho yê bajarê Paweyê şehîd ketin [64][65]
  • 21ê tîrmeha 2018ê de li Merîwanî bi dûçûna YRKê 20, bi dûçûna supaya pasdaran 11 endamên supaya pasdaran hatine kuştin[65][66]
  • 25ê tîrmeha 2018ê PDKÎ daxuyand ku du endamên wan bi navê Shahab Heydari and Hezhar Rezai li Bokanê di şerekî de şehîd ketin[67]
  • 11ê tebaxa 2018ê li Şîno, şer derket di encamê de 6 pêşmergeyên PDKÎ şehîd ketin, her wisa 12 pasdar jî hatin kuştin[68]
  • 27ê gulana 2019ê hevseroka PJAKê Zîlan Vejîn daxuyand ku ew ji bo her rewşeka li Îranê rûdide amade ne. Wek xeta sêyemîn cihê xwe digirin[69]
  • 29ê gulana 2019ê li Çaldirana Îranê şer di navbera PJAK û pasdaran de derket. Di encamê de pasdarek hate kuştin[70]

Suîkastên li dijî serkirdeyên kurd biguhêre

  • 1ê adara 2018ê de li Hewlêrê li dijî PDKÎ êrîşek bi otomobîlek bombekirî pêk hat, di êrîşê de endamê PDKÎ bi navê Sabah Rahmanî hate kuştin[71]
  • 7ê adara 2018ê de endamê polîtbûroya HDKÎ Qadir Qadirî li rastî sûîkastekê hat, di sûîkastê de hate kuştin. Partiya HDKÎ ji ber vê êrîşê Îranê berpirsiyar dike,[72][73]
  • 30ê adara 2018ê de endamê PDKÎ Ahmed Îranî li rastî êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da[74]
  • 14ê nîsana 2018ê de li dijî serokê PAKê Huseyîn Yezdanpena êrîşeke çekdarî hate kirin lê Yezdanpena ji vê suîkastê filîtî[75][76]
  • 19ê tebaxa 2018ê de PAKê daxuyand ku du endamên wan ji aliyê îstîxbarata îranê hatin revandin û yek ji wan hate kuştin,[77][78]
  • 16ê çiriya paşîn a 2018ê de derhenerê kurd ê navdar Rehîm Zebîhî li gel brayê we li Banê destên wan kelemçekirî û di otomobîlê de şewitî, hate dîtin[79]

Helwesta dewletan biguhêre

Wek tê zanîn şerê partiyên kurd li gel Îranê ne tenê şerekê herêmî ye. Ji ber şerê li nava Suriyê, Erebistana Siûdî û DYA li dijî hebûna leşkerên Îranê derdikevin ku li Suriyê dijî mıxalîfan şer dikin. Ji ber vê sedema navnetewî Îran li Yemenê piştgiriya Şîiyan dike her wisa Erebistana Siûdî jî piştgiriya Suniyên li Yemenê dike. Car car ev Şîiyên Yemenê li dijî Erebîstana Suudiyê çalakiyan pêk tînin û şer berfirehtir dıbe. Ji ber vê tengasiyê Erebîstana Suudî ku êrîş ji Yemenê tê, tê îdîakirinku Erebîstana Suudî jî dıjî Îranê li nava îranê alikariyê ji hindek komên çekdarî dike. Serokê kevn yê Pasdaran Mohsen Rezayî dibêje ku Erebîstana Siûdî alikariya aborî dide çekdarên li sinorên Îranê şer dike. Lê PDKÎ vê angaştê red dike.[80]

