Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Komele yan Komelle (bi soranî: Komełey Şorrişgêrrî Zehmetkêşanî Kurdistanî Êran) yek ji partiyên sereke yên kurd li Kurdistana Îranê ye ku li sala 1969ê li Tehranê ava bûyî.
Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Komełey Şorrişgêrrî Zehmetkêşanî Kurdistanî Êran | |
---|---|
![]() | |
Kurte | Komala |
Sekreterê giştî | Ebdulla Mohtadî |
Dirûşm | Ji bo Kurdistaneke azad, federal û demokratîk |
Sirûd | Ey Reqîp |
Cihê têkoşînê | Rojhilatê Kurdistanê |
Endamtiyên navnetewî | Sosyalîst Enternasyonel(nêrînê de)[1] |
Malper | |
http://www.komala.org/ |
Li navberî salên 1979-83 Komele ligel PDK-Î deselatê rojhilata Kurdistanê li dest dabû. Komele li bajarê Sîne û derdorê wê bihêz bû.
Komele rêxistineke karkerî ye. Sekreterê giştî yê Komeleyê Ebdulla Mohtadî ye.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2007ê de hindek endam ji vê rêxistinê veqetîn û bi navê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê partiyek nû ava kirin.
Dîrok Biguhêre
Rêxistina Komele li sala 1969ê de bi nepenî dest bi xebatan kir. Piştî Şoreşa Îslamî de jî bi awayek berçav li dijî rêjima îslamî dest bi şerê çekdarî kir. Bêhtir li bajarên Sîne û Merîwanê bi awayeke zindî çalakbûn.
Binêre Biguhêre
Girêdanên derve Biguhêre
- Malpera Komele Girêdana arşîvê 2012-08-14 li ser Wayback Machine
- Website English About Komala