Têkiliyen kurd û azeriyan biguhêre

Têkiliya van herdu gelan digehe hatina tirkan ji Asyaya Navîn bo Rojhilata Navîn. Tirkan axa gelên Rojhilata Navîn dagir kirin, kurd, ermen, asûr di nav de.. Bi taybetî li herêmên kurdnişîn gelek azerî hatin bicîhkirin, polîtikatyên îskanê hatin meşandin. Piştî sala 1000ê ku tirk wan wextan hatibûn Rojhilata navîn gelek guherîn çêbûn û tesîra van guherînan digehe ta niha. Li devera Urmiyeyê gelek tirk hatin bicîhkirin, ev jî bû xundariyek di navbera kurd û tirkan de. Gelek kurd hatin kuştin û gelek kurd jî hatin koçber kirin. Heta salên 1900ê jî rêvebirina welatê Îranê di destê van tirkan de bû. Zilma tirkan li dijî kurdan li Îranê heta sala 1925ê bi desthilata Şah Reza Pehlewî bi awayeke sîstematîk berdewam kir. Piştî desthilata Reza Pehlewî têkiliyên kurd û azeriyan guherîn. Êdî çi ji van gelan desthilat nebûn.

Despêka sedsala 21em biguhêre

Di destpêka sedsala 21emîn de têkiliyên kurd û azeriyan bi taybetî li ser eşîran birêve diçû. Gelek eşîrên kurd û azerî li nav heman herêman de dijiyan, ji ber vê jî gelek pirsgirêk jî derdiketin. Li devera Urmiye wek tê zanîn eşîra bi navê Şikak gelek meşhûr e û xwediyê gelek gund û axê ye. Piştî şerê cîhanê yê yekem, Simko Axayê Şikak devera Urmiyeyê ji tirkan stand û sê salan hikm li herêmê kir. Bi dûçûna çavkaniyekê tirk li Urmiyeyê di şerên navbera tirk û nastûriyan de, paşî şerê di navbera tirk û Simkoyê Şikak de 150 hezar tirkên efşar jiyana xwe ji dest dan.[81]

Salên 1940an biguhêre

Sinorên Rojhilata Kurdistanê biguhêre

Rojhilata Kurdistanê ji ber ku ta niha jî nebûye dewleteke kurdî, hêj jî sinorên wê bi zelalî aşkera nînin. Kurdên Îranê bi taybetî li parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmanşan, Îlam, Hemedan û Luristanê dijîn. Di dîrokê de gelek caran guherînên demografîk çêbûne û cihnîşinên kûrdan hatîne guhertîn. Lê bi taybetî li wan parêzgehan dijîn ku yên me li jor nivîsîn.

Bi dûçûna parlamenterê tirk yê agirî yê ku li sala 1943ê, Husametîn Tuxaç;

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Basil Nikitin
  2. ^ Wadie Jwaideh: The Kurdish Nationalist Movement:Its origins and development
  3. ^ The Kurds in Iran;The Past, Present and Future, Kerim Yildiz and Tanyel B. Tansi, r:37
  4. ^ The Kurds in Iran;The Past, Present and Future, Kerim Yildiz and Tanyel B. Tansi, r:38
  5. ^ The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism- F. Koohi-Kamali-r:169
  6. ^ The Kurds in Iran;The Past, Present and Future, Kerim Yildiz and Tanyel B. Tansi, r:40
  7. ^ The Kurds in Iran;The Past, Present and Future, Kerim Yildiz and Tanyel B. Tansi, r:41
  8. ^ The Kurds in Iran;The Past, Present and Future, Kerim Yildiz and Tanyel B. Tansi, r:44
  9. ^ "Ahmedi "PDKI's Peshmerga forces will defend the Kurdish people against Iranian aggression"". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 31 gulan 2015. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  10. ^ a b "Telah hadir 3 situs togel online terpercaya | Cocok untukmu!". aranews.net. Ji orîjînalê di 15 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  11. ^ Staff, Editorial (11 gulan 2015). "Suspect in Mahabad death arrested in Iranian Kurdistan: official". Kurd Net - Ekurd.net Daily News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  12. ^ "Behind the lines: A tremor is felt in Iranian Kurdistan". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  13. ^ (tirkî) pwdnerin.com: İran askerleri halka saldırırsa, Misliyle Karsılık veririz [girêdan daimî miriye] (09/05/2015)
  14. ^ "Şehit peşmergenin kimliği açıklandı". rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  15. ^ http://pdki.org/english/pdki-peshmergas-released-7-pkk-fighters/[girêdan daimî miriye]
  16. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 tebax 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  17. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 adar 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  18. ^ "DIY Home Improvement Tips and Decor ideas". diyhome (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  19. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 9 hezîran 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  20. ^ "PKK- PDKI clash exposes decades of cold war". rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  21. ^ "Koye saldırıları: 6 şehit, 4 yaralı". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  22. ^ Arab, The New (20 kanûna pêşîn 2016). "Twin bomb blasts outside Iranian-Kurdish political headquarters in Iraq". newarab.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  23. ^ "Şehit sayısı yükseldi". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  24. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 sibat 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  25. ^ "HDK lideri: Terörle karşılık vermeyiz". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  26. ^ "Telah hadir 3 situs togel online terpercaya | Cocok untukmu!". aranews.net. Ji orîjînalê di 15 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  27. ^ "Di navbera pêşmergeyên Komele û xelkê gundekî de pevçûn derket: 2 kuştî, 2 birîndar". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  28. ^ "Baregehên 4 partiyên Rojhilatî li Balekayetî hatin şewitandin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  29. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 tebax 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 tebax 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  30. ^ http://www.komala.org/dreja.aspx?=hewal&jmare=1260&Jor=2[girêdan daimî miriye]
  31. ^ "Kopîkirina arşîvê". ww1.rojnews.org. Ji orîjînalê di 28 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  32. ^ "PKKê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê vala kir". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  33. ^ "Li Rojhilat li dijî Îranê xwepêşandan çêbû û pevçûn derket". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  34. ^ "ROJHILAT - Tenê di mehekê de 8 kolberên Kurd hatine kuştin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  35. ^ "Telah hadir 3 situs togel online terpercaya | Cocok untukmu!". aranews.net. Ji orîjînalê di 15 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  36. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 adar 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  37. ^ http://www.rudaw.net/english/middleeast/iran/111020161?keyword=pjak
  38. ^ "URMIYE - Hêzên îranî 2 kuştî û 7 birîndar dan". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  39. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 hezîran 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 hezîran 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  40. ^ http://komala.org/dreja.aspx?=hewal&jmare=1239&Jor=1[girêdan daimî miriye]
  41. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/070820175?
  42. ^ "ROJHILAT - Di navbera pêşmergeyên PDKÎ û leşkerên Îranê de şer derket". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2022.
  43. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190820179?
  44. ^ https://www.tasnimnews.com/fa/news/1396/08/04/1556551/%D8%A7%D9%86%D9%87%D8%AF%D8%A7%D9%85-%DB%8C%DA%A9-%D8%AA%DB%8C%D9%85-%D8%AA%D8%B1%D9%88%D8%B1%DB%8C%D8%B3%D8%AA%DB%8C-%D8%AF%D8%B1-%DA%86%D8%A7%D9%84%D8%AF%D8%B1%D8%A7%D9%86-%D8%AA%D9%88%D8%B3%D8%B7-%D8%B3%D9%BE%D8%A7%D9%87-%D9%87%D9%84%D8%A7%DA%A9%D8%AA-4-%D8%AA%D8%B1%D9%88%D8%B1%DB%8C%D8%B3%D8%AA
  45. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2017.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  46. ^ http://www.rojnews.org/ku/haber/17289/pkk-em-di-xeta-serketin-de-tbikosin.html[girêdan daimî miriye]
  47. ^ www.irna.ir https://www.irna.ir/fa/News/82718376. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  48. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/031120175. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  49. ^ http://www.middleeasteye.net/news/eight-iranian-border-guards-killed-clashes-militants-63001188[girêdan daimî miriye]
  50. ^ http://www.kurdpa.net/kurdi/more/71858[girêdan daimî miriye]
  51. ^ "Iran protests latest: Grand Ayatollah accuses foreign powers of meddling as protest death toll rises to 22 | The Independent". web.archive.org. 2 kanûna paşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 kanûna paşîn 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  52. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/3ffdd7d2-57eb-4933-9a18-f66a43b8d5f0
  53. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/5c982a80-04c6-4d6e-b9bc-66110b435fe4
  54. ^ http://www.kurdistan24.net/ku/news/234a5d1c-b659-4204-8303-73cd84206348
  55. ^ "https://twitter.com/PDKIenglish/status/968559815592202240". X (formerly Twitter) (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023. {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  56. ^ TABNAK, تابناک | (۱۳۹۷/۰۳/۱۶ - ۰۹:۲۸). "انتشار اسامی شهدای مرزبانی در سردشت". fa (bi farisî). Roja gihiştinê 2023-11-13. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  57. ^ "فەرماندەیی هێزی پێشمەرگەی کوردستان ڕاگەیەندراوێکی بڵاو کردەوە". Kurdistanmedia (kurdistanmedia.com). 10 hezîran 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  58. ^ "27 IRGC Members Killed and Injured in Clash with Peshmerga Forces". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 10 hezîran 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  59. ^ "گزارش تسنیم/ سپاه پاسداران رکورد زد؛ انهدام 3 تیم تروریستی در کمتر از 24 ساعت - تسنیم". خبرگزاری تسنیم | Tasnim (bi farisî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  60. ^ www.rudaw.net http://www.rudaw.net/english/middleeast/iran/10062018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  61. ^ "IRGC Commander Killed in Clash with Peshmerga Forces". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 24 hezîran 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  62. ^ "High-Ranking Member of Iran's Revolutionary Guards Killed in Successful Operation". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 26 hezîran 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  63. ^ "Four IRGC Terrorists Killed and Injured in Clashes with Peshmerga Forces in Bokan". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 8 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  64. ^ "YRK: 4 hevalên me ji ber êrîşên rejîma Îranê şehîd bûn". ANF News. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  65. ^ a b www.rudaw.net http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2107201811. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  66. ^ "Merîwan'da 11 pasdar öldürüldü". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  67. ^ "Two Peshmerga Martyred in Bokan". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 25 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  68. ^ "Twelve IRGC Terrorists Killed and Eight Injured in Clashes with Kurdistan's Peshmerga Forces". Democratic Party of Iranian Kurdistan (bi îngilîziya brîtanî). 13 tebax 2018. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  69. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 gulan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 gulan 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  70. ^ "درگیری سپاه پاسداران ایران با پژاک". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  71. ^ http://pdki.org/english/?p=5225
  72. ^ http://www.kurdistanukurd.com/?p=30942
  73. ^ http://archive.kurdistanukurd.com/en/hewal_dreja.php?id=994[girêdan daimî miriye]
  74. ^ http://www.rudaw.net/english/middleeast/iran/30032018
  75. ^ https://www.nerinaazad.org/tr/news/kurdistan/bashur/pak-lideri-yezdanpenaya-silahli-saldiri[girêdan daimî miriye]
  76. ^ http://nerinaazad.net/news/kurdistan/bashur/yezdanpenaya-suikast-zanlisi-iran-ajani-cikti
  77. ^ https://twitter.com/PAKenglishh/status/1031645105185325058
  78. ^ https://www.jpost.com/Middle-East/Iran-News/Kurds-who-fought-ISIS-now-hunted-by-Irans-regime-565973
  79. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 16 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2018.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  80. ^ "To Iranian eyes, Kurdish unrest spells Saudi incitement". Reuters (bi îngilîzî). 4 îlon 2016. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2023.
  81. ^ 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:37